Pirs
Li bersivan digerim, ango pirsên min hene. Guherîn, pêşketin, dahênan, felsefe, lêgerîn, lêkolîn û her wekî din encama pirsan in. Bedelê pirsan jî hene û ez amade me ew bedel bidim, pirsên min hene. Pirsên min ji civaka min ji rêxistinên min, rewşenbîr û nivîskarên min, rêber û rêveberên min in. Bersivên pirsên min bersivên man û nemana nirxên min ên neteweyî ne. Bersivên rêlibergirtina têkçûna hebûna “kurd” e.
Em dest bi pirsan bikin:
Pîvanên netewebûnê çi ne? Ziman yek ji wan pîvanên netewebûnê ye an na? Bersiv erênî be, civaka kurd çima bi hewldaneke mezin ji zimanê xwe direve? Kîjan rastiyên sosyolojîk sedemên vê encamê ne? Saziyên me yên akademîk çi lêkolînên zanyarî kirine li ser van sedeman? Lêkolînek di nav malbatên kurd de hatiye kirin ku çima di nav mala xwe de bi zarokên xwe re bi zimanê xwe naaxivin? Ji sedî çend ên zarokên kurd bi zimanê xwe dizanin?
Berpirsiyariyên rêxistinên siyasî di vê pêvajoyê de çi ne? Saziyên akademîk di vê berpirsyariyê de ew hişyar kirine an na? Nivîskar û rewşenbîrên me di rêlibergirtina otoasîmîlasyonê de çi karî dikin?
Pirs dikarin zêdetir bibin, di encamê de her yek ji me xwedî bersivek e jî, lê yek ji wan bersivan ne rast e. Ji ber ku di nav civakê de tu xebatên sosyolojîk nehatine kirin. Di destên me de îstatîstîk nînin. Cî bi cî tu lêkolînek nehatiye kirin. Jixwe saziyên heyî jî têrî vî karî nakin. Nexweşînek dijwar heye lê analîz û teşhîs tunene. Ji ber vê yekê jî projeyên ku rê li ber vê pêvajoyê bigirin dernakevin holê. Hewldanên biçûk ku têne meşandin jî ji ber van sedeman têk diçin. Di destên akademîsyenan de materyalên zanyarî tunebin nikarin teşhîsek rast li problemê deynin.
Ev bar li ser pişta herkesî ye. Saziyên heyî divê bi lez şertên lêkolînê amade bikin û di cî de dest bi îstatîstîk û analîzên xwe bikin. Akademîsyenên kurd jî di bin sîwana saziyek de van raporan binirxînin, pê re jî teşhîsa xwe deynin. Xaleke gelek grîng jî, divê rêxistinên me yên siyasî jî di organîzekirina van karan de piştgirî û alîkariya van sazî û dezgehan bikin. Rewşenbîr û nivîskarên kurd rêberiya vî karî wek berpirsiyariyeke dîrokî hilgirine ser milên xwe û ji bo hişyariya gel bixebitin.
Netewe bê ziman nabe, em tev vê yekê dizanin û em tev dizanin ku li bakur neteweya kurd ber bi bêzimanbûnê ve diçe. Encamên vê yekê wê gelek trajîk bin. Ji niha ve ziman bûye zimanê xwenda (ku hejmarek gelek biçûk e) û zimanê nivîskar û rewşenbîrên kurd. Ziman ji nû ve nebe zimanê civaka kurd, hebûna ziman a di nav bijareyan de bêwate ye. Ji ber ew bijare jî wê rojek dev ji zimanê xwe berdin, lewre wê bazara wan nemîne û tu tiştek ku bazara wî tunebe, hebûna xwe nikara biparêze.
Pirsa min a dawî ev e: Em dê çi bikin?