1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. R’OJNAMEGERÎYA K’URDÎ – LI SER R’ÊYA PÊŞVEÇÛNAN
R’OJNAMEGERÎYA K’URDÎ – LI SER  R’ÊYA PÊŞVEÇÛNAN,r,ojnamegerîya,k,urdî,li,ser,r,êya,pêşveçûnan

R’OJNAMEGERÎYA K’URDÎ – LI SER R’ÊYA PÊŞVEÇÛNAN

A+ A-

Gelê k’urd hersal 22-ê meha nîsanê wek R’oja R’ojnamegerîya K’urdî pîroz dike.

Di dîrokê da tê zanîn, ku wê r’ojê, sala 1898-an Miqdat Mîthad Bedirxan di p’ayt’exta Misirê bajarê Qahîreyê da hejmara yekem a r’ojnameya yekem a k’urdî ya bi navê “K’urdistan” derxistye. Ev pêkhatina dîrokî, ya ku li Qahîreyê dest pê kir, paşê li Jnêvê, Stenbol û Londonê berdewam kir, lê di bin zorî û zordarîyan da neç’ar ma, sala 1902-an dawî bi weşana xwe bîne. Lê bi vê r’amana weşana k’urdî nemir…

Û di çapemanîya k’urdî da di derbarê vê bûyerê, wat’eya wê ya dîrokî da t’êra xwe hatye nivîsîn. Û di nava civaka r’ewşenbîrî ya k’urd da jî li ser vê bi p’ir’anî agahdarîyên xwe hene.

Bi r’astî, di nava dîroka gelê me da, gel, ê ku welatê wî hatye dagerkirin, p’arç’ekirin û li ser axa wî ya dîrokî ziman, çand, dîrok û wêjeya wî qedexe bûye, weşana r’ojnameyek weha, ew jî bi navê “K’urdistan”, p’ir’ girîng e. Û li vir, divê bê zanîn, her çiqas ew r’ojname ne di K’urdistanê da hatye weşandin û, ji ber wê sedemê jî, nikaribûye di nava civaka k’urdî da bibe alaveke r’agîhandinê ya girseyî – bi wat’eya çapemenîya îroyîn (dîsa ji ber wê, ku li derveyî K’urdistana dagerkirî ya bindest bûye), lê derk’etina wê bi serê xwe p’eyamek bûye hem ji bo dewletên dagerker – ku k’urd û zimanê wan nemirine û navê K’urdistanê jî nehatye û nayê jibîrkirin, hem jî ji bo r’ewşenbîrên k’urd – ku hişyar bin, bawerîya xwe li hêz û zanînên xwe bînin û bi k’arên r’ewşenbîrî r’abin, xwedî li ziman çand û dîroka xwe û navê xwe derk’evin.

Ev jî, ji bo me k’urdan, a ku ji hêla me va tê wat’edardikin û ji vê pêva divê bê wat’edarkirin jî, ev e… Lê, ji bo ku hemû merc û r’ewşên obyêtiv û sûbyêktîv ên dîrokî heya dawîyê bên têgihîştin, divê mirov li vê bûyera dîrokî di nava çarç’ova dîroka mirovahîyê ya giştî da binihêr’e û wê binirxîne, ji bo ku r’ol û cîhê alavên r’agîhandinê û r’ojnamehgerîyê di jîyana civaka mirovahîyê da – bi giştî, û di jiyana gelê k’urd da – bi t’aybetî r’ast bê têgihîştina.

Her çiqas jî heya naha di nava me da, wek net’ew, di derbarê vê bûyera dîrokî da hatye gotin û nivîsandin, lê ew ji sînorê hesta net’ewî ya: “Va, binihêr’in, r’ojnameyeke me jî hebûye!” – derbaz nebûye, û hemû nirxandin jî li ser vê bingehê pêk tên… Lêbelê ji bo têgihîştin û r’astqîmetkirina evê p’êngavê di dîroka gelê me da, ji bo girseya r’ojnamehez û xwendevan wat’eya p’eydabûna r’ojnamegerîyê û çapemanîyê bi berfirehî û k’ûrahî nehatye r’avekirin… Pêwîstî heye, bê zanîn, k’a di dîroka mirovahîyê da, mercên dîrokî yên ku ji bo derk’etina çapemenîyê û r’ojnamegerîyê bûne bingeh, çi bûne. Ma ne, gelê k’urd jî beşekî civaka mirovahîyê ye, û ev bûyera destpêka r’ojnamegerîya k’urd jî derveyî van r’ewş û mercan, derî tiştê ku êdî hatibûye sêwirandin, pêk nehatye…

Divê bê zanîn, ku her çiqas calên 641-642-an Misair ji hêla ereban va hatibû dagerkirin, lê, ji ber ku heya wê demê jî di vî welatî da mêlek berbi çand û şaristanîyeke ne îslamî hebûye, zîlên wê çandê dema desthilatdarîya ereban cîh-cîna xwe dane xuyan û bandora xwe li ser r’eng û şêwazê nirxên civakî hiştine.

Em awir’ekî bavêjin ser r’ewşa Misarê ya wê demê, ji bo tê bigihîjin, k’a wî çaxî li wir çi şert û merc ji bo p’eydabûna r’ojnameyeke k’urdî hebûne. Weha, dema artêşa Înglîz sala 1882-an dik’eve Qahîrê, Misir dibe mêtîngeha (kolonî) Înglîstanê û, her çiqas ew heya 1914-an bi şêwazî wek beşekî Împêratorîya Osmanî dihat hejmartin, lê hemû desthilata r’eal di vî welatî da di destê konsûlê sereke yê Înglîstanê da bûy. Û ev jî tê çi wat’eyê, baş tê zanîn. Êdî ji bo gihîştina wan zîlên çanda ewropî, yên ku berê jî di wî welatî da hebûn, merc û r’ewşên obyêktîv hatne amadekirin.

Û ew welata, her çiqs di r’astîya xwe da êdî bibû wek beşekî cîhana erebî-îslamê, lê ew, her weha, bibû wek warekî, li k’u çandên cîhana îslamê û ya ewropî li r’ex hev û di nava hev da jiyana xwe didomandin.

Ji bo wê jî, dema di derbarê bûyera damezirandina r’ojnameyeke k’urdî di Misirê da tê axavtin, divê ev şert û merc li ber ç’avan bên girtin. Ev – ji bo lêger’înên pêşer’ojê, yên ku wê di vî warî da hê pêk bên. Û, bi dîtina min, dema ew lêger’în bên pêkanîn, dema di derbarê mercên wê demê da bê axavtin, dive ev r’ewşa Misrê ya wê serdemê bi k’ûrahî û berfirehî bê vek’olan.

…Lê li vir, di vê gotarê da mabesta minê ew be, ku dîroka r’ojnamegerîya cîhanê bi kurtebînî pêşnîyarî bala xwendevanê hêja bikim û di nav wê da jî, hinek t’aybetîyên r’ojnamegerîya k’urdî bînim ber ç’avan.

Eger mirov di derbarê r’ojnamegerîyê da diaxive, dive bê zanîn, ku ew sazîyeke sot’sîalî ya ciwan e, ya ku bi aktîvî pêşdik’eve û li ser hemû warên civakê bandor dike. Ji bo ku mirov bikaribe heya dawîyê hem pêşveçûnên r’ojnamegerîyê û cîhê wê di civaka îroyîn da, hem jî pêşveçûna civakê bi giştî tê bigihîje, divê dîroka wê vek’olîne.

Pêdivîya zanibûn û têgihîştina sedem û bingehên p’eydabûn û pêkhatina r’ojnamegerîyê dê alîk’arîyê bide, ku mirov bikaribe mêl û r’êyên pêşveçûna wê pêşda bibîne.

Weha, di sêrî da, r’ojnamegerî çi ye û ew di dîroka mirovahîyê da k’engê û çawa derk’etye û pêk hatye?

Dema mirov di derbarê r’ojnamegerîyê da diaxive, bêyî çapemanîyê nabe. Ew şêwazên r’agîhandinê yên destêkî (şêwazên r’ojnamegerîya xilfikî) di dîroka mirovahîyê da pêdivîya p’eydabûna çapemanîyê derdixe hole, û paşê çapemenî jî dibe ew wara, li k’u r’ojnamegerî pêk tê. Mirov heya r’adeyekê dikare bibêje, ku çapemanî û r’ojnamegerî bi hev r’a çêdibin. An jî – r’ojnamegerî bi çapemanîyê destpêdibe. Çapemanî bi r’ojmanegerîyê disêwire, r’ojnamegerî jî di çapemanîyê da pêk tê… Ji vê hêlê va çapemanî û r’ojnamegerî di nava p’êwendîyên dîalêktîk da ne û bi hev r’a dimeşin.

Çapemanî, wek sazîyeke civakî ya alavên r’agîhandinê, destpêka xwe ji pêdivîya r’agîhandina aghîyean a bi girseyî pêk tê… Li vir jî mirov dikare bibêje, zîlên çapemanîya yekem wî çaxî dane der, dema hê di zemanên kevnar da pêdivîya r’agîhandina agahîyan ji bo civakê derk’etye holê, dema di bajaran da p’eyamdarekî dewletê (di ç’îr’okên gelêrî da – t’elale) di qad û meydanan da derk’etye pêşîya gel û ferman û qanûnên desthilatdaran xwendye…

Û di dîroka mirovahîyê da demek jî dibihure, desthiladtdarên cîhana kevnar agahîyên bûyerên dema xwe li ser selikên kaxç’înî, t’extikên r’ûyên wan gîpskirî û badekên papîrûsî dinivîsin, bi wana p’eyaman ji hev r’a dişînin, an jî ji bo dihatûyê dihêlin (Sûmer, Misira kevnar, Asûr û yê dinê). Ango, pêdivîya civakê hebûye agahîyan p’evbiguhêr’in… Lê di dîroka r’ojnamegerîyê da ev wek serdema berî r’ojnamegerîyê, an maka r’ojnamegerîyê tê navkirin…

Lê r’ojnamegerî bi xwe – weşanên herdemî (pêrîodîk) – dikaribû t’enê pey sazkirina çapxaneyê r’a peyda bibûya. Di Ewropayê da berî r’ojname û kovaran salname, berevokên agahîayan û r’ûp’er’ikên cuda hatine weşandin.

Lê ji bo pêkera p’eydabûna r’ojnamegerîyê sedemên sot’syal-aborî hebûne. Di dawîya sedsala XVI û destpêka sedsala XVII da, dema p’êwendîyên bazarî û bazirganîya navnet’ewî pêşdik’evin, dewletên mezin ên xwegirtî û teqez dertên hole, zaniest û çand pêşdik’evin, çîna mirovên xwendî zêde dibe, xwendevan p’ir’ dibin, xizmeta postê dertê hole û dik’eve kar…

Di r’ojnameyên yekem da, yên ku bi giranî ji bo bazirganan û bajarîyan hatine weşandin, agahîyên di derbarê r’êyên bazirganîyê, buhayê eşayan, r’ewşa k’irîn-firotanê, anîn û birina eşîyan, jîyana hindur’în a welêt, pêwendîyên navdewletî û yên dinê hebûne. Û ya ku ji bo bazirganan, k’armend û k’arsazên wê demê girîng bûye jî, ev bûye… Lê peyr’a ji bo berjewndîyên dewletê êdî destpê dikin, nûçeyên siyasî jî biweşînin…

Çapemenî hema di destpêka p’eydabûna xwe da beşdarî pêvejoyên bîrdozî û siyasî bûye. T’u pêvejoyek, a ku di nav civakê da derbaz dibe, bêyî beşdarîya çapemanîyê pêk nayê. T’u alaveke dinê weke çapemanîyê li ser heş û heşmendîya girseyê bandor nake.

Di dawîya sedsala XVIII û destpêka sedsala XIX da di nav çapemenîya giştî da r’ojnamae û kovaran cîhê duyem digirtin. Hejmar û weşanên wan ne p’ir’ bûne, û bandora wan jî t’enê li ser beşekî civakê yê biçûk hebû.

Di sedsala XIX da di Ewropayê da r’ojnamegerî di warên civakî-siyasî, aborî û çandî yên jîyanê da pêşvadiçe. Û bi wê yekê warên bandora wê di nav civakê da berfirehtir dibin… Ev jî ji hêla xwe va bingehekê saz dike, ku şaxên cuda pêk bên, ên ku bik’evin xizmeta berjewendîyên hêz û çînên cuda yên sot’syalî.

Êdî di nîveka duyem a sedsala XX da bi pêşk’etina zaniest û teknîkê r’a çapemenaî bêhtir pêşva diçe, û xwendevanên r’ojname û kovaran p’ir’tir dibin, û bi saya vê jî hejmara (tîraj) weşanên r’ojname û kovaran p’ir’tir dibin û ev jî dibe sedem, ku derfet’ên wan ên aborî zêdetir bibin. Ev hemû ji hêla xwe va dibe sedem, ku k’omik û derdorên êdîtorî bicivin û pêk bên, û sazîyên professional ên r’ojnamegeran avabibin.

Îro êdî li r’ojname û kovaran ne ku t’enê r’adio û television, lê her weha întênêt jî zêde bûye, û r’ojnamegerî bûye hêzeke gewre di jîyana civakê da. Û, eger ji hêla bandorê va r’adio û televizion derfetên xwe p’ir’tir hene – ji bo guhdrkirin an dîtinê perwerdeyeke t’aybet pêwîst nake, û belavkirina agahîyan ji hêla wan alavên r’agîhandibê va sînorên xwe nine, lê ji bo xwendina r’ojname, kovar û weşanên êlêktronîk hunerê xwendinê û têgihîştinîyek pêwîst e. Û, ji ber ku, wek ku êdî li li jorê hate gotin, civak bi xwe ne yekawa ye, ev herdu k’omên alavên r’agîhandina girseyî jî, her yek ji wan derdorên xwe, yên ku wan dişopînin hene û herdu jî di vî warî da hevdu t’emam dikin…

Îro bandora r’ojnamegerîyê ewqasî mezin bûye, ku ew êdî bi aktîvî beşdarî têk’oşîna siyaseta hundur’în û pêwendîyên navnet’ewî dibe û di gelek cîhan da dikare ne ku t’enê bandorê li ser bir’yarên siyasî bike, giranîya siyasetmederên mezin bihejîne, lê wisa jî hukumetan bide welger’andin. R’ojnameyên r’ojane dertên pêş, r’êvebirên wan dik’evin nava sazîyên desthilata civakê… Û îro êdî çapemenî di jîyana civakê da desthilata çaremîn tê dîtin, heya tê gotin, ku ew êdî bi berekêva gavên xwe bi hêza yekemîn r’a davêje…

Wek ku li jorê jî hate gotin, r’ojnamegerî bûye eyna jîyana civakê, ew hemû hêlên jiyana siyasî, çandî, bazirganî, aborî û r’êvebirîyê li ber ç’avên civakê r’adixe, ç’avên wê li ser r’astîyan vedike. Ev t’aybetmendîyeke wê ya giştî ye, lê, mixabin, îro hinek alavên r’agîhandinê û r’ojnameger hene, yên ku r’astîyan berovajî dikin û jîyanê di eyneya lêp a derewan da nîşanî civakê didin…

Ew hêza siyasî, ya ku di têk’oşîna warê r’agîhandinê da serdek’eve, ew jî dibe desthilatdar.

Heya r’ojnamegerî di cîhanê da, weke sazîyeke civakî, cîhê xwe yê îroyîn bigire, ew r’êyeke dîrokî ya dirêj û dijwar derbaz bûye. R’ojnamegerî di bin k’arîgerî û bandora k’îjan civakê da derk’etye, pêşketye û gihîştye, ew k’etye û îro jî dikeve xizmeta wê civakê.

Çapemanî berhem û beşekî şaristanîya mirovahîyê ye, ew eyneya çanada net’ewî û ya cîhanî ye, lê naver’ok û şêwazê k’arê wê r’astedêr bi pêdivîyên sazîya (sîstêm) sot’sîalî ya serdema konkrêt a dîrokî va girêdayî ye.

A, dema mirov di nava van pêşkevtinên r’ojnamegerîya cîhanê da li rojnamegerîya k’urdî dinihêr’e û wê dinirxîne, hemû t’aybetmendîyên wê yên r’astîn dertên pêş mirov.

Eger di destpêkê da r’ojnamegerîya k’urdî gavên xwe yên yekem di welatên bîyanî da ji hêla yekekesan va, di nav r’ewş û mercên diiwar da avîtye, lê êdî îro, bi pêvajo û pêşkevtiniên siyasî yên di jîyana gelê k’urd da, ew gav bi gav şêwazê xwe yê îroyî digire û dibe alaveke aktîv ya pêvajoyên di K’urdistanê da.

R’êya çapemenîya k’urdî bi kelem bûye, ji bo weşanên r’ojnameyên bi zimanê k’urdî r’êjîmêm dagerker r’ojnamevan girtine, cezakirine an serwinda kirine… P’akrewanê mezin ê vê r’êyê rojnamegerîya k’urdî Apê Mûsa bûye, lê peyr’a jî r’ojnamegerên k’urd hatine hebskirin, kuştin, bê ser û berat’e windakirin, lê r’ojnamegerîya k’urdî her û her bi pêş k’etey û gihîştye r’oja îroyîn.

Di jîyana çapemenî û r’ojnamegerîya k’urdî da dem hatine guhar’tin… Bi bilindbûna T’êkoşîna Net’ewî ya R’izgarîya Gelê K’urd r’a di wêlatê ku zimanê k’urdî qedexe bûye, bi vî zimanî r’ojname hatine weşandinn, û ev jî bûye sedem, ku r’êjîm êrîşan bibe ser wan, alav û teknîkên wan desteser bike, weşanên wan bişewitîne û r’ojnamegeran ceza bike… Lê berxwedana vê T’evgerê ya bêhemp’a gîyande wê r’ewşê, ku ne t’enê di K’urdistanê da, lê her weha li seranserê cîhanê, di p’ir’anîya welatan da çapemenîya k’urdî bi zimanên wan welatan jî weşanên xwe pêktîne û pêşdik’eve û agahîyan ji Welêt û T’evgera R’izgarîxwaz, û wisa jî yên di derbarê dîrok, ziman, wêje, çand û hunera k’urdî digihîne xwendevanên bîyanî.

Ji ber ku civaka k’urdî ne yekawa ye, wisa jî r’ojnamegerîya k’urdî ne yekawa ye. Îro di K’urdistanê da çiqas hêzên siyasî û r’êxistinên cihêr’eng hene, ewqas jî alavên r’agîhandinê yên bi armancên xwe yên cuda hene. Ev r’astîya civaka k’urdî ya îroyîn e. Û ev jî t’aybetmendîyeke civaka mirovahîyê ya giştî ye – t’enê ya me k’urdan ne weha ye.

Îro çiqas k’omele, sazî û r’êxistinên siyasî hene, her yek ji wan jî, herî kêm, malp’er’eke xwe heye, lê di herçar p’arç’eyên K’urdistanê da û li derveyî welêt bi dehan r’ojname, r’adio û televizionên k’urdî, yên bi bîrdozî, siyaset û armancên xwe yên cuda va hene, û ev hemû, her yek bi şêwazê xwe beşdarî pêvajoyên K’urdistanê dibe: hinek ji wan berjewendîyên beşek derdorên siyasî yên teng didin pêş, beşek bi her wehayî hemû merc û derfetên xwe dike xizmeta r’amana azadîya net’eî, beşek jî di bin sîwana hinek sazî û r’êxistinan da bi k’arê wêje, çand û hunera k’urdî va mijûl e…

Wek ku li jorê jî hate gotin, çapemenî dik’eve xizmeta wê civakê an k’oma mirovan, ên ku ew damezirandine û kirine jîyanê… naver’ok û şêwazê k’arê wê r’astedêr bi pêdivî û berjewendîyên wan derdorên siyasî va girêdayî ye, yên ku ew kirine k’ar, xwedî dikin û r’êvadibin. Û ji vê hêlê va, mirov dikare bibêje, r’ojnamegerî dervayî civakê an bêyî wê nikare hebe, û hemû t’aybetîyên xwe va anegorî wê civakê ye, ya ku ew derxistye qada jîyanê… Ji bo wê jî, dema mirovek r’ojnameyekê dixwîne, r’adîoyê guhdar dike an li têlêvîzîonê dinihêr’e, destxweda tê digihîje, k’a ew dengê k’îjan qelfeyê civakê ye…

Helbet, p’ir’r’engî dewlemendîya civakê ye, eger ew cudahî nabin bingeh û sedemên nak’okîyan, eger di pirsên net’ewî da hemû beş û şaxên civakê jî cudadîtinên xwe datînin hêlekê û tên bal hev, li ser pirsên net’ewî digihîjin bir’yareke hevbeş… Eger weha be, çapemenî jî wê di nav civakê da r’ola xwe ya sêwrandar û ne ya tûjkiurina dijberî û nak’okîyan û belavkirinê bilîze…

Di vî k’arî da, her çiqas gotina dawîyê ya wan e, yên ku xwedîyên alava konkrêt a r’agîhandinê ne, lê dîsa jî r’ola r’ojnamegerê professional p’ir’ girîng e: şêwazê gotinê, naver’oka wê, armanca wê gotinê ya mirovî, net’ewî û exlaqî di gelek waran da pêwendîdarî r’ojnamegerê konkrêt e. Heya çanda r’ojnamegerîyê û dêmê wê yê mirovî jî konkrêt e.

Ya dinê jî, dema mirov di derbarê r’ojnamegerîya k’urdî da diaxive, dive bale bik’işîne ser çawanîya (kalîte) wê, û çawanîya wê jî ne t’enê bi profêzîonalîya r’ojnamegeran va pêwendîdar e, lê her weha bi profêsîonalî t’evgerkirin û r’êveabirina k’arê weşanê va. Û li vir, gelekî girîng e, ku bê navber kadroyên r’ojnamegerîya net’ewî bêne p’erwerdekirin û gîhandin. Ji bo ku xwendevan, guhdar û bînêranên alavên k’urdî yên r’agîhandinê ne ku t’enê bi hestên welatp’arêzîyê wan bixwînin, bibihên, an binihêr’in, lê her weha bixwazin û hez bikin…

Li ser vê daxwazê û bi hêvîya pêşk’etinên mezin, ez hemû p’akrewanên çapemenîya net’ewî bi r’êzgirtin bi bîr tînim, sere xwe li ber bîranîna wan a r’onî diç’emînim û R’oja R’ojnamegerîya K’urdî li gelê k’urd, r’ojnameger û k’armendên weşanan pîroz dikim, û daxwezîya gelê me ya ji bo me tînim zimên – em di xizmeta r’aman, dîrok, ziman, çand û hunera net’ewî da bin – boy xatirê pêşer’ojeke r’onî ji bo gel û Welatekî Azad!

21. 04. 2015 Ezîz ê Cewo P’ampa K’urdan