1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Pêşiyên paşopê
Pêşiyên paşopê,pêşiyên,paşopê

Pêşiyên paşopê

A+ A-

Dema min nivîsa Samî Berbang a dawî dît ez careke din ji hev de ketim.

Dibêje:
(Di vê nivîsa xwe de min nexwest ez bela xwe di kesî bidim, lewre jî tevî ku gelek mijarên polemîkê hene jî min xwe nêzî wan nekir, lê belê dîsa jî her wekî dibêjin beqê gotiye, “Ger nequrim, ez ê bidirim.” Ez jî heke li ser gotinên Serokê Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê Ebûbekir Çelebî, çend tiştan nebêjim ez ê bipeqim. Birêz Çelebî gotiye, “Divê soranî bibe zimanê standart ê kurdan” ez jî dibêjim, li ser seran her du çavan, lê tu pêşî di mala xwe de zimanê standart li şûna tirkî bi cih bike, piştre ji kurmancan doza vê yekê bike.)

Wekî hûn dibînin, rewşenbîrên kurd hemû wisa nin. Ji %100 hemû wisa nin. Heta neyên asta teqînê, naaxivin.

Di ola mesîhî de, dema mehra jin û mêran dibirin, pirsa dawî “kesên ku li dijî vê mehrê derdikevin an bila niha biaxivin, an jî bila heta dawiya jiyana xwe huş bin.”

Ev pîvana hezarsalî jî ji helwesta me ya niha rastir e.

Min di nivîsa xwe ya “Gavek Pêş Ve Û Hemû Gavên Din Paş Ve” de aşkere gotiye:

“Enstîtuya Zimanê Kurdî hebû, serê we sax be ew jî çû.
Ji bo Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê bila kes êdî hêviyekê neke.”

Piştî wê nivîsê çend dost û heval li min geriyan û şîret li min kirin. Gotin “Hinekî din bi ser nivîsên xwe de baldar be, tê bertekeke nebaş bi ser xwe ve bikişînî.

Wê demê min fam kir ku çima rewşenbîr naaxivin. Heke na ?!

Dema min ew nivîs nivîsî, min dizanibû ku li pêşiya me kongreya Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê heye (Ez vî navî ji serhişkiya xwe bi înad dinivîsim). Min dizanibû ku dê li kongreyê birêz Ebukekir Çelebî bibe serok jî.

Min dizanibû ku çima birêz Nesimi Gültekin nema dibe berendamê serokatiya Enstîtuyê. Û her wisa her kesên têkildar dizanibûn ku çima xeydek heye li nav me yên li Amedê.

Li ser hevpeyvîna digel birêz Ebubekir Çelebi ne pêwist e mirov tiştekî bêje. Pêkan e ez bibim tirk, lê ne pêkan e zimanê kurmancên bakûr bibe soranî.

Lê mesele ne ev e. Mesele ew e ku Enstîtuya Amedê çima hate girtin? Çima wisa lê hate kirin? Rewşenbîrî ew e ku mirov li ser wê biaxive.

1- Di civîneke ku ew tune bûn de, çima navê wan hate guhertin?
2- Di heman civînê de çima beşa wan hate guhertin?
3- Ev nayê wateya bêrûmetkirina serokê enstûtuyekê û rêveberiya wê?
4- Serokê enstûtuyê yê nû ji aliyê kê ve hate belîkirin? Ma ew der partî ye ku mirov bêje pêşin bêje filankes bila li ser be?

Ya rast heke ez bêjim, li Dêrikê hîn saet nebûye 12 û niha ne dema wê ye ku em rastiyan biaxivin. Xwedê bike dema saet bû 12 ji bo her tiştî ne dereng be.


Gotinên miftehî :