Pira Mala Badê
Carinan pişaftin wisa mêjî dişo û bîra mêjî tevlihev dike ku mirov nizane çi dibêje. Lewre bîra mirov, bîra mirovê bindest şolî ye. Navê Pira Mala Badê kirine / yan jî bûye Malabadî û em nafikirin ku kîjan rast e!
Lê ku mirov hebikî li ser bifikire, ku peyv kodên çand û dîrok û ziman in, aşkera ye ku Pir+a+Mala+Bad+ê, Pira (malbat, eşîr, azbet..) a ku navê wan Bad e ku her kes dizane; Bad Kurê Dostik, avakarê Dewleta Merwaniyan û pêşkêş û bavikê eşîra Badikan e ku ev eşîr hê jî li herêma Mûş-Çewlik û Silîva zindî ye. Yanî Malabadî şolîkirina hiş e.
Dîsa li gorî dîrokê di sala 1147’an ji aliyê Begîtiya Artukluyan ve hatiye çêkirin, lê ez ne bawer im. Hûn ê bibêjin çima? Artuklu çima wê navê Mala Badê lê bikin? Û serdestan xwestine ku avahîsaziya kurdan înkar bikin. Ku mirov bifikire ku dewleta Merwaniyan di 1085’an de hilweşiya be jî bandora wê domiyaye.
Bi vê mebestê dixwazim du çîrokên têkildarî Pira Mala Badê bi we re parve bikim.
Yek; Bad, evîndarê keçikeke ku li aliyê din ê çem dijî ye. Li ser çem pira tune ye. Bad nikare xwe bigihîne dildara xwe. Her roj her yek ji aliyekî, bi bangewaziyê bi hev re dipeyîvin. Arê evînê dilê wan diperitîne. Rojekê keçik li avê dixe û bêyî ku bigihîje cem Bad, dibe dilopek ji pêlên avê û di avê de winda dibe, lêgerîna Bad tu encamê nade. Radibe diçe cem Mîrê Silîva û dibêje “were em pirekê çêkin ku dildar bi rehetî herin cem hev.” Mîr hurmetkarê evînê ye. Zilamên Mîr dest bi çêkirina pirê dikin, lê heta nîvî tên kember zêde bilind dibe, hev dikarin çêbikin. Mîr bangî Bad dike, dibêje, “ma tu dikarî pirê biqedînî?” Bad wisa bersivê didê, “ku ez pirê biqedînim ez destê te yê rastê di zendê wî de jêbikim, dijberê wê tu destê min jêbike.” Wisa li hev dikin û Bad pira nîvco bi tena serê xwe, bi hêza evîna dildariyê, diqedîne û destên Mîr jê dike û navê pirê dikin “Mala Bad” ango Pira Mala Bad, Pira Mala Badê… Tê gotin ku ew nîgar-rismê destê jêkirî ku li nîvê pirê ye, sembola destê Mîr ê jêkirî ye.
Dudo; Piştî 9 qirn î çêkirina vê pirê, êşeke xemdar î serîbilind jiya li ser vê pirê. Rindexana keça Mihemedê Eliyê Ûnis piştî bi binketina Serhildana Sasonê ya di sala 1926’an de dîl dikeve destên artêşa tirk û fermandarek ji ber xweşikiya wê serxweş dibe û dixwaze dest biavêjê.
Rindexana xweşik a şervan a birîndar a biaqil wisa dibêje; “Ez hêsîrê we me, hûn dikarin her tiştî bi min bikin, lê di nav sînorên xaka malbata min de ev nabe, hûn destdirêjiyê bikin ez ê xwe bikujim. Çemê Êlihê sînorê me ye, piştî wê derê tu dikarî têkildarî min bibî.” Dema ku tên ser Pira Mala Badê, Rindexan dixwaze cara dawîn li xaka bav û kalên xwe binêre û ew jî destûrê didinê. Û hêdîka dimeşe ser pirê û xwe diavêje bextê pêlên çemê pîroziya axa xwe. Beriya ku xwe bavêje, dibêjin wisa qîriyaye;
“Ez im rinda Rindexan
Keça mîr û axa û çiyan
Ey tirkê tacik
Karê we çi ye li van ciyan
Rinda bûye namdar
Ez dimirim, birîndar û bê zar
Teslim nabim destên neyar û naçim bê ar.”
Divê peyamên çanda xaka me ya pîroz bibin delîl û ronahiya me. Bi hêviya zelalkirina bîra kurdewar a dilê serhildêr ê şoreşger, welatparêz, demokrat û evîndarê mirovahiyê…
Feratê Dengizî