Qertafên Diyariyê
Qertafên Diyariyê
Di vê nivîsê de mebesta me ji “diyariyê” diyariya zayend û jimara navan e. Di zaravayê Kurmancî de sê komên bingehîn ên qertafên diyariyê hene. Yek; di ravekê de qertafên peyva raveber(veqantandek), dudu; qertafên tewangê û a sisêyan jî; qertafên bangkirinê(baneşan) ye. Gava ku raveber nebinavkirî be qertafên raveberê diguherin û dikeve formeke din. Em tîpên kelijandinê nejimêrin, ji vê xalê pê ve tu xalên awarte tune ne.
1) Qertafên diyariyê ên raveberê: Ku raveber binavkirî be mêbûn, nêrbûn û pirbûna wan bi qertafên “a, ê, ên”, ku raveber nebinavkirî be mêbûn, nêrbûn û pirbûna wan bi qerafên “ (ek)e, (ek)î, (in)e” diyar dibin.
a) Raveber binavkirî be: a, ê, ên
Mînak: Min çêleka belek dot. Beranê kel dikira li min xista. Mirîşkên we tên hewşa me.
Îsal livaya berxan kêm e. Bayê sor bi te keto! Deriyên malan vekirî bûn.
b) Raveber nabinavkirî be: (ek)e, (ek)î, (in)e. Di vê xalê de hin kes “ek” û “in”ê tevî qertafên ravebera nebinavkirî nakin. Wekî sedem jî dibêjin: “Ji xwe “ek” û “in” qertafên navdêrên nebinavkirî ne.” Rast e, ji xwe “ek” û “in” qertafên navdêrên nebinavkirî ne. Lê gava ku em di dersan de bibêjin “Qertafên navdêrên nebinavkirî ‘e’, ‘î’ û ‘e’ ne.” dê tevliheviyek çê bibe. Ji ber vê yekê divê em “ek” û “in”ê jî tevî qertafên ravebera nebinavkirî(veqetandekê) bikin.
Mînak: Çêlekeke belek, Beranekî kel, mirîşkine we
Livayeke baş, Gayekî xurt, Deriyine hesinî
2) Qertafên diyariyê ên tewangê: Gava navdêr ditewin mêbûn, nêrbûn û pirbûna wan bi qertafên “ê, î, an” diyar dibe. Li vê derê xaleke hêjayî gotinê heye ku ‘piştî rengdêrên şanîdanê ên tewandî’ ne tê de Kurmancên bakurî hema hema “î” ya navdêrên nêr bi kar naînin. Xaleke din jî li gelek hereman tewîna hindurîn heye.
a) “ê”, “î” û “an”:
Mînak: Vê hevalê ji min re got. Vî hevalî nan ji me re anî. Van hevalan ez dîtim.
Ez pîvazê diqeşêrim. Ez kevirî dişikînim. Ez bizinan diqusînim.
Patoza kayê îsal nehat. Bîna nêriyî tê. Divê em çarçoveyên deriyan sererast bikin.
b) Tewîna hindurîn: Ji ber ku têkiliya vê xalê mijara ne re tune ye, ez ê tenê mînakan bidim.
Mînak: Qiloçên berên (beranî) mezin in. Ava mêst (mastî) bi ser min de rijiya. Min nanê bajêr (bajarî) kirî. Dengê pêz(pezî) tê.
3) Qertafên diyariyê ên bangkirinê (baneşan): Di bangkirinê de mêbûn, nêrbûn û pirbûn bi qertafên “ê”, “o” û “(i)no” diyar dibin. Di vê xalê de bahsa tîpên kelijandinê jî heye lê ji bo dirêj nebe em bahsa wan nakin.
Mînak: Hevalê, were ba min! Hevalo, te çi anî!? Hevalino, werin em nên bixwin!
Derziyê, te xwe di çavê vî re kira! Birawo, birawo, te ez kuştim birawo! Gundîno, malîno, hewar, hewar!
Ezedîn Rotîn û Ş.Dêrikî