Pêrkîtên "bê û "bi"
Serê pêşîn em behsa qertafan bikin û paşê derbasî mijar û dabaşa xwe bibin.
Em ji terîfa qertafan dest pê bikîn:
Qertaf ew hêman in ku, bi alîkariya wan erk û peywira peyvan di hevokê de tê xuyakirin û her wisan, dîsan bi saya wan ji navdêran an jî ji peyvên ji celebên lêkeran bêjeyên nû tên dariştin û çêkirin.
Qertafên di zimanê me de jî, li du beşan leva dibin. Ji wan qertafan, beşek jê qertafên kêşanê yên lêkeran ên demê ne û ya din jî, qertafên çêkirinê ango darîştînê yên peyvan e.
Îcar dabaşa me ya di vê nivîsê de jî, li ser qertafên çêkirina peyvan e. Bi van qertafan lêker, navdêr û rengdêr tên bidestxistin. Ev qertafên çêkirinê jî, dibin sê bir: Yek jê pêrkît (pêşgir), yek jê parkît (paşgir) û ya din jî navkît (navgir) e. Ji ber ku mijara me li ser /bê-/ û /bi-/yê ye û her wiha ew pêrkît in, em dê bi tenê li ser dabaşa pêrkîtan rawestin û lê bixebitin ku mîjarê ronî bikin.
Wekî tê zanîn, qertafên demê û yên lêkera bûnê (ku wek cînavkên pêvebestî, qertafên cînavkî yên kesane û qertafên kesane jî tên binavkirin) bi lêkerê ve tên nivîsandin. Ji nav van qertafan, tenê qertafa dema bê, /dê/ (ku wek /ê/ û /wê/ jî tên bikaranîn) ji lêkerê cuda tê nivîsandin.
Her wiha qertafên lêkera bûnê, di dema kêşan û çivandina navdêr û rengdêran de bi serê xwe ne, ango cihê tên nivîsandin.
Pêşî em ji bo kêşana lêkeran û paşê jî, ji bo kêşana navdêr û rengdêran nimûneyên xwe derpêş bikin:
Ez diçim malê.
Ez dê sibehê wî bibînim.
Ew hatibû sertêdanê.
Wî pirtûk xwendiye.
Wê rojname difirotin.
Eger wî bi ya me kiribûya... û her wekî din.
Tu jê re bibêjî dê çêtir be.
Ew mamoste ye.
Ew tev, kesên esmer in.
Tu kesekî jîr î.
Ew bi xwe dibêje ku ez yekî şîrîn im û her wekî din.
Eger dêhn û bala we kişandibe, bi qertafên demê û yên lêkera bûnê, rewş û dem tê hînkirin. Rewşa peyvê ji aliyê çawaniyê ve naguhere. Bi wan, mirov di hevokê de ji dem, rewş û kesan agahdar dibe. Nexwe bi wan mehne û wateya peyv û bêjeyê naguhere û mehneyeke din li wan bar nabe.
Li aliyê din divê ku em /bi-/ya fermanî jî tevî /bi/ya daçek û /bi-/ya pêrkît nekin. Ji ber ku erk û wezîfeyên wan ji hev cihê ne.
Niha jî em bên ser pêrkîtên /bê/ û /bi-/yê. Wek me li jorê jî diyar kir, bi qertafên çêkirinê, wateyên nû li peyvan bar dibin û qertaf jî bi peyvên nû ve tên nivîsandin. Ji lew re, bi wan qertafan bêje bûye xwedî wateyeke din. Heta cureya peyvê jî dikare biguhere. Ev qertaf çi pêrkît be, çi parkît û çi jî navqît be, ferq nake. Erk û peywir eynî ye. Ji ber ku bi wan, peyveke din çêdibe û êdî ew peyv peyveke nû ye. Lewma divê qertaf pê ve bê nivîsandin. Di weşanên me de, cureyên di wan çi dibe ferq nake, em rastî tevliheviyekê tên. Hin kes van qertafan ji peyvê cuda û hindek kes jî, pê ve dinivîsin. Heta di heman weşanê de mirov rastî her du awayan jî tê. Di heman nivîsê de tu dibînî ku ev pêrkît carinan bi peyvan ve û hin caran jî, ji wan cihê hatine nivîsandin.
Ez wisan texmîn dikim ku, hin kes van qertafan ango pêrkîtên /bê/ û /bi-/yê, bi hokera /bê/ û bi /bi/ya daçekê re, tevî hev dikin, lewma geh bi peyvê ve û geh jî ji peyvê cuda dinivîsin. Ev yek ji nezanînê diqewime. Wekî me aşkera kiribû, bi van her du pêrkîtan rengdêr û bi /bi-/yê jî carinan navdêr tên çêkirin. Em bînin bîra xwe, di zimanê me de deh cure peyv hene ku, nemir Celadet Bedirxan ji wan re gotiye "birên qisetê". Ji van cureyên peyvan, tenê veqetandek bi tena serê xwe nayê nivîsandin, lê belê yên din bi awayekî serbixwe ne û ji peyvên din cuda tên nivîsandin. Nexwe eger mirov hoker û daçekan ji aliyê vekîtê ango rastnivîsê ve cihê binivîse, tiştekî rast e, lê cuda nivîsîna qertafan, ne rast e. Qertaf ne cureyeke peyvê ye. Li aliyê din hokera /bê/ wekî /bêî/ û /bêyî/ jî derdikeve pêşberî me. Celadet Bedirxan hokera /bê/ mîna /bêî/ bi kar aniye. Lê li gorî min divê ew mîna /bêyî/ be, ji ber Celadet Bedirxan jî dibêje ku du dengdêr nayêne cem hev. Jixwe ev hoker, di gava kêşanê de dikeve şeklê /bêyî/. Ji lew re, /y/ya li vir tîpa kelijînê û /î/ jî, ya berpêbûnê ye. Wekî mînakên "radestî min bike", "ez xwarî erdê bûm", "tu vî tiştî hînî min bikî, ez dê kêfxweş bibim", "destê xwe dirêjî min kir" û hwd.
Dîsan bi nimûneyan em dabaşê ron û ronak bikin. Pêşî ji bo pêrkîta /bê-/yê çend mînak:
Ez çayeke bêşekir dixwazim.
Wisan lê menêrin ew kesekî bêbav e.
Bêguman ez jî mîna te difikirim.
Hema çayeke bêşekir bi ser xwe de kir.
Niha jî em çend mînakan ji bo hokera /bê/yê derpêş bikin:
Tu vê bizanibe ku ez bêyî te naçim wir (tu vê bizanibe ku ez bê/bêî te naçim wir).
Bêyî destûr bixwaze, rahiştê (bê/bêî destûr bixwaze rahiştê).
Ev kar bêyî wî naçe serî (ev kar bê/bêî wî naçe serî).
Min bi zanebûn di nav kevanekê de awayên din ên bikaranîna hokera /bê/yê jî dan û min xwest ku bê zanîn bê kesin wan wisan jî bi lêv dikin an jî dinivîsîn.
Piştî van nimûneyên ji bo pêrkîta /bê-/ û hokera /bê/yê, niha jî em çend mînakan ji bo pêrkîta /bi-/ û daçeka /bi/yê bidin.
Serê pêşîn ji bo pêrkîtê:
Ev zevî bikevir e.
Ew kesekî bibav e.
Eger tu dayox bî, ez bikir im.
Biserî bû, bêserî bû niha nayê bîra min.
Ew kesekî biaqil e, lê jê re dibêjin bêaqil.
Îcar em ji bo daçeka /bi/yê mînakên xwe pêşkêş bikin:
Ez bi serê te sond dixwim ku wisan e.
Eger bi te be, em ê bêserî bin.
Bi dinyayê bişêwire lê bi aqilê xwe bike.
Ji van mînakan jî xweş aşkera û diyar bû ku, peywira daçek, hoker û qertafan ji hev cuda ye. Ji ber vê cudabûnê jî, rastnivîsa wan ji hev cihê ye. Em careke din bibêjin, qertaf tim bi peyvan ve tên nivîsandin, ji ber ku bi van qertafan wateyeke din li wan bar dibe.
Ez nimûneyeke din li ser pêrkîta /bê-/ û hokera /bê/yê bidim û dawî li nivîsara xwe bînim:
Bi bêaqilan re kar mekin.
Bi bê aqil kar mekin.
Em vê hevokê bi awayê kişandî ya hokera /bê/yê derpêş bikin:
Bi bêyî aqil kar mekin.
Bi şêweya /bêyî/ bikaranîna hokera /bê/yê, hîn hêsan û siviktir e. Bi vî awayî tevlihevî çênabe û mirov bi rihetî pêrkîta /bê-/ û hokera /bê/yê ji hev cihê dike û zûtir ji wan serwext dibe.