1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Xelîl Semed
  4. Qalik a Bawer Rûken
Qalik a Bawer Rûken,qalik,a,bawer,rûken

Qalik a Bawer Rûken

A+ A-

"Qalik" piştî "Dojeha Veşartî" (Kurteçîrok) duyem berhema nivîskar e. Roman ji 5 beşan pêk tê: I) Qedernûs, II)Sînûs, III) Xeyalnûs, IV) Xewnnûs û V) Banûs. Ev beşên ji hev du pir ne cuda û bi têgehên razber hatine binavkirin merhaleyên jiyana romannûsekî têkçûyî ne.
Di romanê de çîroka serleheng nivîskarê Kurd Ramenîl Ba û jina wî Laremya tê vegotin. Ramenîl û Laremya hev du li Amedê dinasin, her du jî li wir xwendekar in. Dizewicin û li Mersînê bi cih dibin. Laremya ji Amedê û Ramenîl jî ji Xilfetîya Rihayê ye. Ji ber mamosteyekî bi navê Kemalê Nijadperest tadeyan li Egîdê xwendekarê Ramenîl dike û Ramenîl li wî dixe, ji lîseya ku lê dixebite ji peywira mamostetiyê tê avêtin.
Ji ber ku Ramenîl ji tirsa Laremyayê nikare bi awayekî eşkere binivîse, li gel ku soz daye wê jî bi dizî dest bi nivîsandina romaneke ku dike nake nikare biqedîne an naxwaze biqedîne mirov te nagihêje dike. 
Ramenîl sibekekê bi lêdana telefonê agahiya xwekuştina hevalê xwe yê zanîngehê Yadîgar Bêwar hîn dibe. Ramenîlê ku bi şev piştî raketina Laremyayê dinivîsîne bi derfeta ku dê him karibe bi dilrehetî binivîsê him ji bo şîna hevalê xwe û bo reva ji Laremyayê diçe Rihayê. Li wir piştî serdana malbata Yadîgar şevekê li mala xaltika Yadîgar dimînê û li wir qîza xaltîka wî ya bî navê Eynê nas dike. Piştî çûna gora Yadîgar û hin tiştên dî Eynê bi awayekî eşkere hezkirina xwe ya li himber Ramenîl nîşan dide.
Bi vegera Mersînê Laremyaya ku ji nivîsandina Ramanîl haydar e, tekiliya wan ya ku ji do de nameşe diqedîne. Ramenîl çiqas di ber xwe dide jî piştî ji Laremyayê re dibêje:  “Ez ji te hez nakim êdî divê tu fêm bikî"(rp.159)ji daran dikeve, xwe dixe şûna evîndarekî bi cinikê ketî, di xeyala xwe de: " Ji nişka ve hêrsek di dilê wî de radibe û her tiştî dide ber xwe tê dereceya ku çavên wî kor dike. Bilez ji şûna xwe radibe. Berê xwe dide midbexê. Li wir ji ser dezgehê medbexê radihêje kêrekê. Vedigere hêwana malê hema xwe di carekê de çeng dike ser Laremyayê. Derbekê li zikê wê yekê li nava pêsîrên wê û yekê ji li ser dilê we dixe "(rp.159)  Laremyaya ku piştî terkkirinê poşman dibe jî tu hêviya başbûnê di Ramanîl de nabîne... Ji bo avakirina jiyaneke nû ji êtimxaneya Mersînê lawikekî bi nave Serdar ê ku dê û bavê wî ji alîyê gerînendeyê êtimxaneyê bi terorîstbûne tê binavkirin wek ewled distîne. 
Ramanîl vedigere Rihayê him dixwaze romana xwe biqedîne him jî dile xwe yê bi şolîbûna derûniya xwe dişewite aşt bike…Bi Eynê re dest bi tekiliyeke bênav dike. Di wê navbênê de polîsê li ser dosyaya mirina Yadîgar disekinin bi çûn û hatina Ramenîl a Rihayê û gera wî ya bi Eyne re dikevin gumanê, ew derdest dikin. Piştî pirsen li ser rojnivîsk û nameyên di nav rojnivîska Yadîgar ya ku raste rast nerazîbun û fikrên xwe yên siyasî yên li ser zilma dewleta dagirker û têsîrên li ser civaka Kurdan tîne zimên. Çiqasî wî û Yadîgar bi terorîstbûne tawanbar dikin jî Ramenîl tiştekî li xwe heq nake, piştî dagirtina ewraq û qaxizên Ramenîl ên îfadesitendinê wî berdidin. Ramanîlê ku êdî hatiye radeya cinnetê piştî hevşabûna bi Eynê re destê sibehê otêla ku lê dimîne terk dike. Ramanîlê ku ji nizane bi ku de dihere, li ser gotina mûawîne mînubusê berê xwe dide çiyayê Nemrûdê lê di rê de mînîbusa ku pê derin xera dibe fikra xwe diguhere, piştî pirsa Çeme Feratê ya ji mûawînê mînubusê, berê xwe dide girê pêşiya xwe û wenda dibe.
Sîşar di bin berfê de mîna xeyalek dûr û tenha xuya dike, Xeyaleke ku xwe li dora kirasê girê Sî pêçaye. Bayê piştî barîna berfê yê cemidî bi rihetî di nava darên rût re rûyê xaniyên ji axê yên sîşariyan dialêse.(rp.37)  . Romana Ramanîl Ba ya ku bi dizî dinivîsîne wisa dest pê dike.
Şaryo li Sîşarê (Bajarê sîyê) dijî. Ji ber evîna xwe ya himber Xezalê Sîşarê terk dike, Roman bi vegera Şaryo ya ji xerîbiyê dest pê dike. Her du roman jî bi zimanê kesê sêyemîn bi hev dû re paralel, bi heman şêwazê tê vegotin û bi hev re diherikin  Nivîskar, bi armanca dewlemendkirina naverokê bi taswîrên xurt, name,(ên Yadîgar û Ferzan) çîrok,(ên kalikê Qemero),rojnivîsk( Ên Şaryo û Yadîgar) bîranîn û bi agahdariyên balkêş ên li ser mekan û karekteran, xwestiye romaneke têr û tije biafirîne. Di romana duyem de nivîskar bi tesîra peyvên wek berf, sî, kendir, kehr, kîn, îxanet, xewn, tirs, tirsnak, xof, sîşar û girê siyê armanc kiriye ku atmosferek reşbîn heta kûrahiya mejiyê karekteran, bandorê li xwîneran bike ava bike. Di jiyana hemû karekterên romanê de hêsta serdest reşbînî ye. Ji dêvla leheng xwedî karektereke bi biryar û rasterast bin, wek tercîha nivîskar reşbîn, revok û seyr in. Di tevgerên Şaryo û Ramenîl de mirov dikare gelek tiştên wek hev bibîne wek mînak Şaryo ji ber dilêşiya xwe Sîşarê terk dike, di dawiya romanê de em te digihên ku aqûbeta Ramenîl jî heman tişt e.
"–Belê. Ferat li paş wî girê hişk û bê giya ye. Ramenîl sako ji xwe dike. Çente dixe destê xwe yê çepê. Bi gavên giran û bi rûyekî kêfxweş berê xwe dide du girên ku ji wî ve hişk û bê giya xuya dikin. 
Û hêdî hêdî di nava toza axeke sor de li pêş çavên lêwîk dibe siyekê dirêj."(rp.220-221)Wek mînak Qemero; destgirtiyê Xezal ê kevn e. Hiş berdaye. Şaryo; hezkiriye Xezal ê kevn e, li ber dînbûnê ye, ji xerîbiyeke ne diyar vegeriyaye. Zanan; zilamê Xezalê ye, ji ber tekîliyên Xezal ên kevn wek Qemero û Şaryo dixaze xwe darveke lê bi ser nakeve. 
Romana Şaryo piştî beşa pêncan diqede ji xwe wê demê Ramenîl bi xwe daketiye ew derfeta wî ya ku karibe tiştekî li romanê zêde bike jî nemaye. Şaryoyê ku di nav êşa xwe de digevize, zane ku hew lehengekî di romanek nîvcomayî de bi nivîskarê xwe gazincan dike û dibêje, “ji bo çi ha ji bo çi te ez afirandim te ev êş li serê min kir bela. Şewat û valahiya heram jî pe re." Ramenîl di ev dîyaloga balkêş ya ku dema ew di xewde ye pêk tê de wisa li serlehengê xwe vedigerîne:"…Tu tenê xeyalekî ku min di nava sînorên rûpelan de tu asê kiriyî… Bawer bike ez jî nizanim min çima tu afirandî’’(rp.175)
Yek rastiyen kurdan ên sayasî ne xurt be jî di romanê de rû dide. Sedema Ramenîl Ba ya dûrxistina ji peywira mamostetiyê û sedema girtina Ramenîl ya ji ber nivîs, name û têbiniyên rojnivîska Yadîgar ên siyasî referansên eşkere ne. Êşa kurdên di welatê xwe de pêneber xwe di vir de ji rê dide. 
Nivîskar ji aliyê rêbaza nivîsandina romanê rêbazeke ku bere di hin romanên kurdî- martînê bextewer, bîra qederê- hatiye ceribandin bi hostetî bi kar aniye. Vegotina du çîroken têkîldar di vir de bi zimanekî têra xwe edebî û bi amûreyên wêjeyî xwe bi taswîrên mekan û karekteran dermale dike û dihûne.
*: Bawer Rûken, Qalik, Weş. Avesta, Roman, 2014,Stenbol


Gotinên miftehî :