Qedera Herêma Kurdistana Federal
Di nivîsa borî de min bi berfirehî behsa mijara pêşeroja Herêma Kurdistana Federal kiribû. Generalê Amerîkî vê heftiyê çû Iraqê û bal kişand ser rewşa navbera kurd û ereban. Sedema ku min çîroka AKP’ê ji nû ve nivîsand jî ev bû. Dûzena ku nîha didin Rojhilata Navîn, bêyî ku rewşa Tirkiye û AKP were zanîn, nayê famkirin. Ji berk u Tirkiye û AKP aktorên esasî yên vê projeyê ne, her wekî Obama.
Divê em gaveke din vê mijarê zelal bikin. Ez careke din li vir dibêjim; dinya jî li ser vê mijarê biçelqe, ev tişt dê wisa bibin. Jixwe general jî aşkere anî ziman ku kurd û ereban li hember hev kozik kolane. Birêz Ocalan jî 3 sal berê got: "Dê kurd û ereban berdin ber hev, bila kurd baqil bin." Lê niha kurd ji baqiliya xwe bêhtir li hêviya aqilê Amerîka ne.
Heke mesele ne ev bûya, AKP li hemberî Ergenekonê evqasî xurt nedibû. Ji bo wê bi kurtasî ez ê careke din şerê navbera AKP û Ergenekonê vebêjim.
Nakokiya Navbera AKP û Ergenekonê:
Gelek caran hate gotin ku AKP û Ergenekon yek tişt in. Hate gotin ku herdu li hev hatine. Heta dema ku dadgehê biryar da ku AKP neyê girtin, bi dengekî bilind herkes wisa fikirî. Ya rast nakokiya navbera AKP û Ergenekonê qet tune. Jixwe Ergenekon bixwe tune. Tişta ku wekî Ergenekon hatiye binavkirin, sîstema rizyayî ya Tirkiyeyê bixwe ye. Þerê AKP û vê sîstemê jî nêzî 30 salan e heye, kûr e.
Kî çi bêje bila bêje, li vî welatî tenê kurdan êşkence, êş û azar nekişandiye. Helbet ya kurdan tenê ne êşkence ye, tevkujî jî heye, tunekirin jî heye. Lê girseyeke din jî wekî kurd û tirk hene ku ev 85 sal in dewletê nehiştiye ku pêdiviyên ola xwe bi cih bînin. Medrese hatine girtin, teke û zaviye hatine qedexekirin, heta demeke mizgeft bûne tewla hespan. Dêrên ermenî, keldanî û suryaniyan jî wisa. Ji ber vê yekê nakokiya ku di navbera AKP û Ergenekonê de xuya dike, kûr e. Lihevkirina wan ne mimkûn e. Heke em li karaktera misliman û gelên Rojhilata Navîn binihêrin em ê bizanin ku heta yek zora yê din nebe û heyfa xwe baş hilnîne, lihevkirin çênabe.
Endamên Ergenekonê di weşanên xwe de vê mijarê derdixin pêş û tînin ziman ku AKP dê rojekê ava kezabê bavêje ser çavên jinên ku serê wan vekirî ye. Ev ne rast e helbet, derdê AKP’ê ne ew e. Ergenekon naxwaze fam bike ku mijar bêhtir bi Pirsgirêka Kurd û Dûzana Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Bi rastî min hêvî dikir ku fikr û ramanên wan der barê kurdan de biguharin, lê mixabin ku mûyekî jî guhertin tuen. Lê mexdûrên ku di hindur AKP’ê de civiyane, heta ku îqtîdarê têxin destê xwe dê vî şerî bidomînin. Îslam jî, Amerîka jî, tiştên ku Ergenekonê kiriye jî hemû di destê AKP’ê de amûrên riya îqtîdara esasî ne.
Ji bo AKP’ê li hev hatiye ku daxwazên wê û Amerîka di vê demê de hevdu digirin. Ev hevaltiyeke qismî taktîk e, lê bêhtir stratejîk e. Amerîka dizane ku li Rojhilata Navîn ji bo serdestî û dûzaneke nû alîkariya mislimanan lazim e. Ev yek ji bo AKP’ê bes e. Polîtîkayên berjewendîparêz ên cîhana me wisa dimeşin. Li vir jî, li wir jî wisa ye.
Li Herêma Kurdistana Federal vekirina dibistanên Fethulah Gulen girêdayî vê mijarê ne û li wir hêzek kurdan tune ku bikaribe li hember vê yekê raweste. Av bi ku ve biherike kurdên Herêma Kurdistana Federal jî biwî alî ve diherikin. Jixwe bi dehan caran rêveberên wê ji me re gotin “hûn kurdên bakur sehişk in û hûn li konjekturê nanihêrin. Di cîhaneke wisa de ku her tişt di destê Amerîka de, web i qirpika sosyalîzma bêxwedî girtiye.”
Niha kurdên Herêma Kurdistana Federal hatin cihekî wisa ku qedera wan bi helwesta kurdên bakur ve hatiye girêdan.
Amerîka dixwaze herêmê bi Tirkiyeyê ve girêde. Li gor lêkolîn û raporên Amerîkayê kurdên başur jî wisa dixwazin. Em jî dizanin ku kurdên başûr gelekî ji Stenbol hez dikin û dixwazin hêsantir biçin Stenbol û vegerin. Ji çûna Bexdayê gelekî xweştir e bi rastî. Lê rêveberên Herêma Kurdistana Federal wisa nafikirin. Hinek kesên ku ez bixwe bi wan re axivîm, gotin:
“Heke ev ax yekcar tevî axa Tirkiyeyê bibe, heke di hilbijartinekê de kurdên Amed û Hewlêr biçin ser heman sindoqan, wê demê dê gelek destkeftî ji destê me biçin. Kurdên bakur dê hemû rêveberiyan bi dest xwe bixin û ev dûmahîka polîtiîkayên me ne. Li şûna vê, Tirkiye dikare sînor pirtir sist bike û ji cîhanê re jî bêje ku ew bi aborî û leşkerî nahêle ku kes destdirêjiyê li ser axa Kurdistanê bike.”
Di nivîsa pêş de em ê gaveke din vê mijarê ronî bikin. Jixwe heke nexşeriya birêz Abdullah Ocalan jî diyar bibe, qedera herêmê dê bêhtir were nîqaşkirin.