Pêşniyazek
Pirsgirêk û birîna me ya sedsala 21’ê ya herî xedar û kûr bêguman pişaftina zimên e. Li hemberî pişaftinê kêmasiyên herî mezin jî tunebûna polîtîkayekê û têkoşîna bêpergal e. Lewma jî li hemberî pişaftinê xebatên bi rêk û pêk tune ne û encamên baş bi dest nakevin. Em jî mecbûr dimînin ku ramanên xwe yên di heqê vê mijarê de bi awayekî nivîskî ji raya giştî re ragihînin. Di vê nivîsa xwe de ez dixwazim di warê pişaftinê de ji bo derhêneran û ji bo kesên têkildar pêşniyazekê bikim. Heta niha li ser pişaftinê tu fîlm ji aliyê kurdan ve -li gorî nêrîna kurdan- nehatiye çêkirin. Dema ku mirov li rol û bandora sînemayê difikire, mirov tê digihîje ku divê di vî warî de fîlm bihatina çêkirin. Par li ser mijara pişaftinê ji aliyê derhênerekî tirk û kurd ve fîlmê bi navê “Du Ziman û Baholek*” hat çêkirin. Gelek kesî ew fîlm eciband û got, bi rastî pişaftin di vî fîlmî de pir xweş li ber çavan hatiye raxistin. Lê dema ku em baş li wî fîlmî binihêrin, em ê bibînin ku ew fîlm, bi çavên mamosteyekî tirk li pirsgirêkê dinihêre û êşa wan zarokan pir kêm vedibêje. Ya girîng divê ne êş û pirsgirêka wî mamosteyî bûya; ya girîng êş û pirsgirêka wan zarokan bû. Divê bi çavên zarokan li pirsgirêkê bihata nihêrtin; lê di wî fîlmî de ev tişt pir zêde tune bû. Ji ber vê yekê ez dibêjim, em fîlmê pişaftinê li gorî zarokan û bi awayekî ‘berejavî’ ji nû ve çê bikin. Ez dixwazim di warê senaryoyê de pêşniyaza xwe bi vî awayî vebêjim:
Bila derhênerên me li herêma me an li cihekî din “Dibistaneke Kurdewar” ava bikin. Hemû tiştên wê dibistanê bila bi kurdî bin: Nivîsên li ser dîwaran, sondên xwendinê û yên li polan daleqandî, muzîka zîlê, reng, cil û berg, pirtûk, fîş, mamoste… Bila her tişt ji sedî sed bi kurdî be. Piştî ku me dibistaneke kurdewar amade kir em herin ji Enqereyê yan jî ji Stenbolê, ji bajarên tirkan sî-çil xwendekarên tirk yên heft salî bînin li wê dibistanê qeyd bikin. Me ew zarok anîn, îcar em ê wan di wê dibistanê de bi cî bikin û bila mamosteyên kurd dest bi vegotina dersên kurdî bikin ji zarokên tirkan yên ku bi kurdî nizanin re û bila kamerayên me bê navber rewşa wan zarokan qeyd bikin, axaftinên wan, diyalogên wan, psîkolojiya wan… Ji destê me bê em dikarin çend malbatên wan jî bînin û piştî perwerdehiya bi kurdî diyalogên wan zarokan yên bi malbatên wan re jî bi kamerayan qeyd bikin. De ka em binihêrin zarokên tirk piştî perwerdehiya bi kurdî dikevin çi rewşê û qala çi dikin ji malbatên xwe re…(Haya malbatan divê ji projeyê hebe; lê haya zarokan divê ji projeyê tune be.)
Ku em bikarin fîlmekî weha çê bikin; em dê pir baş bidin famkirin bê êşa ku zarokên me dikşînin çi êş e. Wê çaxê hem dê tirk û hem jî dê kurd(ji ber ku gelek kurd nizanin di wan dibistanan de çi tên serê zarokên wan) fam bikin ku zarokên wan ji nava çerxeke çawa derbas dibin. Bila herkes baş bibîne ku dema ku zarok bi zimanekî ku ew nizanin perwerde dibin çi tên serê wan û çawa lalome dibin; çawa ji dersan direvin, çawa bi çavine şaşmayî li mamosteyan dinihêrin; çawa bi zimanekî din nikarin destûra çûna tiwaletê ji mamosteyê/a xwe bixwazin û çawa bi xwe de dimîzin. Bila herkes bibîne zarok çawa dixwazin hema bila zîl lê bikeve û ew derkevin derve û azad bibin; bila herkes baş fam bike ku nefamkirin tiştekî çiqas dijwar e. Derhênerên kurd li ser vê yekê çi difikirin ez nizanim, lê ez vê projeyê ji wan re pêşniyaz dikim. Em rewşê berovajî bikin dê baştir bê famkirin ku çi hatiye serê me û çi tê serê me….
*İki dil bir bavul
Bahoz Baran
[email protected]