1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mamoste Marûf
  4. Pêşniyarên Başbûx Paşa û mesela Meta Zulfînazê
Pêşniyarên Başbûx Paşa û mesela Meta Zulfînazê,pêşniyarên,başbûx,paşa,û,mesela,meta,zulfînazê

Pêşniyarên Başbûx Paşa û mesela Meta Zulfînazê

A+ A-

Serokê artêşa Tirk wê rojê çû Mêrdînê û li wir çi li ser dilê wî hebû, çi hat ber devê wî bê tirs û bê xem gotin.


Kî çi dibêje bila bibêje, di van rojên dawîn ên bi nîqaşên “li ser çareseriya demokratîk têr û tijî” de gotinên wî, niyet û planên çareseriyê yên dewleta  Tirk bi awakî rût û repal raxist ber çavan.

  Paşa, wek siyasetmedarên rovî, xwe vir de wê de neavêt rasterast got: “pirsgirêk ne nezaniya Kurdî ye; kêmasî di nezaniya Tirkî de heye. Ji % 95 kesên temenê wan ji 50’an berjêrtir de jî pirsgirêk tune ye; lê kal û pîr , bi taybetî jin Tirkî nizanin. Derd û kula mezin ev e..."


Dîsa camêr qe veneşart û got; “zimanê dayikê ji dayikan tê hînbûn...” Piştî ku ji jinan pirsî û dît ku jinên Kurd ên tirkînenas di anîna zarokan de pir jêhatî ne; ev yek bû kelem di çavên wî re çûn, bi wê êşê hew xwe girt û bi leşkeriya xwe nema, digel siyasetvaniyê, dawiya dawîn dest avêt doxîna mirovan jî û bê şerm û bê minet vê kelamê jî kir:


“Hûn çima evqas pir zarokan tînin! Ne heyfa wan e!”


 Divê hûn gotinên wî bi çav û hiş û mejiyê kurdewarî tefsîr û şîrove bikin û wer bixwînin:






Divê hûn hevoka wî ya “Hûn çima evqas pir zarokan tînin; ne heyfa wan e” bi vî şiklî sererast û bi bidawî bikin:
“Ne heyfa wan e ku ew ên bi Kurdî biaxivin!”

Paşa dibêje;
“ gelî aqilmend û pîspor û MEB'î Û DPT’î û MİT’î û JİT’î û TİT’iyan!  va ye ji sedî 70 û 80 Kurdan –dibe ku bi gelemperî nebibin Tirk jî- hatine ser rêya tirkbûnê. Çi dikin bikin li benda Ezraîl nemînin wan kal û pîran jî hînî Tirkî bikin."

  Başbûx, bi sê dengan bang kir got; "jin, jin, jin... Heta hûn jinan bi tevahî hînî Tirkî nekin, xetereya hînbûna zarokan a Kurdî berdewam e. Jiber ku zimanê dayikê ji dayikan tê hînbûn... "


Başbûx berê xwe dide Kurdan ji wan re jî dibêje:


“ Tirkî zimanê aborî û ragihandinê û fermî ye. Lê dîsa jî, ger hûn pir dixwazin di mala xwe de bi Kurdî biaxivin, di mal de zarokên xwe hînî Kurdî bikin”


Bala we kişand ew çi dibêje:


" Zikê xwe bi tirkî têr bikin( Tirkiya we tunebe hûn ê birçî bimînin).


Bi mirovên din re hûn ê bikaribin tenê bi tirkî têkilî deynin, karên we yên bi dewletê re jî gere bi Tirkî be.


Gava we van şertan anî cih, mafê we yê axaftin û perwerdehiya Kurdî, ew jî tenê di mal de, heye. Em qarişî nava mala we nabin."

  Ew jî, hemî karbidestên dewleta wî jî baş pê dizanin ku gava ziman di tevahiya qadên jiyanê de neyê bikaranîn wenda dibe û diçe. Zimanekî navmalî ji “çawayî baş î” wêdetir kêrî tu tiştî nayê. Tu ji mala xwe derketî nikarî pê tu derd û kulên xwe bînî ziman. Wek mînak;
tu nikarî bi Kurdî bibêjî; “ altin dovîz ve borsa endekslerî dûştûgûnde emlak piyasasi canlanır”.
 Tu nikarî bi Kurdiyek zelal bibêjî “ şû dîlekçenîn sayi ve tarîhînî bana verînîz kî genel mûdûrlûkte takîp ettirebîleyîm”


 Tu, di tu qadeke fermî de bi zimanê xwe nikarî kesî gilî bikî. wek mînak tu nikarî bi sedî sed Kurdî bibêjî; "astsûbay îctîmaya geç gelmedîgîm halde, Kûrt olmamdan gicik kaptixi îçîn bana oda hapsî verdî, 3- 5 nobetî yazdi”.


 Tu bi kurdiya dayika xwe tu car nikarî hesabekî bikî, pirsek matematîkê, fîzîk û kîmyayê çêbikî û ragihînî kesek din;


“ bîr açinin îç açilarinin toplami 318 derece, diş açilarinın toplami îse bûnûn ûçte bîrî kadardir...”


Ev pirs jibo te bi qasî derbasbûna te ya di ser pira siratê re zor û zehmet e.


 Bi dilê Başbûx be, tu wek kurdek kurdînas ji zanistê jî, ji têkiliyên bi kesên biyanî re jî, ji kar û barên aboriyê yên giranbiha jî, ji têkiliyên bi sazî û dezgeh û rêxistinên fermî re jî, ji mafê xweparastinê jî, mehrûm û bêpar bî.


Tu yê tenê bikaribî bi Meta Zulfînazê re ( tixûbê têkiliyên te)
hesabê hêkan bikî (bi zimanê navmalî ast û sînora danûstendin û aborînasiya te evqas e )


Heger Meta Zulfînaz (xeynî Meta Zulfînaz karê te bi kes û sazî û rêxistinek din be, zimanê te têra têkiliyê nake)


te bixapîne, hêkên ne qenc bide te, (ger feraseta te ya ku te bi kurdiya navmalî bidest xistiye têra têgihiştina konektiya Meta Zulfînaz’ê bike)


tu yê di cih de bizanibî ku ew cilq in (ma li tu yê madeyên kîmyevî yên jahrî bînî hişê xwe; asta zanatî ya ku te ji dayika xwe stendiye ev e ku; tu yê hêkan bidî ber guhê xwe biçelqînî; deng jê bê, bizanibî ku ew xera bûne.)


û Meta Zulfê mafê te binpê dike ( radeya hişmendiya te),


tu yê giliyê wê bi mêrê wê, bi Xalê Evrihîm de bikî (qada ragihandin û hiqûqê jî ji bo te heta vir e).


Xalê Evrihîm hate rihmê û pereyê te li te vegerand da te, jixwe da; ger neda, tu yê pê re pevbiçî, bikî şer û qîrîn û , Xwedê neke qetl û xwîn...


Divê tu jiyana xwe ya Kurdewarî, ya ku dewleta tirk pêşniyar dike, di gund de, di nav malan de derbas bikî ; debara xwe, aboriya xwe bi danûstendina hêkan bikî.


Kurdo, Kurdê jiyana te ya kurd û Kurmancî di vê çarçoveya teng de heta nifşek an dimîne an namîne. Nifşa te çû ber rehma Xwedê, nasname ya te jî bi te re...


Tinaz û henek li alîkî, divê Kurd dest û dev ji hemî daxwazî û xewn û weyalên xwe berdin û di van rojên nîqaşên çareseriyê de bi tenê, sirf, bes “ji kireşê heta zanîngehê” daxwaziya perwerdehiya mecbûrî ya bi zimanê xwe bikin.


Hûn ê bibînin Îlker û Tayîb û Gul û Çîçek wê bi xweseriya dempkratîk jî, bi sîstema federatif û bi ya eyaletî qaîl bibin bi perwerdahiya bi Kurdî nebin!


Tevn û dafik û xefika ku ew jibo me daxistine, yeqîniya we bi Xwedê be, ev e... dikin hestîkî bavêjin ber Kurdên her çar aliyan û welatê xwe li ber çavên hemî Kurdan şêrîn bikin û di nava çend deh salan de ne tenê ên bakûr, tevahiya Kurdan di kuçe û kolanên metropolên xwe de bikin tirk û bi vê yekê mexsed û mirazên dilê îtîhadî û Jontirk û Atatirkê xwe biqedînin; ên Tayîb û Başbûx jî serde...