Rastiya Jiyanê û Rojeva Me
Zêdebûna nifûsê di dû beşan de tê nirxandin.
Nêrîna yek: Wek nêrîna Apê Mûsa ye.
“Zarokan zêde bînîn, bila şervanên me zêde bibin”
Ya din jî “ji bo pêşketina tevger û azadiya netewa kurd, zêdebûna nûfûsê pêwist e”
Ez ne li ser fikra “Zarokan zêde bibin, dê şervanên me jî zêde bibin”me.
Ez bi sedan kesên wisa nas dikim ku yek zarokekî wan heye û ew jî tevlî refên azadiyê kirine.
Heta çîrokek wisa li ba min heye ku mirov pê bawer nake.
Di dema şaredar Feridûn Çelîk de bi navê Mehdin Guler cîgirekî wî hebû.
Ji bo ku zarokên wî tûnebûn, biraziyê xwe wek kurmarî (evlatli k)xwedî dike û wî wek zarokên xwe yê heq mezin dike. Dide dibistanên herî baş û û zanîngehê.
Wê rojê ez hîn bûm ku ew zarok jî tevlî karwanên azadiyê bûye.”
Belê bûye neçirvanê azadiyê.
Li hemberî vê çîrokê bi sedan kesên din jî ez nas dikim ku 6-7-8 zarokên wan hene. Dev ji şervaniyê berdin nahên zarokên wan bi tiliyên xwe nişana serkeftinê bikin û tevlî xwepêşandanekê jî bibin.
A din gelo nifûsa me bigihê je 70 milyonî em ê azad bibin?
Na.
Bi dehan dewletên wisa biçûk hene ku hîn nifûsa wan bi qasî Amedê jî tune ye.
Hunê bêjin te ev pirsgirêk ji ku derê derxist?
Berî ku gund bêne valakirin, hemû gelê me yê ku li gund dijîyan wek hev bûn.
Kê çi bixwara cîran wî jî piranî ew dixwar.
Di vexwandina xwarinê de tim pîştî dibû: “cîran kerem ke jinikê patileyek çêkiriye, mirov tiliyê xwe pê re dixwe”yê din jî digot: “weleh jinika min jî heman xwarin çêkiriye.”
Lê li bajêr bêhna xwarin û kibabên cîran stûna pozê mirov dişikîne.
Ji xwarinê wêdetir kes silava xwedê jî êdî nade.
şert û mercên bajêr gelek dijwar bûne.
Ji bo kirê ya xanî, heqe ceyranê, hekê avê, xwarin û vexwarin, dibistan û nexweşxaneyê pere divê.
Ji bo wê jî kar divê.
Li Kurdistanê niha kar peyda nabe.
Bav zarokan tevî dayîkê di cîh de dihêle û direve.
Dayîk bav û zarokan di cîh de dihêle û serê xwe hîltîne û diçe an jî xwe dikuje.
Li Kurdistanê herî zêde çi peyda dibin, hûn zanin?
Zarok.
Zarokên bê dahatû.
Zarokên bê pêşeroj.
Bi sedan kesên bê ar û argûn
Bi sedan kesên bê taştê û firavîn
Bila haya we jê hebe.
Mem MÎRXAN