PKK û Ergenekon
Diyar e her kes rastiyên xwe mîna yekane rastî dibîne û hewl dide, her kesî jî bi van ”rastî”yan bide bawerkirin. Madem ev çerx wisa dizivire, ka wê demê ez jî rastiyên xwe bibêjim:
Hemû tevger, rêxistin û partiyên ji derveyê PKKê, ji destpêkê ve û bi taybet jî kadroyên PKKê yên pêş, mîna ajan bi nav kirin. Digotin ku ”PKK herkesê ji derveyê xwe, mîna xayîn û ajan îlan dike”. Lê di rastiyê de wan bi xwe ev yek dane destpêkirin. Lewra hîn ji destpêkê ve ji kesên mîna Hakî Karer û Kemal Pîr re digotin ku ”ev ajan in”. Û hemû bi taybet kadroyên tirk û piştre jî yên elewî yên PKKê ji bo wan ajan bûn. Ji xwe ez bahsa Serokê PKKê nakim, lewra ew ”ajanê herî sereke” bû. Hîn jî wisan e ji bo wan û hîn jî kesên mîna Duran Kalkan, Mustafa Karasu û Alîhaydar Kaytan ”ajan” in, an bi gotina herî sivik, ”kesên bi şik in” ji bo derdor û ”rewşenbîr”ên ji derveyê PKKê.
Îcar ji Hakî Karer bigire heya Duran Kalkan û Abdullah Ocalan; gelo li ku derê ne? Jiyana xwe li ser çi dan û yên li jiyanê ne hîn, li ku derê ne? Baş e ji bilî PKKê, hemû serok, rêber û kadroyên pêş yên hemû tevger, partî û rêxistinên kurd ên bakurê Kurdistanê, çi kirin di van 35 salên dawîn de, niha li ku derê ne û çi dikin?
Pirs jiyanê dibişkêfin
Çima bahsa têkiliya PDK-YNK û dewletên derdorê an dewletan nayê kirin? Ma ez bûm hema piştî komkujiya Helepçeyî û Enfalê çûm min bi destê Seddam girt û ruyê wî maç kir? Lê ”Sandivîç Operasyonu”? Lê ji sedî 60-70 îhaleyên başûr ku dane saziya artêşa tirk OYAKê? Ma çima bahsa Qaziyê Nemir û têkiliya Sovyetê nayê kirin? Lê Berzencî? Ma dîsa ev derdorên ku êrîşê PKKê dikin nînin ku dema dikeve bahsan, dibêjin: ”Kurd çar aliyên wan girtiye û neçar in têkilî bi dewletên din re deynin”. Madem rastî ev in û di dîroka me de jî têkiliyên wiha gelek caran bûne, çima dema PKK dike, ev dibe karek xirab û ajaniya hêzên ji derve? Lewre dema ”nivîskar” û ”rewşenbîr” û ”siyasetmedar”ên ji derveyê PKKê bahsa vê yekê dikin, bi zimanek wisa dibêjin, an dinivîsin ku, bi zanebûn şik û gumanên bi vî rengî di serê mirovan de dikarin çê bikin. Ango ji xwe raste rast jî vê îdîayê dikin hin ji wan. Baş e, dema kîjan tevgera kurd a ji bilî PKKê bikeve van têkiliyan ew dibe adet û dema PKK hin têkilî ava bike, dibe qebehet, ma ne? Baş e rastî ev e?
Lê ka Ergenekon?
Ew tiştên ku ev ”rewşenbîr”, ”nivîskar” û Siyasetmedar” dibêjin, dewleta tirk bi xwe jî heman tiştî dibêje û demek dirêj AKPê li ser vê îdîayê siyaseteka pir qirêj jî meşand û hîn jî dimeşîne. AKP bû ”tevgera azadiyê ya li dijî Ergenekon û artêşê û hemû çeteyan” û PKK û Serokê wê jî bûne ”Ergenekon”!. Hemû ”Şoreşger” û ”Welatperwer”ên kurd ên ji derveyê PKKê jî, xwe bi çar dest û lepan avêtine ser vê siyaseta dewletê ya bi gemar. Lewra armanc tunekirin aPKKê bû, wekî din teferuat bûn!.. Ji AKPyiyan bêtir bûne milîtanên AKPê. Ji bo doza kurd bi xwe jî, tu carî ew qasî bi kelecan hewl nedabûn. Hîn jî di malperên xwe de vê ”xizmet”ê didomînin û bi programçêkeriya TRT-6ê têne bixelatkirin.
Pîvan çiqasî ketine ma ne. Lê hîn maye:
Ev kadro û rêberên pêş ên gelê kurd bûn. Niha ji bo debara xwe milîtaniya AKP ya faşîst dikin.
Li Swêdê, 30 saliya DDKDê pîroz kirin çend sal berê. Dansozan anîn wê ”pîrozbahî”yê û heya derengê şevê bi slogana ”DDKD naqede” şûşeyan li hev xistin. Piştre, mîna ku karek pir baş kirine, wêneyên wê ”pîrozbahî”yê, li gel wêneyên dansoza xwe ve, di malperên xwe de weşandin. Îcar bi zanebûn an nezanî, Ergenekoncîtî ev e. Lewra ev dejenerekirina tevgera kurd, pîvanên siyaset û şoreşgeriya kurd e û bêrêziya li hemberî bi hezaran kadroyên dilsoz e ku bi salan di nav van tevgeran de ji bo xiyalên xwe têkoşiyan, bedêl dan.
Piştî sekreteriya 35 salan a partiyeke kurd, xweavêtina hemêza hukûmeta faşîst û dewleta dagirker e Ergenekoncîtî. Pasîvîzekirin û multecîkirina tevgera kurd e Ergenekoncîtî. Hedef şaşkirina armanc û têkoşîna gelê kurd e Ergenekoncîtî.
Ma pirêza her kesekî diyar e, hema li wan pirêza binihêrin, dê her tişt bê dîtin. Lê bêyî berçavkên manipulekirî û ”rêxistinî”, bi çavek tazî ya dilsoziya kurd.
Ev kêmasî 35 sal in, bi qasî ku dijminahiya PKKê kirine û dikin, ew qasî enerjiya xwe bidana ser dewletê, dê niha tiştek bûna. Lê tu ji wan pirs bikî, sedema her tiştî PKK ye, sedema pêşneketina wan û têkçûna wan jî PKK ye. Hûn hemî nekarîne bibine bi qasî PKKê, ma sûcê PKKê çiye? Îcar niha ji nû ve rabûne doza rêberiyê dikin. Ez mînakek bidim ji bo vê dê baştir bê famkirin: Mêrikek extiyar, bi rê de diçe û bê hemdê xwe tirek dike. Pir şerm dike û pê re jî bi deng dibêje ”Extiyarî û hezar eyb”. Lê piştî ku li dora xwe dinihêre û dibîne ku kesek tune, îcar wiha dibêje ji xwe re: ”Wele tu dema ciwaniya xwe jî eynî tişt bûyî.” Îcar me ciwaniya wan diye çi kirine, em dizanin di dema extiyariya xwe de jî dikarin çi bikin.
Îcar sedema dijminahiya wan a PKKê, ji min ve xuya ye. Lewra PKKê pîvanên şoreşgeriya rasteqîn a kurd da ber wan û got; ”ev kar wiha bi erzanî û qeşmerî nabe”.
Şoreşgerî ketiye pişt ekranên kompîturan û ekranên TVyên tirkan û bûye masturbasyona siyasî. Ev in niha pîvanên ”şoreşgeriya kurd”. Belê Ergenekoncîtî ev e, ango bi qasî nefesekê nêzî van ”rewşenbîr”, ”nivîskar” û ”siyasetmedar”an e.
Mahabad Felat Arda [email protected] 2012-08-21