1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Can Seker
  4. Pişavtin Ango Asîmîlasyon
Pişavtin Ango Asîmîlasyon,pişavtin,ango,asîmîlasyon

Pişavtin Ango Asîmîlasyon

A+ A-

Pişavtin ci ye gelo? Li gor NEê ( Nationalencyklopedi) : Neteweyek ku bi xwe an ji aliyê neteweyeke din ve bi daxwaz an bi zor dev ji çand, ziman, dîrok, nirx û rûmetên xwe yên din berde û çand, ziman û nirxên neteweyeke din ji xwe re bipejirîne û li gor wê canda nû bijî. Bi gotinek din; Transplantona mêjî ye, wek ku mirov mêjiyê xwe bikuje an jî yekî din mêjiyê mirov bi operasyonek ji serê mirov derxe, mêjiyekî li gor daxwazên xwe bike serê mirov, mirov bi wî mêjiyê nû bijî û tevbigere.


Pişavtin, kuştin û tunekirina gel û mirovahiyê ye. Di dîroka gelan de sûcê herî giran e. Li gor Wikipedia: Pişavtin prosesek e ku tiştek di nav tiştek din de tê helandin, wateya xwe, hebûna xwe wenda dike û dibe tiştek cuda.


Li gor min Pişavtin rengguherandin/guhartin û berevacîkirin an jî tunekirina nasnameyê ye! Mirov, netew bi çand, ziman û nirxên xwe û hwd. hene, ji dervayê van tiştên jimartî, kes nikare bahsa hebûna gelekî bike. Tiştên heyî jî, ji dîrokek wendabûyî pêştir tu tistek îfade nakin.


Di dîroka gelên kevnare û nûjen de gelek mînak hene: Li Almanya Sorber li bakurê Amerîka Çermêsor li Avustralya Aborîcîn li Danîmarka Cihû li Swêd Valon, Sam û hwd. Di dirokê de gelên bingehîn ji aliyê gelên nûhatî an jî gelên desthilatdar ve hatine pişavtin û xetereyên mezin bi xwe re anîne. Ji vir û çend meh berê min afîşek nazîstên Swêdê dît. Li ser afîşê weha hatibû nivîsîn; "Ji bo endametiya tirkan a EUyê Na! Endamkirina tirkan a EUyê tê wateya tunekirina gelê me!" Û li ser afîşê wêneyê serokê çermesoran ê dîlgirtî hebû, li binê wêneyê jî weha dinivîsî; "Ka şaristanî û gelê wî? Ka welatê wî? Ka zimanê wî? Ev mirov îroj di reservasiyonek de wek hêsîrek dijî! Bixêrhatina biyaniyan kir û ji her tiştên xwe bû!" Şirova vê afîşê ez ji xwendevanan re dihêlim lê bila neyê wê wateyê ku ez nazîstan xwedî maf dibînim. Ji bo ku ev xal kare were nîqaşkirin.


Ez bi dil û can tevlî nivîsa rêzdar Agirî Soran dibim. Tiştên ku ez difikirim ji yên wî cudatir nînin. Rexneyên min gelek in. Di serî de partiyên me yên siyasî; Zimanê dagirkerên Kurdistanê ji xwe re kirine zimanê sereke. Erebî, farisî û tirkî di kongre, civîn, axaftinên siyasî û di dibistanên xwe yên siyasî de bi kar tînin. Rêxistinên me yên çandî ku bi partiyan ve girêdayî ne: Bi talîmatên partiyên xwe derdikevin rê, fîlm, tiatro, skeç û hwd. bi zimanên dagirkeran pêşkêşî gelên xwe yên kurd dikin. Niviskarên me: Pirtûk, kovar, malper, rojname hwd. bi zimanên dagirkeran dinivîsin û diweşînin. Televizyonên me ji kurdî bêtir weşanên xwe bi zimanên dagirkeran dikin. Hûnermend, ozan, helbestvan hwd. bi zimanên dagirkeran distirên, hunerên xwe jî bi wî rengî diafirînin. Rewşenbîrên me xewnên xwe bi zimanê dagirkeran dibînin. Karmendên me di nav kar û barên xwe de bi zimanên dagirkeran tevdigerin. Gundiyên me bi xeyalên dagirkeran dijîn. Di dewet û şahiyên xwe de dîsa em sitranên wek " Yuru yuru konyalim yuru" distirên gobekên dagirkeran davêjin. Zarokên me di dibistanên dagirkeran de perwerde dibînin. Malbat di malên xwe de bi zarokên xwe re bi zimanê dagirkeran diaxifin.


Min bi xwe ji çend kesên ku xwe mîna rewşenbîrên kurd didin nasandin pirsiye: "Çima tu bi kurdî naaxifî?" Gelek caran bersiv bi ken û henek, wek ku tiştek baş dike, weha bûne: "Ez kirmancî nizane". Di nava hemû gelên cîhanê de peyva "nezanî" an jî "nizanim" peyvek negativ e. Her çi hîkmet be, ji bo rewşenbirên me yên kurd ên bi vî rengî "Bi zimanê xwe nizanim" wek rûmetek e. Çend roj berê min nivîsek rewşenbîrek me kurdan xwend, ez bi rojan di şokê de mam. Rewşenbîrê me yê ku 50 sal di nav çand û siyasetê de ye, weha nivîsîbû; "Ger ku dengek min hebe ez ê wî dengê xwe bidim partiya AKPe û nadim DTPê". Li gor xwe mesajek dide gelê kurd; "Dengê xwe nede xwe, bide partiya dagirkerê xwe". Ev partiya ku rewşenbirê me diparêze, yek ji partiyên dagirkeran e ku hebûna xwe li ser tunebûna kurdan dimeşîne û destê wan ji xwîna kurdan dernakeve. Heman partî van rojan qerarek di parlementoya xwe de derxistiye û ji leşkerên xwe re dibêjin fermo kurd li ku derê bin, êrîş bikin, wan tune bikin. Ez ji vî "rewşenbîr"ê me dipirsim; Guleyên ku ji top û tankên van dagirkeran bi ser kurdan de bibarin, xwîna kurdan biherike, dê PARA TE TÊ DE CIQAS BE?


Ev wêneya ku ez pêşkêş dikim wêneyeke gelek xerab, kirêt û tarî ye. Dema ku di nav neteweyek de rewşa rewşenbîran weha be, gelo dê mirov çawan bikare ji pêşgirtinek li pişavtinê behs bike?


Banga min li hemû kurdan e; çi rewşenbîr, çi jî kurdên welatparêz: Her çendî me hin tişt wenda kiribin jî, gelek destkeftiyên me jî hene. Xwe bi rêxistin bikin, dev ji çanda xwe, zimanê xwe, nirxên xwe yên resen bernedin. Piştevanî ji şervanên xwe yên azadiyê re bikin. Alîkarê hêzên xwe yên azadîxwaz bin. Ji guleyên ku ji lûleyên keleşan derdikevin û bi kurdî dilîlînin re li çepikan bidin. Rêz ji rewşenbîr û siyasetmedarên xwe yên resen û KURD re bigirin, li wan xwedî derkevin. Her wiha ku pêwîst bike, bikaribin ji wan hesaban jî bixwazin. Kurdistanê, serxwebûn û azadiya Kurdistanê û zimanê xwe ji xwe re wek xala herî bingehîn bibînin.


Ji nav vi gelî mixabin ku cerdevan, sixur û xayin jî derdikevin. Lê gelek lehengên me jî hene. Ala me, sirûda me, zimanê me hebûna me ye. Bêyî van nirxan ne ez ne tu ne jî kesek din, tu tiştek nîn e.


Gotina paşîn: Bang li hemû rêxistênên çandî, yên sivîl demokratîk, partiyên siyasî, rewşenbîrên resen dikim. Rexneyan li hev bikin, lê tu car neyarî an jî dijminatî bi hev re nekin. Têkçûna saziyek, rê li ber têkçûneke din vedike. Bi hev re em li dijî hemû gemariyên dagirkeran têbikoşin. Bi ya min pêşîgirtin û têkçûna pişavtinê di van xalan de veşarî ye. Li gel silavên germ


Can Şeker 

11 cotmeh 2007


Gotinên miftehî :