Pirsgirêkên Teknîk ên Netewa Me
Gelek pirsgirêkên me hene. Em her roj li ser hin pirsgirêkan diaxivin. Hin ji wan jî, qet nayên axaftin. Pirsgirêka Netewa Me ya Di Warê Teknîkê de jî wek ji van e. Teknîk her roj jiyana me hêsantir dike. Bi taybetî jî kompûter. Lê mixabin ev hût, an jî dêwên mîna çîrvanokên Mîrze Mihemed, her roj me û zarokên me ji netewa me diqetînin, dihelînin, dadibelînin aşika xwe. Çi ye çare?
Çare çi ye, nayê zanîn. Em her kes dikarin qala çareyekê bikin. Belkî çareya wê qet tune be. Belkî ev qansêrek be di bedena me de û me biqedîne. Belkî bi hêsanî were çareserkirin. Lê tiştekî rast heye li holê: Ew jî ev e ku her kesî çavê xwe ji vê yekê re girtiye û ji bo wê tu tiştekî nabêje. Çapemeniya kurd, kurdî û tirkî di amadekirina kovar, rojname, radyo, tv, malper û hwd de bernameyên xwe bi tirkî, erebî, almanî, farisî, frensî, îtalî, îngilîzî û hwd bi kar tînin. Kesên ku rûdinin û ji we re her roj qala kurdayetiyê dikin, di kompûterên ku bi zimanên biyanî dixebitin belavokan dinivîsin, gotar, çîrok, helbest û romanan dinivîsin.
Tu ji hinekan re qala kompûtereke ku bi kurdî dixebite dikî, wekî tu qala cenetê dikî xuya dibe:
-"Kompûterek heye, dema tu kêmasiyekê dikî bi kurdî ji te re dibêje: ''Te filan çewtî kir, serast bike'' û te hişyar dike.
-"Waaa? Ew çawa dibe? Tiştên wisa jî hene?"
Bi rastî tune. Pergaleke Xebatê bi vî rengî nîn e. Lê bi her zimanên dinyayê heye. Bi vî rengî roj bi roj pişaftina me bi destê teknîkê bi rengekî mezin pêk tê. Tirkiyeyê kurdî qedexe nekiriye, ereban û farisan nekiriye çi ye? Li Ewropayê jî kurdî serbest bû, ma teknîka kurdî li wir bi pêş ket? Na! Niha li Tirkiyeyê dema yek bernameyekê wergerîne kurdî, qey dê hinek wî/ê bavêjin girtîgehê? Na! Mirov Dikare Çi bike? Kesên di warê teknîkê de jîr û jêhatî hene.
Li vir dikarim navê çend kesan ji wan ciwanan bidim ku îro saziyek li wan xwedî derkeve, dê bibe saziya herî dewlemend a kurdan. Lewre li hemû dinyayê kes û saziyên ku bernameyên kompûteran saz dikin ji hemû dewlemendan dewlemendtir in. Lê mixabin saziyeke bi vî rengî nîn e. Bi tenê projeya Linux a Kurdî ku teqez dikare di navbera 3 mehan de biqede, dikare ji saziyeke kurdî re milyonek dolar hatinê bîne. Her wiha amadekirina Office bi kurdî dê dîsa bi qasî wê hatinekê bîne. Lê ev yek li ser pişta çend ciwanan maye ku hema ji wan re nabêjin “Dîno, dest ji vî karê beredayî berdin, ma tu yê kurdan ji pişaftinê rizgar bikî?” Û bi vî rengî kurd li hemû cîhanê teknîka xwe bi zimanên biyanî bi kar tîne. Ji ber ku baş bi zimanên biyanî nizanin jî, her tiştî nîvçe dihêlin û diçin. Tu dikevî malperekê, tu dinihêrî nêvî kurdî ye, nêvî tirkî. An jî nêvî tirkî ye, nêvî îngilîzî. Lê wergera sîstemeke malpersaziyê bi tenê danekî roja wergeran digire. Tu dinihêrî nivîskêr çîrokek nivîsiye, di çîroka xwe de 4 caran gotiye “nivês”, 2 caran gotiye “nivîs”, carekê jî gotiye “nivis.” Ji ber ku redaksiyon bi kurdî nîn e, ew li çewtiyên xwe hay nabe û nivîs bi wî rengî diweşe. Lê amadekirina bernameyeke redaksiyonê bi tenê 6 mehên yekî digire û dê CD’ya wê jî bi qasî CD’yên stranan were firotin.
Em kurd berî her tiştî bu kirdî dizanin. Piştî kurdî, em her yek bi zimanekî din jî dizanin. Ez bixwe bi kurdî û tirkî dizanim. Ji ber ku bername bi kurdî nîn in, ez jî bi tirkî bi kar tînim. Lê dema bernameyek bi tirkî tune be, ez nizanim bi îngilîzî bixebitînim. Heke ez bixebitînim jî, dê nîvçe be. Ev yek ji bo milyonan kurd jî wisa ye. Ez di encama vê nivîsê de tu gaziyan ji bo saziyên kurdan nakim. Ji ber ku ez baş dizanim ku êdî li Kurdistanê dê Sektorên Taybet ên Aborî dest bavêjin vê yekê û dê di demeke kin de ji aliyê aborî ve bibin dêw. Di nava çend rojan de hûn ê pêngavên nû di vî warî de bibînin.
(Ev nivîs di Azadiya Welat de hatiye weşandin)