Piştî du hilbijartinan encamek
Îsal gelê me yê Bakur du hilbijartin li pey xwe hiştin.
Ji van hilbijartinan a yekem, Hilbijartina Herêmî bû ku gel ji bo hilbijartina Şaredaran û Endamên Mecîsa Şaredariyê çûn ser sindoqê û dengên xwe dan.
Ya din jî, Hilbijartina Serokomarê Tirkiyeyê bû.
Tevgera Gelê Kurd di hilbijartina herêmî de pir aşkere encama hilbijartinê ji pêşî ve dizanibû û ev yek gelekî berê hilbijartinê hatibû tesbîtkirin: ku dê gelekî hilbijêran neçin ser sindoqê, bi taybetî li herêma Amed, Mêrdîn, Êlih û dû re Şirnex û Culemêrg. Her wisa Tevgerê baş dizanibû ku dengên herî pir dê ji Riha û Serhedê bên û encamên hilbijartinê dan xuyakirin ku têkiliya gel û Tevgerê pir xurt e û ji ber vê jî agahiyên herî rast û pêjna lingên herî qels jî zû tên bihîstin.
Di hilbijartina Serokomarê Tirkiyeyê de jî ji zanîn û agahiyan wêdetir hêviyek hebû, ku dê kesên di Hilbijartinên Herêmî de neçûne ser sindoqê, di Hilbijartina Sorokomar de biçin û dengên xwe bidin. Mixabin dîsa li heman herêman asta beşdariya dengdanê kêm bû.
Her wekî tê zanîn, sedema zêdebûna dengên HDP'ê ya yekem û ya herî girîng ew e ku gelê kurd li tevahiya Tirkiye û Kurdistana Bakur derfet dît ku ji bo nasnameya xwe biçe ser sindoqê û dengê xwe bide. Ji ber ku di hilbijartinên din de berendamên kurdan (ji HEP'ê heta BDP'ê) li tevahiya bajar û navçeyên Tirkiye û Kurdistana Bakur tune bûn. Ev yek.
Lê li Kurdistana Bakurd beşdariya gel dîsa kêm bû. Ji ber ku kampanyayê bi gel neda famkirin ku girîngiya vê hilbijartinê çi ye. Sedemên hîn girîngtir jî hene, ku Tevgera Kurd ji meha adarê ve nirxandina vê dike û bi ser sedeman ve diçe û çareyan diafirîne.
Ya duyem, HDP'ê bi rastî jî xetek nû derxist holê. Bê çawa li Rojava xeta sêyemîn bi ser ket, li Tirkiyeyê jî ev xet dê bi ser bikeve.
Ev rastî li holê ye ku ev xet bi ser ketiye û dê pirtir bi ser bikeve. Divê were qebûlkirin, ku Tevgera Kurd berjewendiyên gelê kurd di asta herî bilind de dinirxîne û dû re li gor wê biryarên wiha distîne û gava xwe davêje. Di van biryaran de tu caran hesabên biçûk nayên kirin û demdemî nayê fikirîn.
Ya din jî, divê Tirkiye li dijî Tevgerê derketa. Û nehêla ku kurd hem li herêma xwe DBP bin û hem jî li Tirkiyeyê HDP bin. Ji ber ku hebûna van du partiyan, ji xwe mentiqa veqetîna Kurdistanê ye û riya ber bi serxwebûnê ve ye.
Helbet Tevgera Kurd gotina serxwebûnê di wateya klasîk û paşvemayî de bi kar nîne. Tevgera Kurd dema behsa serxwebûnê dike, di wateya asta herî bilind a azadî û serxwebûnê de tîne zimên. Lê di klasîkê de serxwebûn, tê wateya bindestiya di nav sînorên belîkirî de. Tevgera Kurd jî mirov dikare bêje di nav bêsînoriyê de serxwebûn û azadiyê diparêze. Serxwebûn divê ne bidûrketina gelan be. Dema wisa be, li cîhanê şer û pevçûn naqedin û dê tu kes, tu carî, di wateya rast de rihetî û aramî û azadiyê û serxwebûnê nebîne.
Tirkiye qaşo îro dewleteke serbixwe ye. Çima ku sînorên wê belî ye û dewletên din jî ev sînor nas kirine. Lê di rastiya xwe de, wekî ku tê zanîn, Tirkiye ne serbixwe ye. Ji tirkan bêhtir bandora dewletên din li ser îqtîdar û birêveçûna Tirkiyeyê heye.
Û wekî gotina dawî ya der barê serxwebûnê de: Tevgera Kurd û Serokatiya wê tu carî dest ji serxwebûnê bernedane û luksek wan a ku dest jê berdin jî nîn e. Tenê erebê najon pêşiya hespê.
Kurd heke dixwazin li Rojhilata Navîn serbixwe û azad bijîn, nexwe nikarin serê xwe têxin bin dawê û divê rastiya Rojhilata Navîn bibînin. Di vî warî de tu partiyên kurdan wekî Tevgera Kurd nikare aşkere biaxive. Ji ber her çar dewletên dagirker danexwariye. Ji ber Tevgera Kurd dizane ku hêza leşkerî di vî warî de diyarker e. Ji xwe ji ber vê YRK, YPG, HPG û HPN roj bi roj xurtir dibin. Xurtbûna hêza leşkerî bi êrîşên DAÎŞ'ê ên Rojava nehatibin famkirin jî, bi êrîşên wan ên Başûr baştir hatin famkirin. Ji ber ku DAÎŞ nikaribû li Rojava bi pêş ve here, kesî tê dernedixist bê êrîşeke bi çi rengî heye û parastineke leşkerî ya bi çi rengî hatiye avakirin. Ev hêz li Başûr çêtir hate famkirin.
Nexwe bi gotina kurt mirov dikare bêje; îro û sibe jî garantiya azadî û serxwebûna îradeya gelê kurd ev hêz e.
Di dema nîqaşên çekberdanê de xurtbûna leşkerî derket asta herî bilind. Aşkere ye ku hemû muxatabên Tevgera Kurd jî êdî baştir dizanin ku bêyî qebûlkirina hêza leşkerî ya kurdan ev doz çareser nabe. Lê tevî ku Tevgera Kurd bi hezaran caran nêzîkatiya xwe û pîvanên xwe û gelê kurd aşkere aniye zimên jî, hîn hinek derdor bi safane, hinek jî wekî bernameya "Anadoludan Görünüm" a TRT'ê êrîşî ser Tevgera Kurd dikin û wê bi tawanên giran tawanbar dikin.
Nexwe li ser vê xetê û bi vê armancê, rexnekirina HDP'ê bi paş ve kişandina kurdan e û bi dereng xistina hinek serkeftinan e. Li Kurdistana Bakur DBP dê di asta herî bilind de birêxistina xwe bidomîne û birêveberiya herêmê bike. Lê ji bo Tirkiyeyeke bi rastî azad, demokratîk û bi rastî serbixwe HDP pêwist e. Divê herî pêşî jî nivîskar û rewşenbîrên kurd bibînin ku heta Rojhilata Navîn bi destê kurdan û bi dilê kurdan neguhere, rihetî û xweşî û aramî ji kurdan re nîn e.
Nivîskar û rewşenbîrên kurd di asta herî bilind de, divê rexneyên xwe li kêmbûn û kêmasiya zimên, çand, huner û bîreweriya kurdewar bikin. Çawa ku Serokê Gelê Kurd dibêje "welatparêzî parastina axê, parastina çandê û parastina dîrokê ye".
Em bên serê gotina xwe.
Tevgera Gelê Kurd dizanibû ku di Hilbijartinên Herêmî de dê gel neçe ser sindoqê. Ji ber ku rêveberiyên herêmî di warê pêşvebirina çand, huner, sînema, şano, wêje û bîreweriya kurdewar de ne serkeftî bûn. Ji ber ku sozê dan gel bi cih neanîn. Ji ber ku hêviya gel gelekî pirtir û berfirehtir bû.
Lê rexneyên nivîskar û rewşenbîrên kurd jî herî pir di vî warî kêm û lawaz in. Rexneyên ku hene jî bêyî destê xwe bidin ser, li dora mijarê diherin û tên. Pirtir kesên kezebreş û yên ku Tevgera Kurd bi îxanetê tawanbar dikin, van kêmasiyên rêveberiyên herêmî bi kar tînin û bi ser Tevgerê ve tên.
Ya rast, rexneyên Tevgera Kurd ên di vî warî de ji her kesî gelekî berfirehtir, girantir û kûrtir in. Heta pirsgirêkên netewî yên Tevgera Kurd pê re mijûl dibe û jê re li çareyan digere û rojeva nivîskar û rewşenbîrên kurd gelekî dûrî hev in û ev bi serê xwe nîşan dide ku Tevgera Kurd gelekî pirtir di nav gel de ye, di nav avakirina gelekî kurdperwer û netewî de ye.
Hîn jî nivîsên li ser rewşa siyasî ya kurdan ên bi kurdî gelekî lawaz in û kêm in. Û ji ber kêmbûna vê yekê jî Tevger tê tawanbarkirin. Ya rast şervanên kurd li herêma xwe gelekî kurdewartir in û bi çand, huner, wêje û kurdîniyê gelekî têkildartir in. Lê mirov vê yekê ji bo wan ên "azad" ên li Bakur nikare bibêje. Nexwe rexne di cihê xwe de rast e.
Wekî encam; HDP'ê di Hilbijartina Serokomariyê de %9.8 standibe jî, heta %11.0 jî standiba, ev nedihat wateya ku di hilbijartineke giştî an jî herêmî de HDP bi ser bendava hilbijartinê ketiye û nedibû sedemê biryareke şaş. Nabe jî. Lê di warê lêgerîna îtifaqeke rast de cesaret daye. Ya girîng parastin û lêzêdekirin e.