1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Bahoz Baran
  4. Pêveka Kesê Sêyemîn ê Yekjimar
Pêveka Kesê Sêyemîn ê Yekjimar,pêveka,kesê,sêyemîn,ê,yekjimar

Pêveka Kesê Sêyemîn ê Yekjimar

A+ A-

Di bikaranîna pêveka kesê sêyemîn ê yekjimar de jî hinek alozî derdikevin holê. Bêtir di dema boriya têdeyî de, di bikaranîna vê pêvekê de dubendî heye. Di hin demên din û di rewşa tebatiyê de jî dîsa dubendiyek derdikeve holê. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku ciyên bi arîşe destnîşan bikim û hinek rêyên çareseriyê û nêrînên xwe bînim zimên.

Ew→–(y)e

Di Dema Boriya Têdeyî De

Di dema boriya têdeyî de dema ku tîpa dawiya lêkerê bi dengdêrê bi dawî bibe, qertafa kesê sêyemîn ê yekjimar qet nayê bikaranîn. Ku bê bikaranîn, ji ber ku pêveka dema boriya dûdar jî heman pêvek e, dema boriya dûdar derdikeve holê, ji ber vê yekê em nikarin wê bi kar bînin.

Mînak:

Ew çû.

Ew bû.

Wî ew da.

Ew reviya.

Di dema boriya têdeyî de dema ku tîpa dawiya lêkerê bi dengdarekê bi dawî bibe, hinek kes vê pêvekê bi kar tînin; hinek kes jî bi kar naynin. Li gorî nêrîna min, divê ev pêvek dîsa neyê bikaranîn ji lewre du sedemên vêya hene: yek, pêveka dema boriya dûdar û pêveka kesê sêyemîn weke hev in. Piştî lêkerên ku bi tîpa dengdar bi dawî dibin, pêveka dema boriya dûdar her çiqas bibe “–iye” jî, dîsa jî şibandina dengan heye û jixwe pêveka kesê sêyemîn nikare derbasî dema boriya dûdar bibe; ji ber vê yekê neyê bikaranîn çêtir e û jixwe bi piranî nayê bikaranîn. Didu, zimanê me zimanekî herikbar e,  tîpa “e” yê ji ber ku tîpeke kurt e, dema ku tê dawiya peyvan vegotin zortir dibe. Di mînakên li jêr de jî baş xuya dibe ku dema ku ew pêvek bê bikaranîn vegotin zortir dibe.

Mînak:

Awayê Gelemper                              Awayê Din

Ew mir.                                             Ew mire.
Wî ew guhdarî kir.                              Wî ew guhdarî kire.
Wê nan xwar.                                    Wê nan xware.

Dema ku pêveka kesê sêyemîn “–(y)e” neyê bikaranîn mijara lêkeran jî hêsantir dibe. Ji ber ku em dema qala raderê dikin û wê ji lêkerê davêjin rasterast lêker li gorî kesê sêyemîn û li gorî dema boriya têdeyî  di destê me de dimîne, ev jî ji bo qalkirina mijarê rehetiyek e. Ango dema ku rader ji lêkerê tê avêtin, lêker li gorî kesê sêyemîn û li gorî dema boriya têdeyî teşe digire. Ku pêvek bê bikaranîn, em ê ji vê rehetiyê bêpar bimînin.
Dema ku ev pêvek ji bo dema boriya têdeyî bê bikaranîn û em heman lêkerê li gorî dema boriya dûdar bikşînin, ji ber ku pêvek dişibin hev, pêveka kesê sêyemîn dîsa mecbûr dimîne û dikeve, ji ber vê ne hewce ye ku em barê xwe giran bikin.

Mînak:

Dema Boriya Têdeyî     Pêveka Dema Boriya Dûdar      Dema Boriya Dûdar

Ew kete .                       +iye                                       Ew ketiye.
Wî ew guhdarî kire.         +iye                                       Wî ew guhdarî kiriye.
Wê nan xware.               +iye                                      Wê nan xwariye.

Weke ku tê dîtin jî, piştî ku pêveka dema boriya dûdar tê bikaranîn, pêveka kesê sêyemîn mecbûr dimîne û dikeve.

Di Dema Boriya Têdeyî De Ciyê Ku Tê Bikaranîn

 Pêveka kesê sêyemîn ê yekjimar di dema boriya têdeyî  de li ciyekî tenê tê bikaranîn. Dema ku tîpa dawiya lêkerê dengdar be û lêker jî lêkereke berbiçûnê(datîf) be, pêvek ji bo ku vegotin hêsan be tê bikaranîn. Ango piştî pêveka kurt “e”yê peyvek tê û vegotin hev temam dike.

Mînak:

Pirtûk kete erdê.

Dizan girte ser wan.

Lawik hate gund.

Xwe avête avê.

Di Dema Niha û Bê De
Di dema niha û bê de ev pêvek bi awayekî çalak tê bikaranîn û tu pirsgirêk dernakeve. Rêpîvanên dema niha û bê ji bo raweyên daxwaz û xwestekê jî derbasdar in;  di bikaranîna wan raweyan de ev pêvek dîsa tê bikaranîn.
Mînak:
Ew diçe.  Ew ê bixwe.
Ew dixwîne.  Ew ê bibêje.
Divê ew bîne.  Xwezî ew biçêre.

Nîşe: Di hinek lêkeran de ev rêpîvan ne derbasdar e û ev pêveka kesê sêyemîn nayê bikaranîn. Ev lêkerên ku behsa wan tê kirin bêtir weke rayeka dema niha bi dengdêreke dirêj bi dawî dibin, ji ber vê yekê dengdara kurt piştî wan nayê.

Mînak:

Ew didrû.  Ew ê bigirî.

Ew dişo.   Ew ê bê.

Divê bijî.  Xwezî ew bidrû.

Di Raweyên Çîrokiyê De

Raweyên çîrokiyê jî ji ber ku li gorî dema borî tên çêkirin di wan de jî ev pêvek nayê bikaranîn. Di çîrokiya dema niha û bê û çîrokiyên raweyên xwestek û daxwazê de teşeyê lêkerê yê “dema boriya têdeyî” derbasdar e, di wê demê de jî ji ber ku bi piranî pêveka kesê sêyemîn nayê bikaranîn, pêvek derbasî  wan demên çîrokî nabe.

Mînak:

Ew ê biçûya.           Ew direviya.

Ew ê biketa.           Ew diket.

Ew ê bimiriya.        Ew dibû.

Divê ew biçûya.     Xwezî ew bibûya.

Di çîrokiya dema borî de jî pêveka kesê sêyemîn nayê bikaranîn.Ev jî ji ber tîpa dawî ya lêkera “Bûn”ê ye. Ji ber ku ev tîp dirêj e, tîpa kurt li dû wê nayê.

Mînak:

Ew hatibû.

Ew çûbû.

Ew ketibû.

Di Rewşa Tebatiyê De

Di zimanê me de lêker ji bo ku têkeve teşeyê tebatiyê, lêkera “hatin”ê tê bikaranîn û lêkera bingehîn bi tevî raderê tê nivîsîn. Li gorî “hatin”ê hevok teşe digire. Pêveka kesê seyemîn ya ku di dema boriya têdeyî de nedihat bikaranîn, li vê derê bi awayekî çalak tê bikaranîn û vegotinê hêsantir dike. Sedema vêya ew e ku, piştî vê dengdêra kurt lêkera bingehîn tê û weke kîte pêveka kesê sêyemîn “–(y)e” îcar xwe diparêze û vegotinê hêsantir dike, ji ber ku lêkera rewşa tebatiyê û ya bingehîn di derbekê de tên bilêvkirin tu pirsgirêk dernakeve.

Mînak:

Ew hate kuştin.

Ew hate revandin.

Ew hate nivîsîn.

Civîn hate lidarxistin.

Di dema niha û bê û raweyên xwestek û daxwazê de ji ber ku rayeka lêkera “hatin”ê dibe “ê” pêveka kesê sêyemîn jixweber dikeve û nayê bikaranîn.

Mînak:

Ew tê kuştin.

Ew ê bê revandin.

Ew tê nivîsîn.

Divê ew bê lidarxistin.

Nîşe: Di rewşa tebatiyê de divê lêkera bingehîn gerguhêz be û divê tim bi hev ve bê nivîsîn.

Di Rewşa Dançêkeriyê De

Di zimanê me de lêker ji bo ku têkeve teşeyê dançêkeriyê lêkera “dan”ê tê bikaranîn û lêkera bingehîn bi tevî raderê tê nivîsîn. Hevok li gorî lêkera “dan”ê teşe digire. (Kesê sêyemîn ê xwerû ji ber ku lêker gerguhêz e dibe bireser.) Ji ber ku li gorî dema boriya têdeyî tîpa dawiya lêkerê dibe dengdêr, pêveka kesê sêyemîn dîsa nayê bikaranîn, ku bê bikaranîn dem dibe dema boriya dûdar.

Mînak:
Dema Boriya Têdeyî        Dema Boriya Dûdar

Min ew da nivîsîn.             Min ew daye nivîsîn.

Te ew da xwarin.              Te ew daye xwarin.

Wan ew da xwendin.        Wan ew daye xwendin.

Di dema niha û bê û raweyên xwestek û daxwazê de jî rayeka lêkera “dan”ê dibe “d” û pêveka kesê sêyemîn jixwe tê bikaranîn.

Mînak:

Ew dide xwarin.

Ew dide şûştin.

Ew ê bide nivîsîn.

Divê ew bide avêtin.

Nîşe: Ji ber ku peyva “kes” û “her kes”î bêtir li gorî zayenda nêr hatine kişandin, lewma min jî qaliba peyvê ya “pêveka kesê sêyemîn ê yekjimar” li gorî zayenda nêr bi kar anî.

Bahoz Baran
[email protected]