Ramanên kurdî yên +18
Tu zindî ne bê nirx e! Yanî ku kêzika guherînkê di nav rêxa dewaran de hêka xwe bike û bi vî rengî hêka xwe neparêze, sergîn û rêx ji bo wê nirxekî mezin e. Li binavê bi milyonan cure ajal, li cîhanê bi hezaran cure ajalên difirin û yên binerd, bi gelek awayên cihê û ecêb hêk û çêlikên xwe diparêzin. Ji ber vê jî, di parastinê de çi bi kar bînin ev ji bo wan nirx e.
Di mijara Şivan Perwer de min dît ku hinek li Facebook û deverên din dibêjin "bila kurdî be, li ku dibe bila be".
Ya rast ku mirov guh bide gotinên mirovan, mirov ê bibîne ku mirovên her cure karî dikin ji xwe re qalibek gotin dîtine. Tu bi saetan bende kesên qirêj bikevî jî, dê bi saetan ji te re edebiyata karê xwe û rewşa xwe bikin û di nav re jî girîngiya xwe û ramanên xwe û şexsiyeta xwe bike. Ew lîderekî nenas, ew felsefevanekî kûr, ew karektereke pêxemberî, ew zilam be jî wekî qîzekê paqij, sunî be jî wekî elewiyekî pîr, terkesela be jî wekî ûlemayekî teqwa ye. Peyv, peyv û peyv.
Berê jî min carekê der barê Şivan Perwer û TRT 6 de nivîsîbû. Ew dema destpêkê bû.
Niha ez difikirim, xuya ye ku gelek kesên wekî Şivan Perwer ku halan di ciwanan hildidan ji bo şoreşê, bi gelê xwe û şoreşê re ne nast bûn û tenê dilînî û hîsên wan îstîsmar dikirin. Qey ji bo vê yekê bû ku tu caran şoreşger û Şivan Perwer li vî welatî li hev nehatin?
Çawa ku em ji bîranîna dê û bavekî re rêzdar in, em nirx didin hemû bîranînên xwe. Cudahiya me û ajalan e. Em tenê ji tiştên berbiçar re nabêjin nirx, nirxên me yên bi destan nayên girtin, bi çavan nayên dîtin jî hene, ku ew dîrok, dilînî û bîranînên me ne.
Tenê tiştek zerarê dide van. Ew jî di dawiya temenekî de çewtiyên ku çêdibin e.
Yanî, di jiyana asayî de dema mirov behsa kehsa kesekî/ê dike, mirov jidayikbûnê dest pê dike û pê de diçe. Lê dema mirov nirx dide mirovekî, mirov ji dawiy dest bi nirxandina wî dike. Tam di vir de tiştek tê hişê min ku niha watedartir xuya dike.
Di pirtûkên îslamî de tê gotin ku mirovek dema dikeve sikratê, lêv ji tîna diqelişin. Min dîtiye ku xizmên nexweş di sikratê de pembo şil kirine û danîne ser lêvan, ji bo ku nikare avê vexwe. Lê nahêlin ku tî jî bimîne. Ji ber ku pirtûkên olî dibêjin, hingê yek tê xeyala nexweşî û şûşa avê kil dike û dibêje "heke tu nebêjî la îlahe ez nadim te". Gotina "la îlahe" bi erebî tê wateya "xwedê tune". Mirovê nexweş û tî, piştî jiyanek teqwa jî, heke li ser wê doşekê ve çewtiyê bike, rasterast diçe dojehê.
Dîsa çîrokek me ya kurmancî heye, ku kesek striya lingê xwe dide bi nanekî tenûrê, nan dide bi mîhekê, mîhê dide bi bûkekê û bûkê dide bi tûtûkê û piştî ku têr li tûtûkê dixe, datîne ser kevir û dişkîne û diçe.
Ji bo mirovên ku keda xwe li erdê dixin dibêjin "tehba xelef çû ber telef".
Ev hemû nîşan didin ku mirov ji dawiya temenê xwe ve tên nirxandin. Wekî kurtejiyanê ji serî ve nayên nirxandin. Yanî ku yekî çewtiyek pîvanwerî kir, êdî ku kesên din radibin û dibêjin "keda wî pir e, karên wî pir in, dîroka wî wiha ye" bi kêrî tiştekî nayê. Şerefxanê Bedlîsî digel pirtûka xwe ya Şerefname jî di çavên netewa xwe de pûç e. Selahedînê Eyûbî digel serkeftina xwe ya Qudsê jî di çavên kurdan de pûş e, tu carî nebû xwedî cihek. Kesekî wekî Şemdîn Sakik (Şemo) ku bi salan şervantî kir, digel hemû kirinên xwe piştî ku veqetiya ji rojeva kurdan jî ket. Îro di vê şoreşê de kîjan mêr an jî jina ku li asta herî bilind e, digel xwe 14 hezar şervan jî bibe û ji şoreşê veqete, 14 kesên mayî dê bi rê ve biçin û 14 hezarên çûyî dê ji rojevê bikevin.
Ji bo were famkirin ku ez sloganan navêjim, min li jor mînakên zanistî, sosyolojîk û heta wêjeyî jî dan. Ev mesela nirxan e û ji bo her zindiyekî nirx hene.
Îcar ku yek rabe bêje "bila bi kurdî be û li ku dibe ferq nake", bila li pey xwe 14 kezar şervanên ku vegeriyane jî bihesibîne û hinekî hêza xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bike û piştre vê gotinê bîne bîra xwe: "De îcar em li we binihêrin bê xeta gayê we çawa diçe"!
Ji bo kesên ku rewşa Şivan Perwer rexne dikin jî dibêjin "partîperest".
Li cem her miletekî partîperestî heye. Endamên her partî, ol, mezheb, netewe û heta komeleyekê jî wekî parçeyekî xîretê perestiyê dikin. Mirov perestiya malbata xwe jî dike. Ji ber wê dema kêmasiyek malbata mirov dibe mijar mirov fedî dike. Tişta ne rast ew e, ku mirov dijberî vê be. Hurmeta min û rêzdariya min heye ji bo endamên hemû partiyên kurd, lê hurmeta min ji wan kurdan re tune, ku di partiyên dewletên dagirker de endam in. Hurmeta min heye ji bo hemû kanalên kurd, lê ji bo kanalên kurdî yên Sedam di 1989'an de vekir, Tirkiyeyê di 2004'an de vekir tune ye. Her miletek ji bo neteweyên din têxe bin bandora xwe bi zimanên wan weşanê dike. Ev jî armanca wan a mezinbûnê ye. Ev armanca wan a netewî ye. Ez wan kurdan jî fam dikim ku armanca neteweyên din li zora wan naçe û berjewendiya neteweyên din diparêzin. Belê, ez wan baş fam dikim. Wekî min li jor got, di ker kar û pîşeyî de mirovên ku parastina rewşa xwe dikin hene û ev jî parçeyekî jiyanê ye. Lê ev rewşa sosyolojîk li aliyekî, ev êrîşên li ser nirxparêzên kurdayetiyê, parçeyekî Şerê Taybet ê dagirkeran e û divê tu xwe ji vê psîkolojiyê rizgar bikî.
Heke endamekî Kurdistan Tv, KurdSAT, Rov TV, Kurd 1 an jî kanaleke din a kurd xwe û kesên li TRT 6 wekî hev bihesibîne, kanala xwe û TRT 6 wekî hev binirxîne, aha qebhet di wir de ye. Ku çawa li cihekî bilind e, lê ew qasî ketî ye, binketî ye.
Wekî encam, ku Nijad (Yaruk) Arda îro di Rojnameya Welat de gotiye "TRT şeş û cerdevanên çandê", gotinek nû û jêwêdetir ne lazim e.
Hes kes li ber benê xwe rûdine!