1. Tekst

  2. Gotar

  3. Razên zimanê min û sînor
Razên zimanê min û sînor,razên,zimanê,min,û,sînor

Razên zimanê min û sînor

A+ A-

Razên zimanê min û sînor

Neçarmayîna têkoşîna li dijî kitekitên çar dîwaran, an jî di helbesta azadiya bêdawî de bihîstina herî kûr a keserê. Nizanim kîjan dûrahî nêzî rastiya min e. Dema hêrsa min a li dijî jiyana min a ku bêyî vîna min teşe digire bi bêçariya min re rû bi rû dibe, janeke kûr ku heya niha min nebihîstiye tê û di nav sînga min de diçikile. Çavên min bi hêviyekê biriqîn lê bersiva bi bêdengiyeke kûr baxçeyê ronahiya hêviya min xumam kir. Rêzikên dawîn ên li lênûska bîreweriyan ku kursiyên qerisî germ dikin êdî xumam in û êdî dizanim kesek nîne di nav tenêtiya min de.

’F’ tîpek çewan e dayê?

Nîgaşan êş didane me?

Di nav paradoksa tîpekê de tengizîm û mam ku min herî pir jî serî li ”f”yê dida ji bo rewşa giyana xwe bînime ziman.

Ax ez ku alimê bêjeyan, de ka binivîse niha bi 30 tîpan rewşa xwe ya ji herkesekî dûr.

Di nav sariya ”tîp”ekê de diviya bi tenê nemana mirovahî û spî bi tena serê xwe qet jî rengek xweşik nînbûye.

Li gel ku dizanim dê bi kêrî tu tiştekî jî neyên, lê dê niha hêz bidine min hin gotin. Mirov nexwaze jî bêrî dike û piştre, ji pencereya caxkirî ya milê çepê ya bilind ku bejna mirov nagihêjê, çavdêriya hêviyê dike.

Hîn rojên pêşîn in ji bo bêriyên min. Kî dizane ku divê hîn çiqas pêşîn bijîn di nav şanikên min de, ”bêyî we”. Li derve, bihar li ber harbûnê û gul hîn bi vekirina kulîlkên xwe ve xwe bi mirinê dixemilînin. Nûçeya ku dê pêşî ew bimire dibe xelat ji mîzgînberê wê re ku mizgînber vê fermanê dike erk, şa û bi hêz e, napejirîne cîhaneke ne azad.

Mîna ku destên min şemirî bin. Ez ku hîn çar salî bûm û neçar dibûm birçîbûna xwe bi giriyên xwe bidime zanîn. Zimanê min destên min bû wê demê û min bi tenê dixwest, li bendê dimam û piştre minêkar dimam. Bi çavên xwe, bi gotinên xwe, bi giyana xwe ya êşiyayî, bi çoka xwe ya ku xwîn jê diherikî, lê bi we re, bi me re…

Niha di destê min de wêneyên min hene, bîranînên ku hîn bi qasî bikarin rengên reş û spî di nav şîna xwe de biveşêrin kevn nebûne. Kî ji me mirî û kî zindî ye. Çi jî xweş dibişirin em hemî, mîna tu bêjî a ev kêlî bi xwe ye, ew qasî ji dil.

Gelo bi rastî jî dem dikare bide jibîrkirin?

Yan bîra mirov rûbereke zirav e ku bi ser giyanan ve tê raxistin.

Her tişt ew qasî bi lez hat jîn ku rûbera min li ber bayê wê çû. Yek bi yek xwe dane der kêliyên nîvcomayî an jî yên qet nehatine jîn. Bedena min a ku dixwaze xwe bigihêjîne her deverî, giyana min a bûye hezar parçe…

Ne gihîştime her deverî û ne jî têrî her kesekî kirim. Kêm bûm, nîvco ma û nemam.

Çîçekên naylon, jiyanên mekanîk, hişyariyên jiber.

Hebûn

Beng…

Rastî…

Bêyî qeyd û bend pejirandin û niyeta baş, dema bilêvkirina bêjeyan, nêrînên revoke ku encamp mahkûmiyet e. Jiyanên ji aliyê temenan ve hatine xeritandin kevirên rêzkirî yên li ser rêya dojehê ne. Teşe diyar e, bîwar diyar e, rengê wê diyar e…

Devera ku dê biçê ji nediyariyê dûr, mîna herkesî, mîna her ciyî. Rûpoşa nîgaşan ketiye. Ne veşarî ye raza nepeniyê. Çi maye lê bigerin piştî ’Te’ ey rastiya min a siya wahdet-î wicûdê.

Divê sozek bê dayîn pêşerojên azad

An jî giyanek bê hiştin ji yên dû min re, ji şervanên pêşerojê re.

Mîna ku şair dibêje

Bi qasî keviran ez êdî kefîlê dîrokê me niha, îsbata hemû jiyînan im. Dibe ku bêhna darçîna şewitî ji min nayê, an jî bahora deryayan ji nav porên min nayê.

Berf e gewriya li nav porên min. Bahoz e bager e yê sîwêneya min xumam dike. Yên kortalên dîroka min ava kirine derbe ne.

Ji keviran kevintir im niha.

Hûn nikarin bi ser ava deryayan ve min bipekînin. Divê derbasî wî aliyê avê bibim, divê kersaxek hebe li wî serî û deverî. Divê têre bikim û bigihêjim Çiya. Li ewran binihêrim. Bişemite pêjeneya saza min ji nav tiliyên min, divê netirsim, lewra dizanim ku dê li hewa daleqandî bimîne.

Belê li wir, li nav ewran

Piştre newayên min li nav babilîsoka qerisî dikeve. Digere li nav çiyan, li ser zimanan û di kena masûmiyeta zarokan a jinên azad de. Rengedengê giyana min di sivikiya azadiyê ya nayê vegotin de ye.

Lêgerînên min bûn ev gotin, çûndin û hatin, nîgaş û rewşa giyanî. Çewa ku civakîbûn e bingeha jiyanê û dîsa çewa ku parvekirin in ên kêliyan watedar dikin. Ji ber vê ye her kêliyên biryargirtinên xwe bi we re parvedikin. Nîgaş mirovan ber bi encamekê ve dibin. Gotin, nixmane û nakokî…

‘’ Neçarmayîna têkoşîna li dijî kitekitên çar dîwaran, an jî di helbesta azadiya bêdawî de bihîstina herî kûr a keserê. Nizanim kîjan dûrahî nêzî rastiya min e?’’ Lêgerînek ku bi rojan ajot. Xiyala avakirina havînekê ye di meha îlonê de. Bihar e encama min. Bêhna beybûnan di nav pozê min de ye, dengê şalûlan, yên çem û rûbaran di guhê min de ye. Ne zêfandî ye dema rûniştina min a li sofreya Rojê. Tu dîwar nikare biryara dawîlêanîna meşên min û vegerên min bide.

‘Zimanê dîwaran hebûya’ digot derhênerekî kevin.

Çima ew qasî bêdeng in ev kevir? Ji êş, qolinc û gloka giyana xembar a ji ber kêliyên bêhêvî xwe dikujkin re şahidiyê dike. ’Ax zimanê dîwaran hebûya’ digot derhêner, me fam nedikir!

Nelicî, bêwate û xiyalî dihat daxwaza wî. Çi hêvî dikir ku ji koma keviran bikarîn bikin? Li benda madeya ”bêcan” û çi bû? Dîyarkirina jidilî ya kevir bû ”çûyîn”. Gelo rawestaneke kevir hebû mîna her tiştî, li hembrî jiyanê? Mîna berxwedana gelan ku tune tê dîtin, nayê dîtin.

Zimanê gelan hebûya!


Gotinên miftehî :