Perwerdehiya Formal û Înformal
Perwerdehî, bi wateya xwe ya giştî; li gorî hin armancên diyarkirî, pêvajoyeke pêşvebirina mirovan e. Kesayetiya mirovên di vê pêvajoyê re derbas dibin, cuda dibe. Ev cudahî; bi zanyarî, destkarî, sekin û hemû nirxan, di vê pêvajoya perwerdehiyê de tê bidestxistin. Bi wateya xwe ya herî rast û berbiçav; perwerdehî, parçeyeke çandê ye û di kesayetiya mirovan de rihê çandparêziyê bi pêş dixe. Çandparêzî, li gorî warê mirovan û avaniya çanda civakan, tê diyarkirin. Her civak, xwedî çandeke diyarkirî ye û çanda di nav de dijî, digel hemû taybetiyên çandê, wekî mîrate disipêre nifşên nûhatî ango disipêre nivşên li dû xwe. Mirovên di zarokatiya xwe de çavên xwe li çanda xwe vedikin, ciwaniya xwe di nav çanda xwe re derbas dikin; di vê pêvajoyê de bi civakê re xweşbêj dibin, hînbûyîn û nirxdayîna çanda civakê di giyanê xwe de hîs dikin û bi pergaleke bi rêk û pêk radestê zarokên xwe dikin. PERWERDEHIYA ÎNFORMAL
PERWERDEHIYA ÎNFORMAL Perwerdehiya Înformal; pêvajoya perwerdehiya nav jiyanê ye û jixweber bi pêş dikeve. Ev perwerdehî ne xwedî armanc û plansaziyê ye, di nav pêvajoyê de bi pêş dikeve. Kes, li hemberî rewşên derdikevin pêşberî wan û bi têkiliyên komî re bêyî hay ji xwe hebin, hînî gelek tiştên nû dibin. Dema zarok bi hevalên xwe re dilîzin, dema ciwan bi hevtemenên xwe re komikan çêdikin û di nav van komikan de dan û stendinên rojane dikin, bi vî awayî hînî alîkariyê, piştgiriyê, hevkariyê, rêz û rêçikên komikê û nirxên hevaltiyê dibin. Van hînbûyînan di nav jiyana rojane de pêk tînin, bi vî awayî dibin endamên civakê û civakî dibin. Ev cure hînbûyîn di nav malbatê de, li kargehê, li sûkê, bi temaşekirina televîzyonê, li dibistanê, bi kurtasî di nav jiyanê de jixweber bi pêş dikevin. DI MALBATÊ DE PERWERDEHÎ
DI MALBATÊ DE PERWERDEHÎ Perwerdehiya di nav malbatê de bi pêş dikeve, bingeha kesayetiya mirovan dadimezirîne. Zarok di temenê xwe yê herî biçûk de dayîk û bavê xwe, xwişk û birayên xwe teqlîd dike, wan dişopîne. Bi liv û tevgerên ji mezinan mînak digire, ji bo xwe rêyekê ava dike û her tim di wê rêyê de dimeşe, bi kurtasî wekî wan mezinan dibe. Perwerdehiya Înformal, di serî de ji malbatê dest pê dike û li derveyî malbatê didome. Di her civakê de malbat li gorî nirxên çanda xwe dijîn. Her malbat li gorî şert û mercên jiyana xwe, xwedî nirx û xwedî rêz û rêçikên jêneger in. Di malbatan de şertên nivîsandî tunene. Lê belê hemû ferdên malbatê, bi pergala malbata xwe dizanin û li gorî vê pergalê tevdigerin. Ji ber vê yekê; perwerdehiya sereke, bingeha kesayetiyê û avaniya jiyaneke pergalkirî, di nav malbatê de dest pê dike. BERIYA DIBISTANÊ PIRSGIRÊKA CIVAKÎBÛNA ZAROKAN
BERIYA DIBISTANÊ PIRSGIRÊKA CIVAKÎBÛNA ZAROKAN Zarokên beriya biçin dibistanê, xwediyê du cîhanên civakî ne. Cîhaneke wan, bi hevtemenên wan re hatiye avakirin, cîhaneke wan, bi ferdên malbatê ango bi kesên mezin re hatiye avakirin. Di cîhana bi mezinan re hatiye avakirin de; hêz û sînor her tim ji aliye mezinan ve derdikevin pêş. Mezin, ji bo liv û tevgerên zarokan rêber in, rê nîşan didin û hîn dikin. Di cîhana bi hevtemenên wan re hatiye avakirin de; têkiliyên wekheviyê û hevkariyê derdikevin pêş. Ji bo zarokan, ev herdu cîhan jî pêwîst in. Lewra têkiliyên bi mezinan re hestên parastinê didin wan û ji bo jiyana civakî, rê li ber wan vedikin. Têkiliyên bi hevtemenan re hestên wekheviyê didin wan û ji bo civakîbûnê rê li ber wan vedikin. Salên beriya dibistanê, zarokan bi lez û bez hînî civakîbûnê dikin. Mêjiyên zarokan ji hînbûyînê re her dem vekirî ye û heman wekî bernameyeke plankirî amade ye. Ji ber vê yekê jî zarok hawirdorê lêkolîn dikin, destkariyên xwe bi pêş ve dibin û dixwazin serxwebûna xwe li hemberî mezinan bidin pejirandin. Divê dayîk û bav, hestên tirs û xofê li ser zarokan ferz nekin. Divê were zanîn; mal ne kargeh e, dayîk û bav ne karsaz in û zarok ne karker in. Divê bi hestên hevaltiyê nêzîkî wan bibin da ku bikaribin ji wan zarokan kesayetiyên bixwe bawer biafirînin. Zimanê daxwaziyê ji bo her mirovî/ê zimanekî erênî ye. Ji ber vê jî dema dayîk an bav bixwazin tiştekî hînî zarokên xwe bikin, divê bi tu awayî zimanê fermî bi kar neynin û her tim bi zimanê daxwaziyê nêzîkê wan bibin... (Dê bidome)