Rastiya rovî
Rovî li daristanê digere, dibine ku bi şaxê darekê ve hêtek goştê xezalê daliqandî ye. Rovî birçî ye, lê şikan ji goştê daliqandî dike, ku feq be, xweşik lê dinihêre, dibîne ku ev feq e.
Piştî ku fam dike ku gotş bi veqê ve hatiye danîn, ji dorê vedikişe. Ji darê dûr dikeve, lingê xwe dixe bin serê xwe û radikeve.
Demek derbasdibe, gur tê, tê bin darê û rovî dibîne. Ji rovî dipirse:- Tu çi dikî brako?Rovî dibersivîne:- Tiştekî nakim, radikevim. Gur dibêje:- Li vir bi darê ve hêtek goşt heye.- Erê, heye.- Te çima nexwar?Rovî bi nermikî dibersivîne:- Ez îro bi rojî me.Gur ji xwe bawer dibêje:- Nexwe ez ê bixum.Rovî dibêje:- Fermo, noşîcan be.Gur wexta xwe dirêjî hêta goşt dike feq pê de diteqe, lingê wî feqê de dimîne. Gur birîndar dibe, bê libat, perîşan vedigevize.Rovî hêdîka radibe ser xwe, diçe ser hêta goşt û dest bi xwarina hêtê dike. Dema ku gur dibîne rovî hêtê dixwe, êşa lingê xwe ji bîr dike û dibêje:- Kone! Fenek! Ka tu bi rojî bû?Rovî bi ruyekî şuştî dibêje:- Min rast gost. Wê demê bi rojî bûm. Lê niha min rojiya xwe şikand.