Pêncî Rondikên Şîn
Piştî pêncî salên giran ên şewatê, hê jî Amûdê di bîra xwe ya pirtiqalî de digevize. Bi du çavên ku bi qasî esmên fireh û şîn in; li zarokên xwe yên bêguneh dinêre û destên xwe yên ji hesretê, ji dûr ve, ji qedera xwe re li ba dike.
Pênc salî bûm.
Wê êvarê, mêvanên dayika min odeya rûniştinê dagîr kiribûn. Em li hewşê bi pey hev ketibûn, em, zarokên deşt û tozê. Hin mêvanên dayika min ji gund hatibûn, yek ji wan jî Ferîdayê bû.
Qîrîn bi Amûdê ket, ber bi taxê ve herikî, li bin guhê dîwarên hewşa me ket û xwe avêt odeya rûniştinê:
“Sînema şewîtî”
Ebdêyê bira min û Reşadê hevalê wî, kurê cîranê me, di sînemeyê de bûn.
Koma jinên ku li odeyê rûniştibûn û behsa sindoqên bûkaniya xwe û xewnên xwe yên şkestî dikirin, ber bi şewatê ve, ber bi guliyên êgir ve û ber bi bîna laşên teze yên zarokan ve firiyan.
Ebdê û Reşadê Bişar hemtemen bûn. Di heman waneyê û heman dibistanê de bûn. Hem li hewşa me û hem jî li hewşa Mehmûdê Bişar bavê Reşêd, ji boyî hemtemeniya herdu zarokan, du darên tûyan bi navên wan çandibûn. Me ji wan re digot dara Ebdê û dara Reşad. Herdû dar li pêşberî hev bûn, dîwarekî nizim ê ji kelpîçan di navbera wan de bû. Roja dîtir, termê herdû zarokan anîn û her yek ji wan li bin dara wî ya tûyê danîn. Dîmena ku hetahetayê dê ji bîra min neçe, dîmena meta min Ferîdayê ye.
Ebdê kurê xalê wê Şêx Tewfîq e, Reşad jî hem kurê tiyê wê û hem jî kurê pismamê wê ye. Met Ferîdayê di navbera herdû hewşan de diçû û dihat, kêliyek li bin vê darê û kêliyekê li bin dara din diqîriya, dinehwirand û berzûrî ezmanekî bêdeng dibû. Nema dizanibû li kîjan hewşê bêtir bigirî, xwe di ser dîwêr çeng dikir, bi çengkirinê re hest dikir ku nîvê wê li aliyê din maye, vedigeriya lê nîvê din bangî wê dikir.
Piştî re, li koşeya herî nizim a dîwêr rûnişt, di navbera herdû cendekên ku li bin darên xwe bûn, giriyê xwe, êdî ji bo herdiwan bi hev re, berdewam kir. Nedixwest li ser yekî ji wan ji yê din bêtir bigirî. Ebdê û Reşad li tenişta hev veşartin. Li ber serê her yekî ji wan darek çandin. Lê vê carê darên kajan bûn ne ku darên tûyan bûn.
Çavên xwe yên ku têra şewatên zarokan dikin veke Amûda min!
Min bîne bîra min û xwe jî bîne bîra xwe û şûrên xwe yên ji dûmanê di hişê min de daçikîne! Pirsa darên tûyan ji min neke, pirsên xwe ji berbangan û ji zorbaziya surdarî û matmayîna xwe bike! Ji cîranan, ji êvariyan, ji bayên felekan û ji toza xwe bipirse ka zarokên te li ku man? De giyanê xwe bi bîna birajtinê binejinîne û dudiliya xwe ya kawikane li ser eniya min wek çavşînkekê li cih bihêle! Biqîre û hemî sînoran ber bi xwe ve rakişîne, Hinasên xwe yên dawîn jî, li ser depreşa payîzê, li ser eniya bagerê nîgar bike, bineqişîne û kirasê xwe yê xwelîreng jî pêşkêşî şînîgiriya bavê min û pêşkêşî bêrîkirina talewî bike!
Aniha, birîna te, wisa tenik, wisa narîn û wisa lihevhatî, di ber min re dibihure û ber bi darên tûyan ve sernişîv dibe. Dar dimirin û balinde koçber dibin, destên xwe datînim ser devê şewata te, ji pelên payîzê re dibêjim: de dest bi mûzîka xatirxwestin û oxiran bikin!
Çavên xwe di hilatina te ya şîn de
Di xewna te ya şîn de,
Di rondika te ya şîn de,
lehiya te ya şîn de, vedikim.
Pêncî mirinan li ser balgiha xwe ya şîn dibînim û awaza te ya dawîn bi xwîna xwe dadidim, ewrên te li ser lêvên min dilerizin û kêlên goristana te, yeko yeko, di şewata zimanê min de vedihesin Amûda min!