R’AP’ER’ÎNA SÎNORAN
Dema dibêjin sînor, welatê me yê çarparç’ekirî tê ber ç’avê k’urdan. Û k’urd di dilê xwe da nifiran li wan sînoran dikin, ên ku welat, r’uh û mejûyê wan çarparç’e kirine. Lê divê bê gotin, ku sînor li vir gunehk’ar nînin, ew sîstêmên dagirker in gunehk’ar, ên ku ew sînor danîne. Lê, divê dîsa bê gotin, ku hemû sînor xirab nînin. Mînak, sînorên welatê mirov, ên ku gel û welatê wî, axa wî ji destdirêjîyan dip’arêzin... Lê ji ber ku sînorên li ser axa welatê me ne yên me ne (r’asttir dibe, ku mirov bibêje, hemû ne yên me ne) dijmin çawa dixwaze, wan wisa jî li dijî me bik’ar tîne. Zar’okên gelê me li ser wan dikuje (em hema bûyera Roboskîyê bi bîr bînin), me ji hev parç’e dike... (k’ilît di destê wan da nîne, çi bixwazin wê jî dê bikin!?..) Ev dagirker in, mirov tê digihîje, lê dema yên me sînor di ser me da digirin... bila Xwedê me ji tiştên wisa bip’arêze!
... K’urdên me yên Başûrê Biç’ûk demên serhildanên di parçeyên K’urdistanê yên din, hert’im destê piştgirî û alîk’arîyê dirêjî wan kirine, heya bi xwe jî beşdarî t’evgerên net’ewî bûne, dema ew t’evger têk çûne, ne tenê ji bo wê têkçûnê lûvandine û hêsir rêtine, her weha p’enaberên wan hewandine, parîyê xwe yê dawîyê bi wan r’a p’arkirine...
Û, dema îro pêdivîya wan bi alîk’arîyê heye, û dergê sînorê di navbera Başûrê Mezin û Başûrê Biçûk da tê girtin, heş û sewdayê mirov r’anake, mirov tênagihîje. Ma êdî biratîya me li k’u ma? Ma dilovanî û mirovhezî (hûmanîzm) k’uda çûn. Ma, em ji k’ê ditirsin? Ma, kêm demên tirsê hebûne, û k’urdên Başûrê Biçûk ew tirs dane bin p’êyê xwe, û destê biratîyê dirêjî me hemûyan kirine...
Ez êdî tiştekî dinê nabêjim, dema îro ew gelê me yê dilsoz û leheng di tengasîyê da ye, pêdivîya wî bi helwestek a biratîyê heye – wek ya wî bi xwe li hember me hemûyan... Nizanim, nizanim!... Lê, her çi jî hebe, ez bi hêvî me, ku hemû p’arç’eyên K’urdistanê û k’urdên cîhanê dê dergehê dil û ruhê xwe vekin û xwîşk û birayên xwe hemêz bikin...
BAŞÛRÊ BIÇÛK îro bendî piştgirî û alîkarîya biratîyê ye!..
***
Û dîsa sînor!...
Vê carê jî dagirkerên welatê me r’êya çûyîna derî sînor nîşanî me didin, ango, ji me r’a dibêjin, divê hûn ji vî welatî derên, her paşê emê li ser şer’ û aştyê bi we r’a biaxivin. Ji berê va hatye gotin: „Hatye cîyê min, r’abûye r’ûyê min!“ – Balk’êş e, ne, k’î r’êya derî sînor nîşanî k’ê dide!
A, ji bo demên weha ye, ku pêşîyên me gotine: „Dijmin t’enê zimanê hêzê têdigihîje!“ Û gelê k’urd di vê pêvajoyê da hêza xwe daye xuyan – hêza siyasî, ya civakî, ya r’êxistinî-t’evgerî û ya leşkerî. Û van hemûyan dagirker neç’ar kirine, ku ew r’êyên ç’areserîya pirsgirêka k’urd biger’e. Û vê çareserîyê jî ew weke xwe têdigihîje! – Dîsa divê k’urd dest ji xwe berdin, hêzên xwe ji welêt derînin û... paşê lawikên osmanîyan dê bidin heşê xwe, çi bi gelê k’urd bikin, çi bînin serê wî. Dibêjin: „ Hûnê hêzên xwe ji sîniorê welatê xwe derxin!“ – Çawa dibe?! Heya sînor jî vê t’emûl nakin, ew di hindur’ê xwe da r’ap’er’înê dikin. Gelo ew bi xwe jî tê digihîjin, k’a çi dibêjin? Ma, mirovên xwedî heş û sewda wê destûrê bidin xwe, tiştên weha bibêjin? Ango, dixwazin gelê k’urd bê hêza xwep’arastinê bihêlin, û paşê, çi bixwazin li serê wî bikin... Ma, mirov jî yên hemberî xwe ewqaqs biç’ûk dibîne? Ma, mirov jî ewqas teng û biç’ûk difikire? Ma, çima mafê her net’ewekê heye, ku xwe bip’arêze, lê gelê k’urd ji wî mafî bêp’ar dimîne? Bi qanûna k’îjan Xwedayî, împêratorî, p’adişahî an tiştekî din? Ma van tûzika R’êxistana Net’ewên Yekbûyî û pakt û peymanên navnet’ewî nexwandine? Anegorî van dokûmanan her gelekî bindest mafê wî heye ji bo r’izgarî an p’arastina xwe her gerfet û hêzên xwe bikar bîne. An ev mafa ji bo gelên din di cî da ye, lê ji bo gelê k’urd – na! An mafê gelê k’urd di destê hinekan da ye? Xwedîyê wan mafan gelê k’urd bi xwe ye (wek her gelekî cîhanê!), û mafên wî di destê wî da nin, û her t’enê ew dikare bir’yarê bide, k’a wan mafan çawa pêk bîne.
Hew!
Ger r’êjîma t’irk a dagirker, behsa derk’etina derî sînoran dike, divê di sêrî da ew pirsê bide xwe, k’a ew di welatê me da çi dike. Divê ew leşkerên xwe ji vê axê derxîne, ji ber ku ew art’êşa dagirkerîyê ye. Û sedema hemû şer’ û p’evçûnan jî ew r’êjîma wan û artêşa wan a dagirker in.
Eger ev r’êjîm bi r’astî dixwaze û amade ye, ji bo r’awestandina vî şer’î gavan bavêje, divê ew di sêrî da R’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan serbest berde, opêratsîonên leşkerî û t’evkujîya sîyasî r’awestîne, hemû girtîyên siyasî azad bike, lêborîna xwe ji gelê k’urd bixwaze. Û ji bo k’arên siyasî merc û derfetan biafirîne , ji bo ku dest bi pêvajoya siyasî bibe! A, eger bi r’astî xwesteka wan a aştîyê heye, ew divê helwesta xwe bidin xuyanê. An – na?!..
Lê, ger armanca wan ne aştî û şer’r’awestandin in, eger ew vê carê jî dixwazin xwedîyên xwe yên wî berî okîanûsê bixapînin û bazirganîya şêr’ bidomînin, gelê k’urd êdî ne yê berê ye û dê neyê leystokên wan.
Gelê k’urd wek net’ewek a xwedî maf, ji bo aştî û dêmokrasîyê li hemberî têr’ora dewletê têk’oşîn meşandye û îro jî dimeşîne û ji bo her gavek a aştyane amade ye. Lê yên dijberî wî divê ji bo aştîyê û ne ji bo xapandin û şêr’ xwe amade bikin... Ev serdema îro li hemûyan evê yekê ferz dike, ji ber ku ev şer’a ne kêrî gelê k’urd tê, û ne jî – kêrî gelê t’irk tê!
Ev şer’a ne şer’ê gelên k’urd û t’irk e!
05.01.2013
EZÎZ Ê CEWO