1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Zana Farqînî
  4. Rastî û tastnivîsa hejmaran
Rastî û tastnivîsa hejmaran,rastî,û,tastnivîsa,hejmaran

Rastî û tastnivîsa hejmaran

A+ A-

Di zimanê me yê devkî de, li gorî devoka herêman mirov rastî çend cureyên bilêvkirina hejmaran tê. Ev yek bandora xwe li zimanê me yê nivîskî jî dike û kes van hejmaran bi awayekî ji hev cihê dinivîsînin. Bi vê rewşê re jî, di warê rastnivîsê de cudatiyek çêdibe, tevlihevî û hevnegirtina awayê nivîsîna hejmaran serê xwîneran (xwendevanan) tevî hev dike. Sergêjiyê çêdike.Wekî tê zanîn, jixwe em hîna ne xwedî rêbereke vekîtê ango rastnivîseke wisan in ku em hemû kes li serê lihevkirî ne. Ez bi xwe, heta ji min tê û zanîna min têrî dike, li ser şêweyên peyvan radiwestim û dixwazim ji aliyê peyvnasî (etîmolojî) û peyvsaziyê (morfolojiyê) ve peyvan binasim û xwe bigihînim rastiya wan. Bi salan min serê xwe li ser rastnivîsa hejmaran êşand û ez dibêjim ku ez bi ser rastiya hinek ji wan ve bûm. Heta çend sal berê, di hejmareke Azadiya Welat de min nivîsek jî li ser vê yekê nivîsand. Lê ez dixwazim careke din, lê belê hinek bi berfirehî  li ser vê mijarê careke din bisekinim û ramênên xwe yên der barê vê yekê de bi we re pareve bikim.

Ji hejmara "yek"ê (1) heta hejmara "dehan" (10), hema bibêje hem ji aliyê bilêvkirinê ve û hem jî ji aliyê rastnivîsê ve gelşeke wisan mezin nîn e û hema bibêje hevgirtinek heye. Cihêrengiya heyî, zêde mirovan aciz û zivêr nake. Min divê pêşî ez hinek balê bikişînim ser van cudahiyan û paşê derbasî mijar û dabaşa xwe ya hîmî bibim.

Di zaravayê kurmancî de, bi taybetî derdora Culemêrgê û herêma Behdînan ji hejmara yek (1) re "êk" dibêjin. Lê belê kurmancîaxêv bi awayekî giştî ji vê hejmarê re "yek" dibêjin û di zimanê nivîskî de jî meyl li ser awayê "yek" e, ne "êk". Hin herêm hejmara du (2) wek "do" û gava bi awayê dubare wê bi lêv jî dikin, dibêjin "dido", "didu". Jixwe tê zanîn ku her tim hejmara "du" wek "didu" (an jî "dido") nayê bikaranîn. Rastiya vê hejmarê bi awayê nivîskî "du" ye û bi awayê dubare jî "didu" ye. Sedemê ku ne "dudu" ye jî ev e: Di çaxê bilêvkirinê de "u"ya pêşîn li dengdêra "i"yê dadigere û hejmar dibe "didu." Em bên ser hejmara sê (3), ev jî wexta dubare dibe dibe "sisê" û her tim bi vê şêweyê nayê bikaranîn. Li gor rewşa ku erk digire ser xwe wek "sê" û "sisê" tê bikaranîn. Jixwe tu kes bi awayê dubare nabêje "sêsê" û wisan jî nanivîse. Wek hejmara "didu" guherîna dengan tê de çêbûye û dengdêra "ê" ya pêşîn li dengdêra "i"yê dageriyaye.Hejmarên çar (4), pênc (5), şeş (6), heft (7), heşt (8), neh (9) û deh (10), hema bibêje her kes wekî hev wan bi lêv dike û dinivîse. Tenê di van hejmaran de newekhevî di hejmara "heft" û "heşt" de heye. Li gorî hin devokên kurmancî, wan wek "hewt" û "heyşt" bi lêv dikin. Ji bo hejmara "heft" ez bidim xuyakirin ku dengê "f" û "w"yê bi hev guherîne. Ji bo hejmara "heşt" ez niha nikarim tiştek bibêjim bê çima dengê "y"yê lê zêde bûye an jî, di rastiya xwe de ew hebûye îcar di hin devokan de ew ketiye. Lê wekî me got, bi piranî di zimanê me yê nivîskî de şêweyên "heft" û "heşt" hatine pejirandin û lihevkirinek li ser van awayên wan çêbûye.Piştî van daxuyaniyên der barê hejmarên ku li jorê me ji wan behs kir de, ez îcar dixwazim bêm ser dabaşa xwe. Ji hejmara "dehan" (10) heta bi ya "nozdehan" (19) gelşek heye. Kurmancîaxêv li gor devoka xwe van hejmaran ji hev cihê bi lêv dikin û dinivîsin. Em di xebatên rêzimanî de jî rastî vê cihêtiya ji hev, tên. Di xebatên rêzimanzanan de, di vî warî de bi awayekî giştî wekheviyek nîn e. Pirs ev e, ji bo mirov karibe li ser awayên wan ên rast biryarê bide, divê serê pêşîn mirov peyvê nas bike. Heta peyv ji her aliyî ve neyê naskirin û zanîn, biryara ku em dê der barê vekîta wan de bidin, dê ne objektîf be. Biryara li ser awayê rast, şêweya rast a peyvan li gorî tercîhan nabe. Jixwe nemir Celadet Bedirxan, diyar kiriye ku qaydeyên ku ji bo vekîtê bên danîn divê xwe bispêrin rêziman. Ev raman û tercîha Celadet Bedirxan, rê li ber me hemû kesên ku serê xwe li ser rêziman û vekêtê diêşînin vedike û nahêle ku di vî warî de herêmgirî û devokparêzî derkeve pêş.

Ji lew re, ez gelek bi van hejmaran biliyam (xerîq bûm) û ez dibêjim ku ez bi ser rastiya wan ve bûm. Çawanş Em yeko yeko hejmaran bidin ber xwe, dewiyan û hûrhêrînên xwe pêşkêşî we bikin. Serê pêşîn min divê ez bidim xuyakirin ku, ev hejmarên dabaşa vê nivîsê ne, ne peyvên xerû ango sade ne. Peyvên çêkirî ne. Bi gotineke din, hatine çêkirin û wek peyvên xwerû an jî hevedudanî ji mirov re tên. A ji ber vê yekê ye jî ku li herêm û deveran, ji aliyê teşeyê ve cudahî di navbera wan de heye. Beriya ez bikevim nav kitekitên mijarê, ez hez dikim van hejmaran derpêş bikim bê çawan ji aliyê şêwe û bilêvkirina heman peyvê ve cihêtî heye.
Yazdeh, yanzdeh,
Dazdeh, dozdeh, danzdeh, duwazdeh, diwazdeh
Sêzdeh,
Çardeh,
Pazdeh, panzdeh, şazdeh, şanzdeh
Hefdeh, hifdeh, hivdeh, hevdeh
Hejdeh, hijdeh, ijdeh
Nozdeh
Hin kurmancîaxêv, ji hejmara "dehan" bi şûn de, wek deh û yek, deh û didu, deh û sisê, deh û çar, deh û pênc, deh û şeş, deh û heft, deh û heşt û deh û neh dibêjin. Hema em kin lêxin û bibêjin ku ji bo zimanê nivîskî ev şêweya hejmaran nehatiye pejirandin. Di çêkirina van hejmaran de (yazdeh, dozdeh, sêzdeh û hwd.) qertafeke sabit heye, ew jî "az" e. Eynî wekî çawan gava mirov dixwaze di kurmancî de rengdêra xurtkirî çêke serî li qertafa "ip"ê dixe. Ji ber ku qaydeyê her duyan eynî ye, ez ê çend nimûneyan ji vê bidim û li mijara xwe ya hîmî vegerim. Di destê me de peyva "sor" heye û em dixwazin jê rengdêreke xurtkirî çêkin, serê pêşîn em dê rahêjine tîpa "s"ya peyva "sor" û bidin pêşiya qertafa "ip"ê. Eger em van her du hêmanan bi hev ve deynin dibe (s+ip) sip, îcar em peyva "sor" careke din hildin bînin bi "sip"ê ve bikin, wê gavê dibe (sip+sor) sipsor. Bi vî awayî rengdêreke xurtkirî em bi dest dixin. Ripreş, kipkesk, sipsax, zipzindî, dipdirêj, kipkurt, tiptenê û hwd. bi vî awayê tên çêkirin.

A qertafa "az" jî qertafeke sabit e û tîpa serê peyvê ya ku em dixwazin pê peyveke nû çêkin tê pêşiya wê û paşê jî peyva "deh" tê paşiyê. Hejmara me "yek" (1) e. Tîpa "y"yê ya hejmara "yek"ê hildidin datînin ber qertafa "az"ê û ew dibe (y+az) "yaz", paşê jî peyva "deh" tê paşiya wê û peyva (yaz+deh) "yazdeh" tê pê. Em derbasî hejmara "du" (2) bibin. Tîpa "d"ya hejmara "du" û "az" bên cem hev dibin (d+az) "daz" û bêjeya "deh" jî pê ve bê danîn, wê gavê dibe (daz+deh) "dazdeh". Li vir di dengdêra "a"yê de qewama deng çêbûye û li dengê "o"yê dageriyaye û bûye "dozdeh". Di kurmancî de em rastî pevguherîna her du dengan jî tên.

Hejmara "sê" (3), eger em dengdara vê hejmarê "s"yê hildin û bidin pêşiya qertafa "az"ê, peyva (s+az) "saz" bi dest dikeve. Ku em bêjeya "deh" jî pê ve bikin, peyva (saz+deh) "sazdeh" tê himatê. Lê li vir gelş û arîşeyek çêdibe. Eger şêweya vê peyvê wiha bihata pejirandin, ji aliyê bilêvkirinê ve dê di navbera wê û hejmara "şazdeh" (16) de, pirsgirêk çêbibûya. Lewma ev peyv ji aliyê teşe ve wek "sêzdeh" hatiye qebûlkirin. Em dikarin bibêjin ku dibe "sê" tev de wek pêrkît (pêşgir) hatibe pejirandin û ji qertafa sabit a "az"ê jî tenê dengdara "z"yê hatibe hilanîn û bêjeya "deh" jî pê ve hatibe kirin. An jî dengê "a"yê li "ê"yê dageriya be. Çawan ku peyva "xanî" di hin devokan de bûye "xênî".Di hejmara "çardeh" (14) de serî li riyeke din hatiye xistin. Eger wek qayde û rêzikê tevger pêk bihataya, dê di navbera wê û hejmara "şazdeh" de dîsan tevlihevî çêbibûya. Ji lew re peyv wek (çar+deh) çardeh hatiye pêkanîn. Na, heke wiha bihata kirin, dê ev encam bi dest biketa: Ji hejmara "çar" dengdara "ç"yê, qertafa "az" û peyva "deh" peyv dibû (ç+az+deh) "çazdeh" û ew û "şazdeh" tevî hev dibûn, ji aliyê bilêvkirin û serwextbûnê ve, dê sergêjî biqewimiya.

Niha jî em bala xwe bidin ser çêbûna hejmara "pazdeh" (15). "P"ya hejmara "pêncan", "az"a qertaf bêne cem hev dibin (p+az) "paz", îcar ku em peyva "deh" jî bi ser ve bikin bêjeya (paz+deh) "pazdeh" pêk tê. Di dorê de hejmara "şazdeh" heye. Ew jî dîsan bi heman awayî û bi heman rêbazî çêbûye. Em bala xwe bidinê bê  hejmara "şazdeh" (16) çawan çêbûye û derketiye himatê. "ş"ya hejmara "şeş" (6), qertafa "az"ê bi hev ve bûne û (ş+az) "şaz" çêbûye, bêjeya "deh" jî lê hatiye zêdekirin û (şaz+deh) "şazdeh" hatiye pê.Hejmara "hefdeh", wekî ya "çardeh" bi qaydeyekî din hatiye daraştin. Ev jî mîna "çardeh" peyveke hevedudanî ye, lê dibe ku bi qonaxa demê re dengdara "t"yê jê ketibe. Hêmanên "heft" û "deh" hatine nik hev û hejmara "heftdeh" ji wan çêbûye. Lê wekî me diyar kir, dengdara "t"yê jê ketiye û hejmar mîna "hefdeh", "hifdeh", "hevdeh" û "hivdeh" ji aliyê devokên cuda yên kurmancî ve tê bilêvkirin. Ji nav van mînakan ya herî nêzî rastiya xwe ye, "hefdeh" e. Eger ev hejmara hanê jî mîna rêbaza ku bi qertafa sabit "az"ê çêdibe, çêbibûya, dîsan gêjahiyek derdiket holê. Ji "heft" tîpa pêşîn "h"yê û qertafa sabit "az"ê em bi hev ve deynin, wekî (h+az) "haz" derdikeve holê, em îcar bêjeya "deh" jî bi ser ve bikin û bala xwe bidinê bê çi encam bi dest dikeve. Em hêmanên "haz" û "deh" bi hev ve bizeliqînin, dibe (haz+deh) "hazdeh". Lê belê, bi vî awayî ev hejmar û hejmara "hejdeh" (18) li hev nakin û tevî hev dibin. Lewma bi azîna din hatiye çêkirin.

Em berêvkî li mijara xwe bidomînin. Dor hat ser hejmara "hejdeh" (18), "h"ya serê hejmara "heşt" (8) û qertafa "az"ê bi hev re peyva (h+az) "haz"ê tînin pê, îcar eger em bêjeya "deh" jî bînin deynin berê, wê gavê dibe (haz+deh) hazdeh. Lê di zimanê me de ev hejmar wek "hazdeh" ne tê bilêvkirin û ne jî nivîsandin. Belê, bi vê azînê (rêbazê) ew û hejmara "hefdeh" ku bi azîna çêkirina bi qertafa "az"ê wek "hazdeh" derdiket rastê, mîna hev in. Mirov dikare bipirse, hemin "hefdeh" wek "hazdeh" nehatiye pejirandin, nexwe çima "hejdeh" wîsan nehatiye qebûlkirinş Lê ji min re wisan tê ku "hazdeh" bi doman û qonaxa demê re li "hejdeh"ê dageriyaye. Ango "haz"a "hazdeh"ê hêdî hêdî bûbe "hejdeh", "hijdeh" û "ijdeh". A rast mirov dişê wiha jî birame û hizir bike ku ev hejmar bi awayê hevedudanî jî çêbûbe. Hêmanên "heşt" û "deh" hatibin cem hev û bûbin "heştdeh", paşê jî li "heşdeh" û "hejdeh"ê dageriya be. Ji ber ku di zimanê me de dengên "ş" û "j"yê pir bi hev diguherin. Mînak: şidandin û jidandin, jixwe û şixwe, gij û giş, kuştin û kujtin û hwd. Digel vî qasî, dîsan meyla min li ser a pêşîn e ku dibe "hazdeh" li "hejdeh"ê dageriyabe.

Hejmara çêkirî ya dawîn "nozdeh" (19) e. Ev hejmar jî ji hêmanên "n"ya hejmara "neh", ji qertafa "az"ê û ji peyva "deh" pêk hatiye: (n+az+deh) "nazdeh". Lê belê kes wê wisan bi lêv nake û nanivîsîne. Mîna "nozdeh" dinivîsin. Dîsan li vir qewimîna dengan heye, dengdêra "a"yê li dengdêra "o"yê dageriyaye. Ji bo mînak: nan û non, gan û gon, xwar û xwor....

Ji hejmara bîstî heta hezarî û wêdetir, çend hejmar ne tê de, ji aliyê bilêvkirinê ve di zimanê nivîskî de hevnegirtinek heye. Di zimanê devkî û yê nivîskî de hejmara "sî" (30) wek "sîh", "sih", "seh" û "sûw", ya "çil" (40) wek "çel", ya pêncî (50) wek "pênce" û "pêncih", ya "heştê" (80) wek "heyştê", ya not (90) mîna nod, nehwêd û nehwêrt û hejmara "sed" (100) jî wek "sid"derdikevin pêşberî mirov.

Ji van hejmarên hanê jî, gelş û arîşeya heyî hinek li ser hejmara "sî" û "not" e. Bi awayekî giştî herema Botan û Behdînan hejmara "sî" (30) wek "sih" û guhartoyên wê "seh û "sîh" bi kartînin, lê herêmen din mîna Serhed, Amed, Xerzan û hinên din vê hejmara mîna "sî" bi lêv dikin. Hejmara "not" (90) jî heman herêm hem mîna "not" û hem jî mîna "nod" bi kar tînin. Qismek Botan û Behdînan jî wê wek "nehwêd" û "nehwêrt" bi lêv dikin. Celadet Bedirxan di xebata xwe ya li ser zimanê kurdî ya di Hawarê de, hejmar wek sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê û not û sed hildane dest. Lê di xebata wî û Roger Lescot  de îcar hejmar wek sî/sih, çel/çil, pêncî, şêst, heftê, heştê û nod/not û sed dane. Wisan dixuyê ku ji bakur ber bi başûr de, bilêvkirina hejmaran nermtir dibe. Digel vê rewşa heyî, di zimanê nivîskî de li ser rastnivîsîna gelek hejmaran lihevkirinek çêbûye. Çawan me gotibû, gelemşe bi piranî li ser hejmara "sî" û ya "not" e.

Di pey van daxuyaniyan de îcar em bi dorê, awayê rast, ku ji aliyê me ve wisan hatine pejirandin, pêşkêş bikin: Yek, du (dîdu), sê (sisê), çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh, deh, yazdeh, dozdeh, sêzdeh, çardeh, pazdeh, şaşdeh, hefdeh, hejdeh, nozdeh, bîst, sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, not, sed. Li dawiyê jî min divê ez tiştekî din jî diyar bikim. Gava hejmar bi awayê bîst û yek, bîst û pênc, sî û şeş, pêncî û çar, du sed, pênc sed, hezar û neh sed û heftê û çar û hwd. bên nivîsandin, hewce ye her hêman bi serê xwe be, ne ku bi hev ve be. Ne mîna çarsed û heştê, nehhezar û pêncsed û wekî din be.


Gotinên miftehî :