Pêşhilbijartinên Şaredariyan
Bi piranî, em mirov rastiya ku li hesabê me were tînin zimên. Mînak dema yek neheqiyekê li min dike ez dikim ku kirasê xwe biçirînim, lê hinek bi heman bêhuqûqiyê neheqiyê li yekî ku kêfa min jê re nayê dikin, ez ew qasî bi hêrs nabim. Ez nabêjim kêfa min tê, lê ew qasî hêrs jî nabim.
Lê hiqûq ji me hemûyan re pêwist e. Niha ez ne berendem bim jî, bêhuqûqiya ku tê kirin ne der barê min de be jî, ez dixwazim der barê vê rewşê de çend têbiniyan binivîsim. Ev nîqaşeke dîrokî ye. Sedemên bûyerên sibe di îro de veşatî ne.
Pergala “delegeyan”, pergala “Pêşhilbijartina Şaredariyan” ne pergaleke demokratîk e. Kî ne ev delegasyon? A- Malbatên Nirxdaran, B- Malbatên Girtiyan, C- Berdevkê Saziyan, D- Kesên Navsere. Li bajarekî 1000 delegeyên ku gelek ji wan ne endamên partiyekê ne, li ser navê hemû xebatkar û endamên partiyekê dengan didin. Li aliyê din bi hezaran endamên partiyê ku 24 saetan kedê didin, ne xwedî deng in jî.
Em hemû dizanin, dema hinekan delege hilbijartibin, ew dê qezenc bikin. Yanî pergala delegeyan mirov ji bo xwe bide hilbijartin çêdike.
Ya rast diviya hemû endamên partiyê biçûna ser sindoqê.
Wê demê hinek dê ji 5 salan carekê bibûna endam. Dema hilbijartin qediya jî dê endamiya xwe biqedandina, mehaneya xwe nedana û dîsa dûr biçûna. Hiqûq jî ji bo kes fenan neke, berî hilbijartinan bi 6 mehan dê tomarkirina endaman rawestanda, yên ku endamiya xwe berê rawestandine û yên mehaneya xwe nedane jî dê endamiya wan nû nekira.
Hiqûqek li ser riya heqiyê ji me hemûyan re lazim e.
Niha malbatên nirxdaran bi pergala delegeyan dikevin nav pergaleke ne baş. 20-30 berendam xwe digihînin wan û behsa xwe dikin.
Pergalek ku pirsgirêkên malbatan çareser nekiribe, bi vî rengî riyek din dide ber malbatan û em ê bihev re zerara vê yekê di van 4-5 salan de bibînin. Dê zerarê bide baweriya gel.
Li hinek bajaran, kesên ku delege belî kirine, dû re bûne berendam. Bawer bikin, heke li derekê yekî delege hilbijartibin û delege wî hilnebijêrin, ev jî dê bibe tiştekî pir mezin. Lê ne mimkûn e wisa bibe.
Wekî tê zanîn Nejdet Atalay serokê lijneya hilbijartinê bû, çû bû şaredarê Êlihê. Li Mêrdîn jî serokê lijneya hilbijartinê xwe kir lîsteya encumenan, lê ji ber ku roja din gel ket greva birçîbûnê, hat guhartin.
Wekî jurî di pêşbaziya çîrokan de çîroka xwe hilbijêre. Pir komîk e. Lê trajedîk e jî.
Di vê navberê de jî hinek peznê peywir û girîngiya siyasetmedariya xwe dikin, lê rewş li holê ye.
Niha jî dê 1000 delege ji nav 20 berendaman yekî hilbijêrin. Yek dê 30 dengî bistîne, yê din dê 200 dengî bistîne. Yê ku 200 deng standiye dê bibe şaredar. Wey demokrasî.
Ew ê ku 200 deng standiye, ji bo ERÊ û NA têxin dengdanê, hûn ê bibînin dê çend dengan bistîne.
Hêsan e, mirov delegeyan di nav pergalê de bihelîne û bi dengên hindikahiyan kesan bike şaredar. Ji xwe ne pêwist e jî. Tevgera Kurd ji xwe navê kê bêje, dê herî hindik nîqaş li ser wî/wê bibe.
Li gor demokrasiyê kesekî ji dengan %50 nestandibe, ne serkeftî ye. Lê hûn li encama bajaran binihêrin.
Tevgera Kurd ne biryar daye ku demokrasiyê bi cih bîne, ne jî biryar daye ku biryaran ew bide. Lê ji van her duyan kîjan bikira em ê rêzdar bûna, ji vê rewşê çêtir bû. Ev rewş tiştekî baş nîne Kurdistanê.
Kurdistan bûye cihê ku çend “rayedar” bi kêfa dilê xwe kar dikin; Pêşhilbijartin jî pergala wan e, ne pergala gel e. Heke derd demokrasî bûya dê endamên partiyê deng bidana, her wisa jî berendamê ku %50 dengên delegeyan wergirt dê bihata hilbijartin. Ji bo vê jî tûra duyem û sêyem dê bihata çêkirin.
Her wisa platformên ku berendam behsa xwe bikin, propaganda xwe bikin û ferqa xwe deynin holê nayên çêkirin. Qaşo ye, 5 deqe, 10 deqe maf didin berendaman û wekî din berendam tax bi tax, mal bi mal li delegeyan digerin û dengan dixwazin. Propagandayek bi vî rengî başiyê nayne, dil û dilîniyên civakê xera dike û ev jî ji malên nirxdaran dest pê dike.
Ji her halê vê rewşê pergaleke antî demokratîk difûre.
PEN a Kurd jî xwedî 4 delege ye, lê Komeleya Nivîskaran xwedî 2 delege ye. Çima? Endamên Komeleyê ji 3 qatan li endamên PEN’ê ye.
Binihêrin Weşanên Aram xwedî delege ye lê weşanxaneyên din ên kurdî û kurdewar û heta yên du qatan ji Aramê pirtir pirtûkên kurdî çap kirine, ne delege ne; Belkî, Ronahî, War, Lîs, Avesta û hin wekî din. Ma ew dengên xwe didin kîjan partiyê?
Pergalek wiha serê xwe têxe tûrê xwe, dê bê hilm bimîne, eyb e, şerm e!
Sibe dê dilê bi hezaran berendam û malbatên wan bimîne.
Bila tu rêveber jî nebêje “ne nenivîsanda tu pirsgirêk tunebû”.