Ravek
RAVEK
Peyvek, dema ku ji aliyê hinek peyvên din ve tê ravekirin, ravek derdikeve holê. Peyvên ku ravekirinê çê dikin êdî dibin qalib û nayên parçekirin. Di ravekê de du hêman hene, yek raveber e(rave dibe), yek jî raveker e(rave dike). Raveker ji aliyê wesf, rewş û mêjerê ve raveberê temam dike. Raveber bêtir li pêş e, raveker li dawiyê ye.
Mînak:
Raveber Raveker
Deriyê malê
Pirtûka dibistanê
Keçika mezin
Gula sor
Weke ku ji mînakan jî diyar e, raveker raveberê ji hinek aliyan ve temam dike. Ku di ravekan de wesfên rengdêran hebin ew ravek ravekên rengdêran in; ku peyv ji hinek aliyan ve bên temamkirin û diyarkirin, ravekên navdêran derdikevin holê.
Divê em diyar bikin ku di hinek ravekên rengdêran ên mêjerî, nîşanî û yên diyarkirî de cihê raveber û ravekerê diguhere, hêmanên rengdêrîn tên pêşî.
Mînak:
Çar zarok Ji sedî şêst kar
Vî lawikî nan xwar. Vê pirtûkê bistînin.
1. Ravekên Navdêran
Raveber: Hêmana ku ji aliyê ravekerê ve tê dîyarkirin raveber e. Raveber ji bo ku bi ravekerê ve bê girêdan pêvekên hevbendiyê “-ê,-a -ên”ê distîne. Ev pêvek zayend û mêjera raveberê diyar dikin.
-ê→ nêr -a→ mê -ên→ pirjimar
Mînak:
Raveber Raveker
Bêhna nanî
Serê keçikê
Darên çiyayan
Nîşe: Dema ku du dengdêr bên bal hev
tîpa alîkar ‘y’ tê bikaranîn.
Piştî Pêvekên Nediyariyê Pêvekên Hevbendiyê
Pêvekên hevbendiyê, dema ku piştî pêvekên nediyariyê tên, diguherin.
Pêvekên nediyariyê ev in: -ek(Nediyar-Yekjimar→Ji peyva ‘yek’ê tê.)
-in(Nediyar-Pirjimar→Ji peyva ‘hin’ê tê.)
Minak:
Hevalek hat.
Hevalin hatin.
Piştî Pêvekên Nediyariyê Rewşa Pêvekên Hevbendiyê
e ( Mê) -î (Nêr) -e (Pirjimar)
Dareke me Çiyayekî bilind Darine me
Hevaleke baş Hevalekî baş Hevaline baş
Rojeke xweş Deriyekî vekirî Zarrokine nerhet
Raveker: Hêmana ku raveberê diyar dike raveker e. Dema ku vî karî dike ew jî pêvekên diyariyê “-î, -ê, -an”ê digire. Ev pêvek zayend û mêjera ravekerê diyar dikin.
-î→ nêr -ê→ mê -an→ pirjimar
Mînak:
Raveber Raveker
Destê yekî
Sêva jinikê
Ezmûnên dibistanan
Li Gorî Teşeyî Ravekên Navdêran
A. Ravekên Resen: Ji du hêmanan pêk tên, yek ji wan raveber û yek jî raveker e. Raveberpêvekên hevbendiyê digire; raveker jî pêvekên diyariyê digire.
Pêvekên Raveberê Pêvekên Ravekerê
-a -ê
-ê -î
-ên -an
Mînak:
Dara tuyê
Serê yekî
Darên gûzan
Eger raveker ji peyveke nêr pêk hatibe û tê de tîpên ‘a,e’yê hebin, ew tîp dikarin bitewin û bibin ‘ê’.
Mînak:
Kevirêdîwêr
Deriyê xênî
B. Ravekên Hevalbend: Di van ravekan de raveber an jî raveker ji du hêmanan pêk tên. Di ravekên bi vî hawî de hewce nake ku pêvek du caran bên bikaranîn, peyva dawiyê bê diyarkirin bes e.
Mînak:
Derî û kevirê xênî
Dest û piyê me
Kevirê dîwar û çiyayî
Gula kulîlk û darê
Hişyarî: Dema ku tîpa dawî ya peyvan bi ‘î’yê û “ê”yê bi dawî bibe, hewce nake ku careke din ew peyv pêveka diyariyê bigirin.
Mînak:
Milê derî
Bingeha xanî
Mala Zînê
Hişyarî: Carinan peyvên nêr û mê bi hev re din nava ravekekê de cih digirin, di vê rewşê de peyva dawî tenê tê diyarkirin.
Mînak:
Çîmento û kevirê dîwarî
Destê Hesen û Zeynebê
C. Ravekên Girêdayî: Du an pirtir ravekên navdêran dikevin nava hev û bi hev ve tên girêdan. Divê di çêkirina ravekên girêdayî de du ravek hebin.
Mînak:
Pelên darê+ Dara Gûzê= Pelên dara gûzê
Hêviyên jiyanê+Jiyana wî= Hêviyên jiyana wî
Enstituya Kurdî+ Enstituya Amedê= Enstituya Kurdî ya Amedê
Nîşe: Ku peyvên rengdêrî bikevin nava ravekê û peywendiyê bi wesfekî din re çê bikin, ew cure ravek nabin yên girêdayî. Ji ber ku li holê tenê ravekek heye, peyva rengdêrî tenê pêwendiyê çê dike. Di van ravekan de pêveka hevbendiyê ya duyemîn dikeve rola pêwendiyê û cuda tê nivîsîn.
Mînak:
Şaredariya Amedê ya mezin.
Kurê Leylayê yê biçûk.
Pirtûka wî ya li dibistanê
2. Ravekên Rengdêran
Navek dema ku ji aliyê rengdêrekê ve bê diyarkirin, raveka rengdêran çê dibe. Di raveka rengdêran de jî du hêman hene: raveber, raveker.
Raveber: Hêmana ku ji aliyê ravekerê ve tê diyarkirin raveber e. Raveber ji bo ku bi ravekerê ve bê girêdan pêvekên hevbendiyê “-ê,-a -ên”ê distîne. Ev pêvek zayend û mêjera raveberê diyar dikin. Berevajiya ravekên navdêran, ravekerên rengdêran pêvekên diyariyê ‘-î, -ê, an’ê nagirin.
Raveber Raveker
Dilê jar
Sêva sor
Guliyên zirav
Ava sipîsar
Raveker: Hêmana ku raveberê ji aliyê wesf û mêjerê ve diyar dike raveker e. Rengdêr dema ku hêmanekê diyar dikin pêvekên diyariyê ‘-î, -ê, an’ê nagirin. Tenê di awayê nîşanî de wan pêvekan digirin.
Raveber Raveker
Mala xweş
Gundê vala
Keçika rind
Nîşe: Dema ku rengdêrên hejmarîn û nîşanî derdikevin holê raveber û raveker cih diguherin.
Mînak:
Raveker Raveber
Çar zarok
Ji sedî çar erd
Ev kuri
Ew keçik
Di ravekên rengdêrên nîşanî de ku diyarkirin hebe raveber û raveker bi hev re pêvekên diyariyê digirin.
Mînak:
Raveber Raveker
Vî lawikî
Wê keçikê
Wan hevalan
Ji Aliyê Teşeyî ve Ravekên Rengdêran
A. Ravekên Resen: Ji raveber û ravekerekê pêk tên. Raveker ji aliyê wesf û mêjerê ve raveberê diyar dike.
Mînak:
Raveber Raveker Raveker Raveber
Dara mezin Ev lawik
Gula zer Çar nan
Deriyê şîn Pênc pirtûk
B. Ravekên Hevalbend: Li holê raveberek û çend raveker hene. Ew raveker, bi raveberekê ve girêdayî ne. Di van ravekan de ji bo girêdanê pêvekên pêwendiyê, daçek û gihanek pir tên bikaranîn.
Mînak:
Raveber Raveker Raveker Raveber
Sêva bi bêhn û xweş Ji sedî pênc erd
Deriyê hesin ê mezin Hebik û nîv nan
Hevalê qenc ê dirêj Du mîtro û nîv qablo
Nîşe: Rengdêr weke ku me li jor jî destnîşan kiribû carinan di nava ravekên navdêrîn de jî cih digirin.
Mînak:
Şaredariya Amedê ya mezin
Keçika Leylayê ya biçûk
C. Ravekên Lêkernavî: Li holê raveber û ravekera ku ji gellek hêmanên pêk hatiye heye. Di ravekerê de lêkerek di peywira rengdêre de tê bikaranîn û dibe lêkernava rengdêrîn. Gihanek û daçek jî di van ravekan de pir tên bikaranîn. Ev qalib nayên parçekirin, weke hêmanekê ne.
Mînak:
Pirtûka ku te ji min stendibû li ku ye?
Mala ku li ber çavên me şewitîbû hat çêkirin.
Nanê ku ji destê lêwik kete erdê êdî nayê xwarin.
Xaniyê çêkirî, nabin ji me re.
ÇEWTIYÊN KU TÊN KIRIN
Dema ku em bala xwe didin nivîsên heyî em dibînin ku di vê mijarê de gellek çewtî tên kirin. Carinan pêvek kêm tên nivîsîn, carinan şaş tên nivîsîn. Gellek caran di awayê rastnivîsê de pirsgirêk derdikevin holê.
1. Pêvekên diyariyê yên ravekerê kêm bin tevlihevî derdikeve holê, gellek caran ev çewtî tê kirin, carinan jî ravekên rengdêrîn û yên navdêrîn tên tevlihevkirin:.
Mînak:
Azadiya mêr Azadiya jin Hunermendê berxwedan
Jiyana şêr Bandora muzîk Pirsgirêka Kurd
Odeya meqam Têkoşîna jin Nexweşiya çav
Dema ku em pêvekan li van ravekeran zêde nekin, tevlihevî çê dibe. Di herdu mînakên ewil de ‘azadî’ dibe jin an jî dibe mêr û raveka navdêran weke raveka rengdêran xuya dike. Di rewşên wisa de em bêtir pêveka pirjimariyê ‘an’ê bi kar tînin. Ku kesek bê qestkirin em dikarin pêvekên ‘î’ û ‘ê’yê lê zêde bikin. Lê ev awa di Kurmaciyê de hindik tê bikaranîn.
Awayên rast divê weha bin:
Azadiya mêran/mêrî Azadiya jinan/jinê Hunermendê berxwedanan/berxwedanê
Jiyana şêran/şêrî Bandora muzîkan/muzîkê Pirsgirêka Kurdan/Kurdî
Odeya meqaman/meqamê Têkoşîna jinan/jinê Nexweşiya çavan/çavî
2. Divê pêveka mê ya ravekerê bê bikaranîn, gellek caran em dibînin ku ev pêvek nayê bikaranîn. Bêtir di helbest û stranan de ev çewtî pir tê kirin.
Mînak:
Azadiya Kurdistan
Kesên li Swêd
Festîvala Zîlan
Rûpela cîhan
Pêveka mê ya diyariyê divê di ravekan de bê bikaranîn. Guhdarekî/e Kurd pir bi rehetî dê fêm bike ku ev hevok ne li gorî bilêvkirina Kurdî ne. Divê ew hevok weha bin:
Mînak:
Azadiya Kurdistanê
Kesên li Swêdê
Festîvala Zîlanê
Rûpela cîhanê
3. Pêveka ravekerê ya nêr gellek caran nayê bikaranîn. Lê divê ji bo zimanekî bipergal û xurt divê êdî em wê jî bi kar bînin.
Mînak:
Hevalê Hesenî
Qalikê nanî
Goştê gayî
Devê gurî
4. Pêveka diyariyê ya pirjimar ‘an’ jî gellek caran kêm tê nivîsîn.
Mînak:
Wan hevala got.
Dengê zaroka xweş tê.
Divê em di nivîsê de wê biparêzin û binivîsin:
Min pirsa dewaran kir.
Wan hevalan got.
Dengê zarokan xweş tê.
Bahoz Baran