Peyv
Raman heta ku di hest û mêjî de ye, piştperde û nemahrem e. Destnimêja kesî jê naşikê. Her çiqas xwediyê wî mêjiyî bi hesta wê ramanê xewn û xeyalan bibîne û bi awayekî pê re têkildar be jî, tu kesên din nikarin rûpişta wê rakin. Ji bo rakirina rûpişta ser ramanê hewceyî bi ragihandinê heye. Peyv, wêne, şano hwd… amûrên ragihandinêne. Ji bo ku mijara me “peyv”e, emê li ser peyvê bisekinin.
Peyv, gelek caran dibe sedema guhertina fikr û ramanên ramanbîran. Carina heqîqetê bi awayakî vala, tazî û bi tiq û tenê dihêle. Bi vê rewşê ji bo tekûzkirina ramanekî baş, hewceyî bi sazîkirina wan, a bi zanistî heye. Li gor ramanê min, hemû heyînî, xwe li gor zaravayên xweyên cur bi cur û taybet bi awayekî xwe tînin ziman. Xweanîna zîman, şiyarkirina hemû têkildarên di jiyana heyîna de ye. Ger em vê mînakê li ser mirovan biceribînin em dikarin bêjin ku, însan ji bo jiyana xwe bidomîne, hewceyê têkiliya navbera xwe û jiyana xwe de ye. Felsefeya hemû ol û îdeolojiya xwe bi awayekî digihîne zanistiya mentiqê. Ger em li gor mentiqê herin, “însan heywanek natiqe”.
Di vê nivîsarê de jî emê kindemek bi peyvan û bi awayê sazîkirina vê gotarê bilîzîn. Dem bi dem ewê cîhê hevok û paraxrafan biguhere. Dem bi dem jî cîhê peyvan bixwe emê biguherînin. Emê bi du awayan tazîkirina ramanê bicerbînin. Raman dixwazî bila rast be an ne rast be, baş an ne baş be dem bi dem ji kêmasiya peyvan û carina jî ji zêdebûna peyvan nayê famkirinê.
Ger em werin ser mijara kêmasiya peyvan û ku di encama xwe de nikarin ramanên mirov baş vekin, gelek caran li dû xwe tiştên tevlîhev dihêlin. Dema hestek an fikirek tazî bimîne û bi vê rewşa xwe bigihîje armanca xwe pirsgirêk nîne. Bes ez ne şahidê bûyerek ewha me. Ez ne li dijî tazîkirin an tazîbûna ramana me. Tazîbûn bixwe wesfekî heqîqetêye. Ên ku rastiya hinek tiştan dibînin, dixwazin wê bi gotinan an bi hinek amûrên din bixemlînin û bînin ber çavên mirovan. Bi vê maneyê ew jî gotinin. Çi dibe bila bibe, armanca peyvê tazîkirina hest û ramanê ye. Her weha dixwazî dîtbar an nedîtbar hemû huner jî li gor vê armancêye. Ramanbîr dixwazin hunera xwe nişan bidin. Rewşenbîr dixwazin bûyer û rewşa şîrove bikin. Ha bi tîpên rêz bi rêz. Ha bi firçeyê tevlîhevkirina boyaxê.
Karê nivîskaran piranî bi gotinêye. Dema mirov rastiyê dibîne û dixwaze bi mirovan re parve bike, pêdiviya dewlemendiya gotinê dertê holê. Ji aliyê peyvan ve xezîneya mêjî çiqas tijîbe jî, rastî bê guhertin nayê ser gotinê. Lê belê, dîsa jî di jiyanê de xezîneya herî xweş û baş dewlemendiya gotinan e. Dîtin û raman bi peyvan dixemile. Hunera herî mezin jî, di pîvana peyvan de ye û di zanebûna damezirandina wan de ye. Mixabin, her ku peyv hatiye afirandin, têkiliyên navbera însan û xwezayê jî di paşiya xwe de tên veşartinê. Lewma dema hinek dipeyîvin mirov dixwaze li çavê wan binêre. Jiber bizavên xwezayî di mîmikên însan de xuya dikin. Ev xwendina rewşa mîmika, têkiliyên gelek xurt di navbera hemû afirandinêran de tîne holê. Mirov dikare bi vê rewşê tekilî bi hemû tiştan re deyne. Wek şivanekî ku bi zimanê hal dikare têkili bi keriyekî pez re deyîne. Ev zimanekî xwezayiye. Herweha dema ku mirov li dar û ber, gul û giya jî binêre mirov dikare bibîne ku tî bûye an nexweşînek wê heye. Hemû tiştên ku bên ziman miheqeq têne guhertinê.
Dema mirov çîrokek bi zimanek xweş guhdarî dike, hema ji mirove ku birêkeve û here bikeve nava çîrokê. Dema behsa tiştek bi awayê hunerê tê kirin, mirov dixwaze bibîne, mest bike û binase. Ji bo tiştên ku mirov dikare salixdana wan bike û bi alîkariya dest, çav û guhê xwe wan binase, bi awayekî hêsanî mirov xwe dikare bigihînê. Ew tiştên nêrbaranin. Di jiyanê de gelek tişt nedîtbar in. Salixdana tiştên nedîtbar hemû li ser pişta hunerêye. Hunera nivîskara rastnivîsa gotinêye. Rastnivîsî jî herî ewil karê mêjiye.
Karê nivîsê bi awayekî alîkariya vekirin an veşartina rastiyê ye. Dema ku armanc dîtina rastiyê be, nivîskar ramanên xwe bi çend awaya bikar tînin. Yek jê, hilbijirtana peyvokên hêsan. Yên ku xwendevan bikaribin jê fêm bikin û damezrandina li gor rêzimaniyê ye. Yekê din jî paqijkirina ji xemilandina hinek huneran e. Ev nayê wateya biçûkbûn an înkara hunerê. Ev bixwe hunere. Nivîskarî bi vê rewşê hunermendiye.
Bi taybetî nivîskarên helbestan zêdetir bi peyvan dilîzin. Bawerim ji ber ku di nava peyva de wek sêrbaza dilîzîn, tim ez sêrbazî û şîîrbaziyê tevlîhev dibînim. Şîîr peyveke Erebiye. Sihêr jî her wisa bi zimanê Samî an bi awayekî Ereb jî bikar tînin. Dema em li dîroka Edebiyata Ereba dinêrin, şaîr pir caran wek sihêrbazan hatine dîtinê. Gelek ji wan di serî de li Peyamber bixwe jî bi vî çavî nihêrtine. Tiştekî ku hestê mirov biguherîne an tiştekî bi dizî aşkere bike de huner heye. Ji bo honandina hest û ramanekî ku tesir li mirovan bike hewceyî bi gelek tiştan heye.
Mirov bi hestên xwe famberê hebûna xwe ye. Wek ku René Descartes dibêje, “difikirim. Wisa be heme”( Cogito ergo sum). Birçîbûn jî hestekî ewha ye. Dema mirov birçî dibe, hestek ji mêjî re hewcebûna xwarinê dişîne. Mêjî çav, dest, dev ziman hemû lebatan çalak dike û ji bo amadeyiya xwarinê însan radike. Wê demê armanc tijîkirina hurê mirov be, hema çi were ber mirov, mirov dikare bixwe. Bes dema lebatek bi awayekî ji tiştekî kêf nestîne, acisiyekî derdikeve holê. Ji amadekirina xwarinekê yekem hewceyî bi miçêzê (îştah) heye. Şiyarkirbûna miçêzê xwezayiye. Lê belê hişyarkirina wê bi kedê ye. Hema av û arvan li nav hev bikeve û were xwarin jî birçîbûn derbas dibe. Îca çima mirov hewceyî bi amadekirina sifreya dibîne? Ji bo patina xwarinê, hewceyî bi curbecur giya û biharatan çê dibe. Damezirandin û paqijiya sifreyê bi serê xwe hunereke bi qiymete. Xwarineke herî xweş, li ser potikekî qirêjî tehm nade çav û ziman. Ji aliyê din mirovek dema vîtamîn û pêwisiyên hebûnî nexwin, bi nexweşîn û lewazbûnê dikeve. Xwarina zede jî dibe sedema nexweşîn û qelewbûneke ne baş. Ew qelewbûn jî wek nexweşîneke. Gotinên kêm û zede jî li ser ramanê bandoreke ewha dikin.
Belê, ramanekî herî balkêş û bi qiymet jî herwehaye. Em mînaka xwe liser nivisandina helbestê bidomînin. Helbest cureyek nivisêye. Cureyeke ku gelek marifet û huner dixwaze. Di nava xemilandinên narîn û zarîf de tazîbûna hest û ramanan nîşan dide. Destpêka nivisandina helbestê hest an ramane. Ew jî xwezayiye. Di nava gelê Rojhilata Navîn de li gelek deveran jê re dibêjin “îlham”. Li gor ramanê min, îlham jî elametekî hebûnêye. Ger nexweşîneke bi taybet tunebe, hema ji hemû însanan re “îlham” heye. Şîrovekirina vê hestê li ser mirovan wek hev encam nade. Hinek ji van kesan vê hestê dinivisînin. Ji bo nivisê hewceyî bi gelek amûran heye. Yek ji vana pênûse. Min li ser pênûsê nivîsarek nivisandibû. Di vê nivîsarê de li ser pir nasekinim. Yek jê heste. Ya sisêya jî peyve. Dema di kîlerê de amûr hindik bin, tiştên werin sifrê jî hindik in.
Ji bo nivisandina hestê, pêdivî bi peyvê heye. Xezîneya peyvan, hestê baş tîne ziman û mirov dikare bi her awayî hestê xwe binivisîne. Herkes bi awayekî dikare hestê xwe şîrove bike. Marîfet ew e ku kesên din, di nava van xweşîrovekirinan de para hestên xwe bibînin. Wilo be, hema kî hestê xwe binivisîne gelo helbestvan an hunermende?
We gelek caran seh kiriye, yek ji yekî re dibêje; de ka hunera xwe nîşan bide. Belê di karê nivisandinê de, bi taybetî jî di karê nivisandina helbestê de jî huner damezirandina peyvane. Helbesta herî paqij ew e ku, gotin lê kêm û zede neyê. Kes nikaribe kirasek din lê bike an perçeyek li serê meqes bike. Ji aliyê guherandina cîhê wan jî, derfet tunebe. Ev sazîkirin û damezirandin hem bêhna çav û guh, hem jî tehma dil û mêjî xweş bike. Wek hênikayiya havînê an germiya zivistanê li mirov xe û tînek xweş li ser mirov bihêle. Şîîrbazî û sêrbazî lewma ewqas nezî hev in. Ne li gotinê tenê, bi rastî bi kar û wateya xwe jî pir tevlîhev in. Lewma gelek caran şaîran, însanan di bin tesîra gotinan de hiştine û halusînasyonan anîne ser hestên wan.
Di Kurdî de, helbestvanî û nivîskarî jihev qetandî ne. Helbestvanî weka karekî ne ketiye ferhenga Kurda. Ev nayê wateya ku helbestvan nehatine dîtinê. Dijane him helbestvan him jî dengbêj di civaka Kurdîstanê de cîhekî gelek girîng girtine.Seydayê Cizîrî şewirmendiya Qesra Bedirxaniya kiriye. Lê bawerim ew karê wî, ji bo zanistiya wî ya felsefî û dînî bû. Ev mijarek din e.
Sernivîsa me li ser yek gotineke bi çar tîpan e. Ger ne ji dewlemendiya Kurdî bûna meyê gelek caran wê bêjeyê liser hev dewr bikirina. Barkirina wuşeyana li ser hev, ji xwendevanan re acisiyek mezin e. Her wisa di axavtinan de jî ji gohdarvanan re eziyet e.
Di biçûkbûna xwe de ez li gund bûm. Pîrek (Jinik) dihatin cem hev û diketin nava xeberdanan. Yek ji wê yek ji ya din. Dawiya dawî digotin “gotin qalikê pîvazê ye. Tu çiqas rakî, yeka din dikeve rêzê”. Bi rastî hê wê demê ez dibûm şahidê rastiya van hevokan. Peyv û pîvaz her dû jî karê wan bû û baş tecrûbe kiribûn.
Lewma ezê dîsa werim ser karê şîroveya hest û ramanan. Ger mirov bixwaze rastî û heqîqetê bibîne, dibê mirov baş bizanibe ku ev bi xwezayiya xwe tazî û vekirîne. Li ser hêsankirina dîtina wan ku mirov bixwaze yek din an mirovahî bibine, hewceyî bi hunerê heye. Ji bo dewlemendiya xezîneya peyvan, hewceyiya herî mezin bi xwendinê heye.
Piştî van gotinên dubarekirî pêwiste ev jî bê vekirin. Xwendevanî, karekî dilovaniyêye. Xweş e, baş e û pîroz e. Bes xwendekarî karekî jiyaniye. Xwendevan tehm dike û diçe. Li ser ziman lezetek xweş an nexweş heye… Xwendekar dimîne. Ger tiştekî xwarinê bibîne, xwe têr dike û para xwe distîne. Li gor rixnê xwe rexne û şîrove dike. Ew bi vî awayî, dîtin û ramanên xwe dewlemend dike.
Bi kin û Kurdî em bibêjin bifikirin, bixwînin û binivisînin. Lê hemûyan jî wek kar bibînin. Ragihandina însan û însanan bi peyvê ye. Hunera peyvê wêje an edebiyat e. Edebiyat bi xwe re edeb tîne ser gotinê. Li ser vê rewşê xwegihandina Xwedê û xwezayê bixwe jî hewceyê edebiyatê ye. Edebiyat bê peyv nabe. Ez tu nîmet ji edebiyatê xweştir nabînim. Ka ji rast nîşandina hest û ramanan xweştir çi heye. Derdê bi milyonan însanan ev e ku “kes ji wan fam nake”. Ji wan bipirsin, gelo ji bo ku însan ji wan fam bikin, ew çi dikin? Bawerim pir ji wan, ewê sermilkê xwe bibin ber guhê xwe û deynin xwarê û lêvê xwe biqermiçînin...
Xwedê bixwe bi peyvê xwe gihandiye însanan. Jixwe kelîme bixwe gelek caran wek hîkmetek Yezdan tê şîrovekirin. Bi rastî ez ji fermana hez nakim. Lê belê bawerim ji bo xatirê edebê, dibê mirov gotinên xwe bi ayawayekî têkûz bîne ziman. Ew him edeba li hember mirov bixwe, him jî edeb û hurmeta însanên li hember xwe pewisteyeke. Axaftin li ser şîroveya hest û ramanên mirov kedeke bêhempaye. Lewma em gelek caran ji hevre dibêjin, “peşî bipêje dû re bibêje”.
Em di jiyana rojane de “peyv”ê wek kelîme jî bikar tînin. Îlmê kelamê ji kelîmê tê. Armanca peyvê vekirina fikr û ramanên felsefeya olê û aşkerekirina heqîqetê ye. Herwisa, dixwazî bila hevokek kinik be, an jî bi pirtûkxaneya pirtûk bin armanaca hemû nivisandina, vekirina ramanêye. Armanca axaftinê jî ew e.
Sadî ewha dibêje; “gotina xwe dema ku bandor (tesîr) bike bibêje”. Ev jî pirsek derdixe holê. Gelo gotina ku te sêr bike, gihîştiye armanca xwe? Dema ku sêr hebe, halusunasyon bixwe re tîne. Cîhê ku halusînasyon lê be, behsa rastî û heqîqetê zor nabe? Dema ku em vegotina tesîrê bi Kurdî şîrove bikin, raste raste sihêr kirin derdikeve holê. Bi rastî jî etîmolojiya vê gotinê ji bandorê tê. ji tiştên ku rêç bihêlin re dibêjin tesîr kirin. Dema ew tişt rêçê li ser te bihêle, te sêr dike.
Konfuçyus li ser peyvê dibêje ku “ haşbûn, hevalbendê ku te nade dest û herî qenc e”. Ez ne bawerim ku ewê haşbûna vala pêşniyar kiribe. Li gor min dibêje ku peyvên zêde û bê armanc nebêje. Ez bixwe ji vê gotinê ewha fam dikim. Lewma Montaigne gotiye; “însan bi tenê bi peyvê însane û bi peyvê bi heva tê girêdanê”.
Gotin karekî gelekî girînge. Dixwazî bi nivîskî an bi devkî be, pêwiste bi awayekî zanistî û edebî hest, fikir û ramanan şîrove bike û derbixe holê. Ew dem, xwendevan û gohdarvan jî acis nabin. Dema ku acis nebin, dîtina rastiyê hêsan dibe.
Gotina xweş çiqas huner be, xwendin an gohdarvaniya rast û xweş jî ewqas huner e. Amûrek peyvê jî ziman e. Ziman biniviskî an bi devkî, emê li vêder bi yek wateyê bikar bînin. Ziman wênesaz be, guh çav e. Ziman ekla xwe sivik bike, guh tehma xweş hiltîne. Amûrê şîrovekirinê ziman be, amûrê famkrinê jî guh e. Ezê di mijarek din de li ser guhdarvaniya rast jî ramanên xwe binivisînim.
Kîlîta vekirina hemû deriyan û deriyê dilan peyva xweş û şêrînê. Ew jî guhdarî, xwendin û zanîn dixwaze. Dibê em baş bizanibin ku peyv ji bo fikir û ramanan him av, him agir e. Him dikare ramanê veke û tazî bike, him dikare serê binixême û bigire. Li gotinên xwe miqae bin. Jiber her derxistina her gotinek ji gelek venêran derdikeve. Her peyvek kerbîçê avahiyeke ramaneke.
Jîr Jan Amedî