Polîtîkaya rojane me nagihîne derekê
Te çima li me wa kir!
Te çima mala me xirab kir lo bavo!”
Piştî vê kûze kûzê hemû malbat weke tu mirî bî zêmara davêjin ser te: “Lo birawo! lo birawo!”
û berbe te ve tên.
Mirovên wisa bawer nakin ku wê rojekê bavê wan bimire.
Hîn dipên ku wê bavê wan ji nav nivînan rabe û here ji wan re êzingan bişikîne.
Lê mirin tiştekî wisa ye ku tu qebûl bikî jî nekî jî pêk tê.
Weke çovekî li tîtika eniya te dikeve ku tu feleka xwe şaş dikî.
Ev senaryoya yekemîn, senaryoya kesê bêtevdîr e.
Lê mirovê bitevdîr ne wisa ye.
şert û mercên bavê wî tê de ye, gotinên doktoran bi hemû malbatê re par ve dike.
Sê roj berê diçe kefen distîne.
Hemû malbatê dicîvîne ser hev.
Ji bo wezîfeya dawiyê bi cih bîne xwe û malbata xwe amade dike.
Êdî mirin ne surprîz e, emrê Xwedê ye.
Dema bav dimire jî malbat nakeve tatêlê.
Hemû kes dibêje: “Rehma Xwedê lê be ew mir, lê kurekî weke çiya li dû xwe hişt”
Rewşa siyasetmedarên DTP’î weke kesê yekemîn e.
Bêtevdîr in.
Rojane dijîn, rojane polîtîkayê dikin.
Dema hikumetê 6 girtî şandin Îmraliyê û cihê rêzdar Ocalan hate guherandin beyî agahî û lêkolînekê bikin hew ma bû ku destmal bigirin û bilîzin.
Lê bi rastiyeke gelek hişk hîn bûn ku rewş weke dipan derneket.
Guherîn, guherîna şiklê îşkenceyê ye.
Piştî gel jî ev yek fêm kir berê xwe dan DTP’ê.
Û bû hawar hawara wan.
Berpirsiyarên partiyê jî mikrofon hildan û dest bi daxuyaniyê kirin.
Lê partiyeke ku rêberiya bi milyonan kesan dike divê hestiyar tevnegere.
Berî ku daxuyaniyek hezar kes tevlê bibe bide, divê here ba gel.
Mal bi mal bigere, fikr û ramanên gel bistîne.
Bi hemû rêxistin, komele û saziyan re li riyekê, li çareyekê bigere.
Pîştî vê xebatê çalakiyek wisa pêk bîne ku qet nebe karibe dawî li îşkenceyê bîne.
Bi xebateke bi rêk û pêk, ji bo Ocalan li cihekî weke Amedê dev ji çalakiyek hezar kesî berdin, 5 hezar kes dikare xwe bişewitîne.
Lê ku mirov rojane bijî, rojane polîtika bike vê yekê nafikire, hema radihêje mikrofonê û weke kesê yekemîn heta dengê wî bikeve diqîre.
Mem Mîrxan