Peyvên ku zayenda wan nêr lê wekî mê tên tewandin
Wek tê zanîn, zimanê kurdî zimanekî zayendî ye.
Ji lew re peyv an nêr an mê an jî nêtar in. Mebest ji peyva nêtar jî ev e: Peyvek dibe ku hem nêr û hem jî mê be. Peyv gava ji bo kesê ku zayenda wî mêr be dê wekî nêr û gava ji bo kesa ku zayenda wê mê be jî, dê mîna mê bê bikaranîn. Ji bo nimûne, em bêjeya heval hildin dest:
Eger em vê peyvê ji bo jin û keçan bi kar bînin, divê em peyvê wek ku mê be bipejirînin û veqetandeka yekejimariyê ya binavkirî ya zayenda mêtiyê /-a/yê bînin paşiyê, na eger em kesê heval wek kurik û mêr hesab bikin, îcar divê em veqetandeka yekejimariyê ya binavkirî ya zayenda nêrîtiyê /-ê/yê bînin paşiya wê: Hevala delal ji kerema xwe re, hinek bêdeng be.
Hevalê delal ji kerema xwe re, hinek bêdeng be.Digel vê yekê di zimanê me de, ji aliyê zayendê ve li ser hin peyvan jî lihevnekirinek heye. Li herêmeke ku peyv wek ku nêr be hatibe pejirandin, tu dibînî li herêmeke din îcar wek ku ew mê be hatiye qebûlkirin. Tew tiştekî din î balkêş heye. Di heman herêmê de tu rast lê têyî ku peyvin hene carinan wek mê û carinan jî wek nêr tên bikaranîn. Der barê vê yekê de ez dixwazim çend nimûneyên balkêş derpêş bikim. Ji bo mînak, di kurmancî de bi awayekî piranî peyva por wek nêr hatiye tercîhkirin. Lê li hin herêman îcar ew mîna ku mê be hatiye tercîhkirin:
Porê min dirêj e.
Pora min kurt e. Rihê min kin e, hewce nake ez kur bikim.
Riha min dirêj bûye divê ez kur bikim.
Birincê Qerecdaxê meşhûr e.
Birinca ku te çêkiriye rijî û kelê ye.
Îcar min divê ez çend peyvên ku li heman dever û herêmê hem wekî nêr û hem jî wekî ku mê bin tên bikaranîn, wek mînak bidim: çax, wext, sedem, soz, qanûn, savar...
Tiştê ez dixwazim jê çêl ango behs bikim, ne ev rewşa hanê ye. Ev jî aloziyek e ku divê çareserî jê re bê dîtin. Ji ber ku ev ne peyvên nêtar in û lewma jî divê ku "nêremê" bin. Ji lew re, ji bo ku ji aliyê zayenda peyvan ve jî standardek, hevgirtinek, pîvaneyek pêk were, hewcedariya me biserûberkirina vê yekê jî heye. Peyvên wiha an nêr an jî divê mê bin. Biryardayîna li ser zayenda wan tiştekî pêwîst û jêneger e, loma em nikarin biavêjin pişt guhê xwe..
Lê çawan min di paragrafa li jorê de jî got, mijara nivîsê tiştekî din e. Mijar û dabaş ev e: Di zimanê me de peyvin hene ku zayenda wan bi awayekî gelemper ji aliyê raya giştî ve wek nêr hatine pejirandin, lê îcar di dema tewangê de wek ku ew mê bin tên tewandin. Ez dixwazim sedemê vê yekê bizanibim, lewma serê xwe li ser vê rewşê diêşînim.
Em di zimanê nivîskî de çendî bixwazin vê çewtiyê sererast bikin jî, di hin peyvan de ew yek dijwar dibe. Ew peyv rê nadin ku mirov têkilî zayenda wan a tewangê bibe. Di çaxê tewangê de te bivê û nevê tu neçar dimînî û şaşiya tewangê dikî. Ji ber ku ev awa bûye mîna xeletê meşhûr. Îcar dibe ku ji ber zimanê me hînî vê şêweya devkî bûye lewma awayê rastkirî ji me re xerîb tê. Lê bi rastî min di lêgerîn û lêkolînên xwe de dît ku deverên awayê ergatîfî û tewangê baş bi kar tînin jî, di wextê çêkirina hin terkîban de, digel ku peyv di devoka wan de nêr in jî, wekî ku mê bin ditewînin.
Em bi nimûneyan li ser van çend peyvên ku zayenda wan nêr e lê di çaxê tewangê de wek mê tên tewandin, rawestin. Bila peyva me ya pêşîn hesp be. Her kes dizane ku peyv nêr e, lê di dema çêkirina terkîban (ravekan) de, li hin dever û herêman mîna ku hesp peyveke mê be ditewe û /-ê/ya tewanga yekejimariyê ya binavkirî tê paşiyê. Mînak: Barê hespê giran e. Ev hevok bi awayê rêzimanî dikare bi sê şêweyan bê sazkirin: Barê hespî giran e.Barê hêsp giran e.Barê hesp giran e. Hevoka dawîn, peyva hêsp (ku zayenda vê peyvê nêr e), dikare li gorî rêzika tewangê ya ji bo peyvên zayendnêr neyê tewandin. Ji ber ku di zimanê me yê devkî de, tewanga nêrîtiyê li hin herêman hema bibêje ji bilî çend peyvan bi temamî ji holê rabûye. Lê hin peyv hene ku em bixwazin li gorî rêzika rêzimanê ya der barê zayenda peyvan û tewanga wan de bi awayekî sererast bi kar bînin jî, lê em nikarin. Bêjeya çep, an jî peyva rast ji wan bêjeyan in. Mînak:Li milê xwe yê çepê nihart.
Bi aliyê rastê ve çû.Wek tê dîtin, di her du hevokan de jî bêjeyên çep û rast bi /-ê/yê hatine tewandin, lê peyv wek ku zayendên wan nêr be, ji aliyê gel ve hatine pejirandin. Em bi dana çend peyvên din, berdewamî bi nivîsara xwe bidin. Nimûna pêşîn ji bo nîşandana veqetandeka yekejimariyê ya zayenda nêr a binavkirî ye û nimûneya duyemîn jî, ji bo tewanga yekejilariyê ya zayenda mê ya binavkirî ye.Li rast û çepê xwe binêre.Tu li aliyê çepê here ez jî li hêla rastê biçim. Xelkê kurd doza mafên xwe dike.Ji xelkê re bibêjin ku bila teşqeleyan çênekin.Barê xwe li kerê bike.
Ew li ber aşê ye.Agir berdaye kayê xwe daye ber bayê.Gazî bavê kurikê (an jî lawikê) bike.Ev rewş ne di nav hemû kurmancîaxêvan de wisan e, herêmên ku tewanga wan jî rast bi kar tînin hene. Mesela herêma ku tewanga nêrîtiyê ya yekejimariya diyar bi /-î/yê pêk tînin, di şûna qertafa tewangê ya yekejimariya binavkirî /-ê/yê de, wê datînin û meseleyê çareser dikin, lê herêmên ku tewanga yekejimariyê bi guhartina /a/ an jî /e/yê ya di binyata peyvê de pêk tînin, hema bibêje bi awayekî giştî vê şaşiyê dikin.Barê xwe li kerî bike.Ew li ber aşî ye.Ew li ber êş e.Xwe daye ber bayî.
Xwe daye ber bê.Gazî bavê kurikî (lawikî) bike.Gazî bavê lêwik bike Ez rast lê nehatim ku kes peyvên çep û rast bi awayên çepî/rastî an jî çêp/rêst di dema çêkirina terkîban (ravekan) de ditewînin: Li milê xwe yê çepî (çêp) nihart.
Bi aliyê rastî (rêst) ve çû.Çendî bi awayê gramatîk ev şêwe bikaranîn rast bin jî, digel pirs û lêpirsînan jî ez bi xwe rast li van awayan nehatim û bi ser wan ve nebûm.
Ev peyvên ku me di van hevokên nimûneyî de bi kar anîne, hemen hemen her kes li ser wan hemfikir e ku zayenda wan nêr e, lê di wextê kişandinê de ku bi wan terkîb çêdibin, zayenda wan diguhere, dibin mîna peyvên zayendmê. Ev ne rêzikek ango qaydeyeke ku peyvên zayendnêr di dema pêkhatina terkîban de dibin peyvên zayendmê. Na ez tiştekî wisan nabêjim. Min tenê xwest di vê nivîsarê de balê bikişînim ser vê rewşa heyî û em bi hev re serê xwe li ser sedemên vê yekê biêşînin da ku em rastiya wan fehm bikin. Mirov dikare bêyî ku baş di sedemên vê yekê bifikire û bibêje, dibe ku berê zayenda wan mê bûye îcar paşê bûye nêr. Lê bi ya min ev gotineke bêserûber e û dûrî rastiya zanistî ye. Ji ber em dibînin, peyvên ku ji bo tiştên zayenda wan bi xwe nêr e, tên bikaranîn, di dema terkîban de wekî ku mê bin tên hesibandin û ev rewş di wan de diqewime. Mesela peyva hesp, peyva kurik (lawik). Temam, em bibêjin ku peyva "ker" ji ber ku hem ji bo nêreker û hem jî ji bo manker ango kera mê tê bikaranîn lewma tevliheviyek çêdibe, ji lew re ew wek peyveke nêtar dikare bê qebûlkirin. Lê peyvên dinş!Lê tenê, niha ev yek tê bîra min û dixwazim bibêjim. Îhtimal heye ku di dema çêkirina terkîban de, li hin deveran /-î/ya tewanga yekejimariyê ya binavkirî ya nêrîtiyê li /-ê/ya tewanga mêyîtiyê ya yekejimar a binavkirî dageriyabe. Ango di şûna awayê tewanga peyva "xelkî" awayê "xelkê" cih girtibe. Ev yek ji bo peyvên din jî dibe ku wisan be. Bi dana çend nimûneyan em roniyê bixin ser mijar û dabaşê:
Li milê çepê bizivire û here (ango li milê çepî bizivire û here).
Ji xelkê re çi yeş (ango ji xelkî re çi yeş.)
Barê xwe li kerê bike (ango barê xwe li kerî bike.)
Ew li ber aşê ye (ango ew li ber aşî ye.)
xwe nede ber bayê (ango xwe nede ber bayî.)
Gazî bavê lawikê bike (ango gazî bavê lawikî bike.)
Helbet ez naxwazim bibêjim bi awayekî misoger û vebirî ev yek wisan qewimiye û awayên wan ên rast berê ev bûne. Ango tewanga wan bi /-î/yê bûye û paşê li /-ê/yê dageriyaye. Ev yek ji min re niha rast tê, dibe ku rastî tiştekî din be jî.