Qûş qetiyaye bavê min o
Ev çend car in ku ji Îmralî jî daxwaz tê kirin da rêxistinên bakûr bêhtir bala xwe bidin ser kurdî, perwerdeya bi kurdî, perwerdeya zarok û jinan a ziman. Heta 27 rojan ji bo van gotinan cezayê hucreyê hate dayin. Heke çenek gûrûr bi kurdan re hebûya, dê her derê vî welatî di 27 rojan de bikirana kurmancî, zazakî û soranî.
Em dîn in, dîn. Ma qey em belasebeb qala vê yekê nakin? Ma em belasebeb xwe hêrs nakin? Yek dibêje ku bi dehan mirov ji bo wî agir bi xwe xistine, bedena xwe şewitandine. Heke gotina wî jî tesîr li ser nekir, em çima xwe diwestînin, ez jî fam nakim.
Ev rewş çima wisa bû? Berî mirov rexneya vê rewşê bike, ez ê hin tiştên balkêş bibêjim.
Dema ez ketim girtîgehê, li girtîgeha Mêrdînê 500 girtiyên siyasî hebûn. Kovarek derdiket ji aliyê girtiyan ve. Bi daktilo (tîpnivîs) dihate nivîsîn û bi tenê 4-5 heb dihatin belavkirin. Ji serî heta binî tirkî. Lê navê kovarê bi kurdî bû.
Em her roj ji 8ê sibehê heta 10ê şevê diketin waneyan û me perwerde didît. Hundirê girtîgehê hemû di destê me de bû û me bixwesta em çi perwerdeyê bibînin, me didît. Bi tevahî, li girtîgehan 12 hezar girtiyên siyasî yên kurd hebûn.
Hinek dê bêjin “çima we bi kurdî perwerde nedidît?” Rast e, me bi kurdî perwerde li dar nedixist. Lê sedemek hebû. Dema we bi kurdî romanek, an jî pirtûkek dixwend, hevalê we bi çavekî din li we dinihêrî.
- Bala wî ne li ser şoreşê ye.
- Xwe ji bo şer amade nake.
- Bi tiştên vala re mijûl dibe.
Û dema yekî çîrok, helbest û roman bi kurdî binivîsiya jî:
- Dixwaze xwe li ser nivîskariyê bijîne.
- Reformîst e.
- Ji bo ji şer bireve wisa dike.
- Xwe dide axaftin.
Dema ez van tiştan dinivîsim wekî xencerek li ser dilê min be, diêşim. Salên me wisa çûn. Me dikaribû di her saleke xwe de zimanekî biyanî hînî hevalên xwe bikira. Me dikaribû hevalên xwe hînî psîkolojî, sosyolojî, biyolojî, fizîk, matematîk û hukûqê bikira.
Lê gundiyekî yextiyar dema diket girtîgehê, hevalan digotin “Hevalê Rêzan here jor, her êvar ji wan re pirtûkan bixwîne, bila tiştekî hîn bibin. Her wiha wan hînî xwendin û nivîsandinê bike.”
Ez jî wekî bêaqilan diçûm jor û min ji wan re pirtûka “Kela Dimdimê” ya Jan Dost dixwend. Gelekî jî li xweşa wan diçû. Lê dema berpirsiyarê perwerdeyê ev yek dît, got “Tu çima tiştên belasebe” ji wan re dixwînî. Tu wan jî wekî xwe perwerde dikî. Rabû “Küçük Peşmerge” da destê min û got, “Vê ji wan re bixwîne.”
Îcar ez dibînim hinek her roj radibin dibêjin “çima rewşenbîr tiştekî nakin.” Bavo, ma bila çi bikin? 27 rojan rûmeta me di hucreyan de ma, we ji bo sedema wî cezayî tiştek nekir. Ma heke bandora wî li ser vê rewşê çênebû, em dikarin çi bibêjin? Qûş qetiyaye, bavê mino.