PIRA DEMÊ,pira,demê

PIRA DEMÊ

A+ A-

Danê rojê ya herî germ ya demsala havînê bû. Kalê Serdar pala xwe daye dara gûzê, wîlo bê deng di bin siya dara guzê de li kur, bûk û nêviyê xweyê ku di bin wê roja germ de ku heta mêjiyê hestiyê mirov jî dikelîne, temaşe dikir. Kalê Serdar piştî mirina Zînê bê deng, xemgîn û hîn jî di hembêza şîna wê de dijiya.

Kalê Serdar bi temaşekirinê re ber bi paşeroja xwe ve diherike, dikeve nav derya xeyalên ciwan û kêfxweş û bi vê xeyalê re dikeve nav xewnên bê veger yên ciwantiyê: Di destê Serdar de tirpan, genimê sor diçine. Diya wî, jina wî û du kurên wî li pê wî sapên genim berhev dikin. Lê Serdar bi her libakirina tirpanê re qandê du devê bîçerê genim diçine. Dema ew germahiya ku heta mêjiyê hestiyan jî dikelîne tê digê wan, taximê lêxistina tirpan û tirpana xwe digre diçe li bin siya şitila guzê ya hîn xwe nû bi pelan xemilandibû, rûdine, taximê xwe saz dike, bi çakûçê ku ji kalê wî ve mabû tirpana xwe wek devê şûr tûj dike. Serdar piştî tûjkirina devê tirpanê solê xwe derdixe, datîne bin serê xwe û ji bo demek kurt dikeve nav xeyalên hunikahiya buharê. Û huma piştî jixeweçûyîna Serdar, Zînê tê çixina navrojê radixe,  dere kaniya serewê ji ava kaniya serewê sewilê dew, dewê ku di germahiya havînêde bûye cemed, derdixe tîne ser sifra navrojê. Diya Serdar pîvaza hişk bi humpika xwe hurdike, zîlika pîvazê dide hêla Serdar. Serdar wê rabe destê xwe bişo bê ser sifra navrojê ya di bin siya dara gûzê ya piçûkte rûne. Hîn navroj xelas nekiribûn bêdera genim ya li hember wan heziya, dileqiya. Hemiyan  dev ji navrojê berdan li hezandina bêderê dinêriyan.

“Ev çiye”?

“Ez bibêm mar, mar nîne, marek ewqas kare bêderê bileqîne? Vayîn heywan meywan nebin?”

“Dayê, ka kerê me? Kerê me nebe?...”

Li ser sifra navroja ya di bin siya şitla gûzê de pirsan hejmar li hev badidan. “Serdaro, hele here, lê binêre ev çi ye?”
Serdar radibe solê xwe dike lingan, ji ber her talûkê tirpana xwe dike destê xwe, ber bi bêdera genim ya îro hîn nû kom kiribû ve meşiya. Bêdera genim ji serê sibê hata danê nîvro qandê dirêjiya sê zilaman dirêj, qandê şûna xaniyekî fereh kom kiribûn. Bi rastî jî paliyên mala Serdar, ji ber Serdar serê xwe ditewandin, ber xwe nedidan, huma xelas dibûn, îcar diçû alîkariya xisman û cîranan. Rojekê dîssa wexta paliya bû, serdar paliya xwe xelaskiribû çibû alîkariya cîranê xwe, cîranê wî ji ber ku paliya pênc rojanda encax xelas dikir, Serdar berbangê, hîn roj hişyar nebûye diçe heta pale tên genim giş li erdê xistiye. Palê wî giş şaş û mat dibûn... Serdar bi devê tirpanê sapên genim dide alî, ber bi kaniya leqandinê ve hêdi hêdî nêzîk dibû. Êdî Serdar jî xûya nedikir, ew jî tevahî ketibû bin bêderê. Serdar çend buhist ma bigê kaniya leqandinê çi bibîne? Bavê Serdar bi rî, por û bi fîstanê sipî, ji bin lingê wî nûr difiriya, bin bêderê wek roja havînê ronahî kiribû. Ji destê Serdar tirpan dikeve, şaş û mat dibe, nizane çi û çi bibêje.

“Kurê min, ez hatim pê te. Dê, xwuşk, bira, Zîn û bi taybetî jî min zahf bêrya te kiriye. Ji xwe li vir êdî karê te nemaye. Hadê em herin. Nuha hemî li benda me ne...”

Hezandina bêderê rawestiya, lê Serdar xûya nebû. Di pêşiyêde Zîn malbat tev ketin meraqê. Hemî rabûn bi qalûç û yawan çûn bêder belav kirin, lê mixabin tu şopa wendabûna Serdar nedît in. Dest bilêxistina li çogan û li  ruyan kirin, û  lorînên li ser Serdar dirêj, dilind dibûn. Û ev lorîninan  kezeb û dilê mirovan dişewitand …

Bûka Kalê Serdar ya herî mezin ku navê wê jî Zînê ye ji bo navrojê berî paleyan tê navrojê amade dike. Pale bi hatina saet donzdan re tirpan, qalûç, yawe û tirmixên xwe datînin, tên ser kaniya serewa ku sal bi sal ava wê kêmtir dibe, dest û çavên xwe dişon, tên bin siya dara guzê. Nêçîr pêşiyê  diçe deriyê texsiyê vedike, mûzîkê vedike, dengê wê bilind dike, caman dadixîne jêr, her çar deriyan jî vedike tê li ser sifra navrojê ya ku amoja wî amade kiribû, solê xwe datîne rûdine.

“Ka we hîn bang kalo nekiriye? Ma kî qayile ji bin vê siya dara guzê ji xew rabe? Kalo rabe, derenge. Kalo, kalo rabe dewê te di tasê de germ bû. ”

“Ma ji dengê mûzîkê deng diçe? Nêçîr, rabe zû dengê vê mûzîkê çîçkî daxine. Êdî serê me êşiya.”

Nêçîr diçe dengê mûzîkê çîçkî dadixine, tê car de li ser sifrê rûdine. Amoja Nêçîr û diya wî hîn pîvaz, balcanê sor, îsot û xiyar ji bo seletê hûr dikirin.

“Nêçîr, biçe alîkariya xwuşka xwe, xwuşka te tenê nikare wî sewilê dêw bîne.”

“Ma ez tenê heme? Ji xwe hûn her karekî ji min re dibijên, tu here bike. Ma çima hûn ji Rodan re, ji Dîlanê re, ji Ardil re nabêjin?”

“Ew mezin in.”

Nêçîr bi gotina bavê xwe re diçe bi Rojînê re bi qulpê sewil digirin tînin. Bi hatina wan re her tişt amade bûye êdî karin dest bi xwarinê bikin. Kalê Serdar hîn ranebibû.

“Kalo, kalo”
“Rodan bang bawo neke, bila ji xwe re rakeve. Me ji bo wî, xwarin hilanîye. Kengê rabû, bila ji xwe re bixwe”
Du kur, du bûk û neh nêviyê Kalê Serdar li dora sifrê civiyan e, navrojê dikin. Û Kalê Serdar jî huma pênc gav ji wan dûr di xewek buharêde dijî. Êdî kî kare wî ji wê xewê hişyar bike?

Hîn navroj xelasnekirîbûn, bêdera li hember wan heziya û hezandin domiya. Bi xişîniya bêderê hemî dev ji xwarinê berdan li bêderê nêriyan. Ji xwe bêder jî hîn piçûk bû, encax pênc pişt hebûn.

“Rodan, wê yawê bigre, here ew çiye?”

Rodan radibe, yawê digre dere, heta digê ber bêderê hezandina bêderê radiweste. Dîsa jî Rodan bi yawê bêderê ser û bin dike lê tu tiştî nabîne. Lê tenê di bin bêderê de qulikek piçûktir dibîne. Rodan dîssa bêdera xwe çêdike vedigere bin dara guzê. Rodan hîn negihîştibû bin darê, dengekî nizm ji Kalê Serdar hat. Nêçîr rabû ku biçe li kalê xwe binêre, hîn gava xwe ya yekemîn navêtîbû, ji delinga şalê Kalê Serdar marekî belek herikî hat der.

“Bawooo! Mar, mar. Ji delinga şalê kalo…”

Marekî reş û belek weke weris dirêj, ji delinga şalê Kalê Serdar herikî, wenda bû.

Hemiyan destên xwe avitin tiştekî. Çi hat destan; tirpan, yawe, qalûç dirmix, das, kevir û şiv. Heta tiştek kirin destê xwe, çûn, mar jî  şopa xwe wendakir. Hindik li mar digeriyan, hindik jî hatin ser Kalê Serdar. Mixabin çi kirin nekirin Kalê Serdar ji xewa buharê hişyar nekirin. Bedena wî cemidî bibû, çavê wî girtî bûn û dilê wî jî rawestiyabû êdî. Huma laşa Kalê Serdar kirin texsiyê, ber bi nexweşxana Erqenî ve li pê gazê kirin. Ardil laşa kalê xwe deh deqeyan de gihan nexweşxanê.  Rodan, Dîlan û bavê xwe Ardil û bavê xwe li ber deriyê nexweşxanê li benda nûçeya bijîjk bêdeng rawestiya bûn. Ji xwe Rodan li bin dara guzê gotibû kalo miriye. Lê bavê wî nedixwest bawer bike. Belkî em bibin nexweşxanê çê bibe.

Piştî bîst deqeyan bijîjk tê:

“Serê we sax be. Li gorî gotina we, me tu şopa mar pêgirtinê nedît. Bavê we bi umrê xwe(bixwe bixwe) mirî ye. Xemgîn im.”


Gotinên miftehî :