PRENSES WANSA
Jina navdar, jîr û xwendevan Prenses Wansa, qîza İsmaîlê Çolbegê yê Êzdi ye. Wansa di destpêka sala 1917’ de li Başûrê kurdistan herêma Başîka ya ku di dikeve rexê çiyayê Meqlûb hatiye dinê. (Ev herêm dikeve navbera bajerê Mûsul û Duhokê) Navê dayika wê Emşê ye. Emşê dotmama bavê wê İsmaîl Begê ye û jina wî ya dûdya bû. Ji ber ku İsmail Beg beriya ku bi Emşê re bizewice, hîna di hijde saliya xwe de qîza feqîrekî revandi bû û piştî mawekî kin, jina wî miribû.
Ji bilî li xwe kirina tacê prensesiyê, Wensa di wan salên piştî şerê cîhanê yê yekem de, yekemîn qîza Êzdî ya xwendevan e. Ji ber ku di wan salan de zarokên êzdiyan ne qîz û ne jî xort ne dikarîn herin dibistana, tew heke qîzek biçûya dibistanê di nav civakê de nola sosret û hêstir bizê dihat dîtin. Li gel vê jî, ne hed û xercê tu kesî bû ku pêl zagonên olî bikin, zirxê qedexeyê qul bikin û zarokên xwe di nav “Muslumana de” bidin xwendin!?
Perwerde, xwendin û dibistan ji hêla rêber û oldarên ola êzdî ve ji bo civakê hatibû guneh kirin. Yên di serî de li dijî xwendinê derdiketin, mala Mîra bûn! Ji xwe di wê heyamê de civaka êzdî ji ber êriş û fermanên ku di nava dirêjayiya sedsalan de bi ser de hatî, di nav xwe de girtî mabû û zêde derfetê perwerdê jî tunebû. Lê şert û mercên ku Wansa tê de mezin bû, cûda bû ji yê giştiya civaka êzdî. Lewma jî Wansa bi pişgiriya bavê xwe yê sînorşikên, ew sînorên guneh ku bi xetên sor hatibûn nîşan kirin, hilweşandin û bû destpêka mînaka jîneke nû di nav civaka êzdî de.
Di destpêka sedsala bîstan de, dewleta Birîtanya ji bo ku êzdiyan bişînin dibistana û perwerde bike, da ku rojekê êzdî li herêmê pavaniya berjewendiyên wan bikin, li bajarê Şengalê dibistan vekir. Lê mixabin li gel hemû ked û hewildanên İngîlîz û mezinên êzdiya yên wek Hemoyê Şero, ku demekê waliyîtiya Şengalê dikir, bi hezar derd û belayan tenê pênc zarokan dest bi dibistanê kir. Ew jî hîn di sala dibistanê ya destpêkê de, bêyomtiyak bi ser de hat û du zarokên dibistanê di avê de fetisîn. Ev yek jî bû sedema ku di nav civakê de kesên ku dibistan guneh kiribûn li dijî wan ziman dirêj bibin.
Di wan salên ku qîzê êzdiyan ne dikarîn ji malê xwe derkevin û tû kesî ji wan rûyê bajara nedidît,Wansa di salên qîzaniya xwe de li Mûsûl û Bêrûdê Koleja qîza ya Emerîka xwend. Lewma jî di wan salan de heke jineke ji ola êzdî dikari di dibistanên biyaniyan de perwerde bibîne, ji bo wê heyamê ev yek ne karekî biçûke û pêkanîna wê ne ewqas hêsan bû!
Prenses Wansa ji bilî perwerda dibistana Emerîkî ya bilind ku beşê bijîşkiyê dixwend, perwerda siyasî, dîplomasî û civakî ya herî mezin li ber destê bavê xwe Îsmaîl Beg û meta xwe ya bi navê Meyan Xanim, a ku çil û pênc salan Mîratiya giştiya civaka êzdiyan kir, dît. Em ji dîrokê fêr dibin ku, di salên piştî şerê cîhanê yê yekem de hatûçûya hêzên biyanî bi navê balyozxane û leşkeran, li derdora mala mîra pir çêdibûn û Wansa di nav van pêwendiyên dîplomatîk de mezin dibû.
Di salên ku Wansa êdî hinekî mezin bibû û her tişt baş didît û fahm dikir de, nakokiyê di navbera mala mîra de li ser mîratiyê û destkeftiyên perestgeh û Tawisê pir tûj û dijwar bibûn. Ango ji bo mîratiyê pis û pismaman, dê û dotan, xuşk û biran pir bi hêsanî dikarîn lingê hev bişimitînin, bêbextiyan li hev bikin û hevdû ji holê rakin. Her roj ji ya din bêhtir tevna dek û dolabên ku li ser textê mîratiyê dihat gerandin di nav malbatê de berfireh dibû û ev yek giyaştibû asta kuştin û xwîn rijandinê. Weke ku tê gotin, gelek bûyerên wisa heta bi roja me şêlû û sernixmandî man..... Prenses Wansa di heyşt saliya xwe de, ango di sala 1925’ de li gel birayê xwe yê bi navê Yezdan li Mûsilê dest bi xwendina dibistanê kir. Wansa diçû Koleja qîzan ya Emerîkî. Di wê demê de birayê Wansa yê ji wê mestir Abdûlkerîm jî, li Bexdayê dixwend.
İsmaîl Beg di dema desthilatiya Jön Türk’an de li gel Tirkan û pişt re jî bi riya êzdiyên Qafqasya li gel Rûsya û Birîtanya pêwendiyên xwe berfireh didan meşandin. İsmaîl Beg li gorî serdema xwe gelekî zana, têgihîştî û qurnaz bû. Ger, girtin û nefiyê jiyana Îsmaîl Beg pir bandor dikir. Di heyama xwe de ew kesayeteke cûda bû ji yên derdora xwe. Ji xwe ew di xwezaya xwe de kesayeteke netebitî bû û di ciyê xwe de ranediwestiya. Lewma jî hîna di hijde saliya xwe de qîza Feqîrekî êzdiyan revand. Ji bilî vê jî, Îsmaîl Beg dibin bandora xewnên xwe de dima û xwe mîna şexsiyeteke koçek û xwedan batin ditît. Heqê mîrîtiyê ji xwe re didît, xukî, xêr û xêrat ji nav gel kom dikir. Daxwazî û helwesta İsmaîl Beg ya mezibûn û tima, dibû sdema nakokîyan di nava wî û malbata Mîr de.
Di wan salên ku İsmaîl beg li nav Êzdiyên şerq û Şam digeriya xêr, xêrat kom dikirin û li gel rayedarên dîplomatîk yên dewletên biyanî pêwendiyê xwe xurt dikirin, qîza wî ya ciwan Wansa jî, ji gelek bûyeran bêxeber dibistana xwe dixwend.
Piştî xwendina xwe li Mûsil qedand, di sala 1929’an de Wansa ya 12 salî, li Bêrûdê dest bi xwendinê kir. Bêrûd, bi ziman, çand û hewa xwe di jiyana Wansa de bajarekî biyanî û nû bû. Dema mirov dibêje “Li Bêrûdê dest bi xwendinê kir” bi gotin pir hêsan tê. Lê li devereke ewqasî dûrî malbat û civaka xwe û heke ya xwendevan qîzeke êzdî be, zorî û zahmetiyên ku di wê heyamêde hatin kişandin, êdî hûn bihesibînin! Lê li gel her tiştî, di salên kamil bûnê de Bêrûd’a pir çandyar hinekî din çavê Wansa vekirin. Wansa “keçika xwendevan” û “Bajarî” êdî xwedan çand û karekterekî cûda bû. Ew bi ehlaq, terbiye û çanda ku werdigirt roj bi roj ji koka xwedûr diket. Asoya wê vekirî bû û bi çavên hêvîdar li gerdûnê temaşe dikir. Cîhana wê li gorî ya civaka ji nav hatibû, pir û pir hatibû gohartin. Hinek taybetiyên wê ku ne li gorî yê jinên gundî bûn, civakê nedikarîn tu wateyê bidinê û ji wan re biyanî dihat.
Di nava xumama xaçirêka sal û demên bi fitil û ger de, çerxa demê ji nişkave hat gohartin. Sitêrkeke bi dûvik li pê xwe şopeke bi xumam hişt û şimîtî. Rojekê di sala 1933’ de İsmaîl Beg berê xwe da Mûsil ji bo qîza xwe Wansa ku hîna nû ji Bêrûdê vegeriya bû ziyaret bike. Wê şevê piştî ku wî û Seîd Bêg bi hev re şîv xwarin, di çil û pênc saliya xwe de berwext jiyana xwe ji dest da. Mirina Îsmaîl Beg a berwext, bû pêvajoya destpêkeke nû di jiyana Wansa Panzde salî de.
Piştî ku çend meh di ser mirina İsmaîl Beg re derbaz bûn, Meyan Xatûn li gel lawê xwe Seîd beg ê Mîr yê hîna nû ku simêlê serê lêvê digirt, çû ziyareta mala ku hîna heznîtî dikir. Meyan Xatûn piştî axaftina sersaxiyê û wesifdayina lawê xwe bi dawî kir, ji bo malbata ku hîna heznî û xemgîn bû dîsa bigiyê asta jiyana xwe ya berê, plansaziyak pêşkêş kir. Meyan Xatûna siyasetmedar û bîrewer, dixwest Wensa ku wê demê temenê wê hîna 16 salî bu, bi Seîd Beg re bi zewice û bi vê zewacê re dawî li nakokî, dubendîtî û hevrikiya nava malbatê bîne. Ji ber ku li gel dek û dolaban, şer û pevçûnên di nav malabata mala mîra de, bûbû sedema kuştin û wendayiyên gelekî mezin. Meyan Xanim metirsî û xeteriya li ser malbatê didît û dixwest rojek berî ya din pêşî lê bigre. Heke jiyaneke teze û nuh hatî bibûya berdêla parastina textê mîratiyê, qet ne girîng bû. Ji bo Meyan Xanim parastina taca mîratiyê di ser her tiştî re bû. Wê digot; mirov diherin û tên, lê heke tac û text çû zahmere ku careke din vegere.” Lewma jî niha Wansa xwendevan ji bo vê plana wê karteke baş bû.
Li ser zewaca Wansa û Seîd Beg gelek nîqaş û giftûgo çêbûn. Lê Wansa li dijî vê zewacê derdiket. Wê dixwest dibistana xwe bidomîne û bibe doktor. Wê nedixwest bi Seîd Beg re bizewice û dawî li xwendevaniya xwe bîne. Lê kîn û rika Meyan Xanim li gel ezmûnên gelk salan, ew kiribû pispor. Meyan Xanim tiştê ku destê xwe biavêtayê bi hêsanî digirt û yê digirt jî zû bi zû bernedida. Lewma jî piştî serî rakirina Wansa ya li dijî vê zewacê, Meyan Xanim diravê para mîratiyê ku ji malbatê re dihat, ji ser wan birî û Wansa neçarî zewacê kir. Jiyana malbatê ya paşerojê ket nava metirsiyê de. Di encamê de vîna Wansa şikest û serê xwe li ber biryara Meyan Xanim çemand.
Di sala 1934’ de Wansa bi Saîd Beg re zewicî. Wansa êdî bi fermî bû jina mîr û di qesra mîr a kevirî ya li Baedrê bi cih bû. Her çiqas zewaceke bê dil bû û bi kotekî pêk hatibû jî, Wansa, bûbû bûka meta xwe, jina mîr û Prenses.....
Wansa xwendevan ku perwerda Emerîkî dîtibû gelek ji xwe razî, li gorî malbatê xwedan karektere şaqiz û gewî, di navbera wê û Seîdê nexwende, yê xwedan dev lê bê ziman de dibû sedema nexweşî û nakokiyan. Li gel van nakokiyan zewaca wan bi çêbûna zarokekê hat evrandin (kutsama).
Zaroka ku navê wê kirin Leyla, tenê salekê jiyan kir.
Meyan Xanim di derbarê rêvebiryê de gelek aliyê lawên xwe yên kêm û lawaz ku dikarîbûn ji hêla prenses Wansa de werin dagirtin baş didîtin. Lewma jî di wan rojên ku mîr di bêdengiya qesra xwe de bi tenê dima û li kêfa xwe mêze dikir, Meyan Xatûn, Prensesa nû ya hîna bûkînî di da kêleka xwe û li nav gundên derdora Şêxan (Êsivnê) ku giştiya wan êzdî bûn, digeriya. Dîsa ji bo di cejin û şahiyan de li xwe bike, cil û bergên Wansa ji hêla xwesuya wê Meyan de dihatin bijartin. Heçî Seîd Beg bû tenê bi nav Mîr bû. Karê mîratiyê û dîplomasiya li kêlekê dihat meşandin giş bi destê Meyan Xanim bû. Lê niha gav bi gav Wansa derdiket pêş û Meyana êdî hinekî pîr bûyî, ciyê xwe ji Prenses Wansa re dihêla..
Antropolog Henry Field ê ji Chicago dema ku di sala 1934’an de hat Baedrê, bû mêhvanê Wansa jî. Pişt re di derbarê Wansa de weha dibêje; “Qîzeke di dema kamil bûna xwe de gelekî bedew...Bejna wê ne kin, ne dirêj, por û çavê wê morê tarî, çermê wê reng vekiri bû. Rûyê wê hema hema girover û hinarê ruya ji bo pahin bûnê rê dida.”
Rojekê di demeke ku Prenses Wansa li odeya xwe ya li qesra kevirî rûniştîye, bi çavên ji şilekî hêsir barandî, Seîd Beg dikeve hundur. Ji jina xwe Wansa ciwan re dibêje; “birê te yê biçûk Yêzîdxan ji bo bibe mezinê Şengalê, li hember me dek û dolaban digerîne û li dijî desthilatiya me serî radike. Me niha di civînekê de biryara kuştina birayê te daye. Seîd Beg, ji Wansa re dibêje, ji bo gohartina vê biryarê tu tiştek ji destê wî nayê. Lê ji ber ku wê beriya her kesî mirina Yezdan bibihîze, dikari encamê ji wê re bibêje.
Wensa bi dengekî ji kezebê diqîre û dibêje na! Hema werwerê (tabanca) ji b in balgî de derxist û got; “Destpêkê ewê mirina te bibihîz e.” Û pênc berik bera laşê Seîd beg dan. Seîd beg bi du guleyan ji dest û lingê xwe de birîndar bû. Bû qîrîn hawara gûndiyan û xelk li ciyê bûyerê kom bûn. Di nava wê heyteholê de herkes şaşo maşo û matmayî mabûn.
Wansa zêde dem wenda nekir, bi awayekî pir şareza û ji xwe razî tevgeriya. Hema li kêleka şofêre xwe yê Ermenî siwar bû û di riyake xewle re xwe giyand bajarê Musil ê. Prenses Wansa çarenûsa xwe bi destê xwe guherandibû û ketibû riya çûnehatê, ya bê veger!?? Riya qutbûna ji dê û dotan, ji pis û pismaman, ji ol û çandê! Êdî êşa xerîbiyê, bêkesiyê, koçberiyê û bi dizî jiyan kirinê dest pêkir.
Wansa ji wir jî derbasî Bexdayê bû. Li Bexdayê malbata dostê bavê wê (Ku di salên berê de İsmaîl Beg ew xilas kiribû ku hîna xwe deyindarê wî didît) yê bi navê Hagopy ji wê re ciyakî bi dizî dîti. Heta demekê li wir jiya.
Piştî demekê Wansa cilê hemşîra li xwe kirin û di sînor re derbasî Suryê bû. Piştî ku giyaşt Suryê berê xwe da hêla bajarê Helebê. Bi vî awayî xwe giyand êzdiyên derdora Helebê û yên nêzîk. Pişt re ji hêla Fransa ve destûr jê re hate dayin ku li Helebê bimîn e. Di salên ku li Helebê bû bi doktorekî misliman re zewicî û nola cil û cih gohartinê, bi dizîka ola xwe jî guhert. Demeke dirêj li Suryê ma û pişt re desrbasî Misrê bû heta ku efo jê re hate derxistin.
Di dema destpêka şerê cîhanê yê II. de ji siyasetmedarên Iraqê yê herî li pêş yek jê jî, dostê İsmaîl Beg Reşîd Elî El Geylanî ye neviyê Şêx Ebdûlqadir Gêlanî yê hevalê Şêx Adî bû. Ji ber wê jî Reşîd Elî El Geylanî destûr da ku Wansa careke din vegere Iraqê û di bin parastina dewletê de fermî li Bexdayê bi cih kir.
Di dema şerê cîhanê yê II. de Birîtanya ji nûve Iraq dagir kirin û heta sala 1947’an li wir ma. Wansa ku terka Seîd Beg dabû, pişt re misliman bibû û bi doktorekî Sûrî re zewicî bû hate binçav kirin. Girtina wê dirêj ne domand û zû hat berdan. Ji bo rojên temenê xwe xwe yê dawiyê lê derbaz bike û hinekî din nêzîkî axa bav û kala be, li Bexdayê bi cih bû.
Prenses Wansa ku heyamekê bûka meta xwe Meyan Xanim bû, heta ku bi dizîka bi xûşk û birayên xwe re li hev hat, gelek zorî û zahmetî kişandin.
Ji ber ku ji bo careke din şûnve vegera wê, bextê mala mîra û xelkê herê me çavbar nedibûn, xuşkû birayên wê, di serî de Mir Miawya û yên din bi dizîka ew li Bexdayê ziyaret dikirin. Di wan salên ku çi agahî jê nedihatin wergirtin, di derbarê wê de gelek nûçeyên derew hatin belav kirin û digotin hatiye kuştin. Heta wê heyamê li Qahîre bi cihwar bibû û piştî sala 1968’an jinebî bû. Wê zarokên xwe xwedan dikirin û li cem qîza xwe ya bi navê Meyan û zavê xwe karmendê Misrî yê şampiyonê speedball’ê û bi wan re başdarî xebatên Lions Clup û yên deverê di dibû.
Niha di derbarê saxiya Wansa de tu agahiyê nû di destê me de nînin. Li gor hin kesên mirovê Wansa ku min hevdîtin bi wan re pêk anî û agahî dan min, ew hîna sax e. Lê li gel ku daxwaziya min ji bo dîtina wê hebû, wan tu navnîşanek ji bo dîtinê nedan dest min. Ji ber wê jî, Wensa niha dijî yan najî, ne diyare.
2004 Şengal