1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Azad Zal
  4. Rewşenbîrî û Rewşenbîriya Kurd -I-
Rewşenbîrî û Rewşenbîriya Kurd -I-,Rewşenbîrî,û,Rewşenbîriya,Kurd,-I-

Rewşenbîrî û Rewşenbîriya Kurd -I-

A+ A-

{mosimage} Ji aliyê etîmolojiya peyvê ve rewşenbîr wekî rayek ji du peyvan tê der. Yek jê rewşen ya din jî bîr e. Rewşen-bîr.

Peyva “rewşen” bingeha xwe ji “reoxşna”ya Avestayî digire. “Reoxşna1, reoxşne, reoxşinû, reuçengh, reuçene2 di wateya tîrêj, ronahî, ronîdan, ronakbar, şu’ledan de tê bikaranîn. Di pehlewî de “ruşnîk, ruşn”3 Di Farisiya îroyîn de “rowşen/rewşen”4 “rûşen”5e. Di zaravayê kirdkî/kirmanckî de “roşyt, roştiye”6; her wiha “roşn/e, roşna”7 ye. Di zaravayên soranî, erdelanî, hewramî, feylî de “rewşen, roşin, roşna, roşnî, roşnayî”8, di kurmancî de “rewşen9, rûşen” e. Di zaravayên kirmanşan, îlam, lûrristan de “rûşên, rûşta, rûjta, rûjnay”10 e.

Ev peyv her çi qas ji aliyê bilêvkirinê ve ji hev cuda bê bikaranîn jî heman peyv e û bingeha vê peyvê digihîje Avestayî.

Peyva “bîr”ê jî di wateya hiş, raman, hizr, gencîneya ramanî ya mêjî de ye.


Peyva “rewşenbîr” di wateya kesê/a ku gencîneya wî/ê ya mêjî vekirî, zelal û paqij be; bi vî awayê xwe pêşiyê li civakê veke, rêberiya ramanî bike, tevlîheviyan ji hev derîne, nezelaliyan zelal bike, tarîtiyan ronî bike de tê bikaranîn. Mirov dikare bibêje ku peyva rewşenbîr di kurdî de (digel hemû zaravayan) gihiştiye wateya sererast û standart.


Rewşenbîr ji aliyê hişmendiyê ve ramanger e, ji aliyê nivîsbariyê ve nivîskar e, ji aliyê civakê ve pêşevanê şêwrê û şêwirmend e. Bi fikr û ramanên xwe her tim serhildêr e. Xweser e û bi xweseriya xwe ya rewşenî der tê pêş û her tim li pêşiya civakê ye.


Rewşenbîriya kurd li gorî rêgezên gelemper di astekê baş de nîn e. Heta mirov dikare bibêje li gorî pîvanên kîmyayê di binê sifirê de ye. Ev çima wisa ye? Rewşenbîrên kurd ji civakê paşdetir in.

Rewşenbîriya Kurd di dema xwe ya sefîliyê de ye. Ji vê yekê re sebep û eger hene. Sedemek jê ev e ku rewşenbîriya kurd (rewşenbîrên kurd) her tim ji kokên kurdî û kurdewariyê dûr ketine. Di binhişê rewşenbîrên kurd de kurd û gundîtî, kurd û nezanî, kurd û paşverûtî, kurd û bêpergalî bi hev re hebûye. Sedema vê jî ev e ku di vê nîv-sedsala dawîn de kurdên ku daw û doza rewşenbîriyê li xwe dikirin û xwe pêşevanên gelê kurd (kurdê nezan, kurdê belengaz) didîtin ji welat derketin/reviyan û di hêlîna rewşenbîrî û entelektueliya biyanî de mezin bûn bûn “rewşenbîr”. Tu bikî nekî di hêlîna biyaniyan de mezinbûna rewşenbîriya kurdî bi xwe re komplekseke ecêb di nava rewşenbîran de çêkir. Ev kompleks biçûkmayîn lê xwe mezin dîtin bû. Meriv dikare nav li vê deyne û jê re bibêje; “rewşenbîriya kurd ya diyasporayê”.

Ez di vir de dixwazim mînaka çûçikên destokî bikim. Di dema ez biçûk bûm peyva “destokî” ji bo hinek çûçikan dihate bikaranîn. Min zanibû çûçikên destokî çawa ne, lê min dikir ne dikir min fêm ne kidir ka çima çûçik destokî dibin. Dema ku tûtik/mirîşk qup diket û piştî demekê çûçik ji hêkan derdiketin, em zarok bûn me jî diçû wan çûçikan digirt û dixiste hemêza xwe û em bi wan dileyîstin. Pîra min dihat bi me re dixeyîdî û digot “lawo lawo hûn çi ji wan çûçikan dixwazin, hûn bi wan dileyîzin ew ê destokî bibin haa!” û bera me dida. Bi rastî jî çûçikên ku me wan digirt û em bi wan dileyîstin “destokî dibûn” û zêde gir nedibûn. Dema ku dibûn dîk ya jî mirîşk jî tu caran wekî dîk û mirîşkên din tev nedigeriyan. Mesela em bi nava wan diketin tevekî direviyan, lê yên destokî nedireviyan. Me digot “tepişşş” di cî de disekinîn û tepişdiketin û me diçû wan digirt.

Ez bixwe dema li ser rewşenbîriya kurd difikirim ev rewşa dîk û mirîşkên destokî têne bîra min. Ez di vê fikrê de me ku rewşenbîriya kurd ya diyasporayê di hêlîna biyanan de derketiye û destokî ye. Belkî rexneyeke dijwar be lê ev rastiyeke kurdan e.

Ya din rewşenbîrên kurd her tim kurdan bi taybetî kurdên ku li welat dijîn biçûk dîtine. Û ji ber wê jî bi tu awayî pêşketinên ku li welat çêbûne nedîtine, nexwestine bibînin û nehiştine ku rewşenbîriya kurd ya nava welat di qada navneteweyî de aj bide û xwe nîşan bide. Rewşenbîrên kurd di dema ciwaniya xwe de li diyasporayê wer bûne û hemû enerjiya xwe li diyasporayê bikaranîne. Di dema malnişîniyê de vegeriyane û bi vî awayî xwestine vegerin welat.

Rewşenbîriya kurd ya nava welat jî heman paradoks û kompleksê bi awayekî giyanî jiyaye. Ew jî di hêlîna dewletê de, bi miaşê dewletê xwedî bûye û mezin bûye. Di dema zor û zehmetî de, di dema ku demên darbeyê û darbekar (wekî 12 Îlonê) fiîlî û hukmî serwer bûye ya di xizmeta dewletê de bûne û bûne navgîna pişaftina giyanî û zimanî, ya jî tirsiyane û xwe di quncikên dibistan, medrese û daîreyên dewletê de veşartine heta ku tekoşîna gel bilind bûye û hinek derfetan derxistiye meydanê ew jî wê demê xwestine ji wan derfetan sûd bigirin. Vê rewşa hanê komplekseke ecêb çêkiriye.

Di vir de kompleksa rewşenbîriya derve û ya nava welat dibe yek û bi awayê cuda cuda der tê holê. Rewşenbîriya ku li diyasporayê bi fon û alîkariya dewletên xwedî siyasetên (bi her awayî) împeryal û li nava welat bi miaşên dewleta dagirker û xwedî siyasetên pişafter xwedî bibe ew tu caran nikare serî li hember neheqiyan ku li gel dibe rabike rewşenbîriye bike.

Niha ji ber ku rewşeke taybet heye rewşenbîrên kurd di vê rewşa taybet de dikin nakin nikarin taw û cih bigirin. Di nava dewletê û hêza tekoşer de tekoşîn heye û didome. Di vir de rewşa rewşenbîriya kurd ew e ku di nava wan de dipelişe û dieciqe. Hem navê rewşenbîriyê li xwe datîne û hem jî ji her du hêzan jî ditirse. Minetdarê her duyan e jî. Yek jê ew xwedî dike, miaş didê; yê din derfet û îmkanên kurdewarî û nivîsbariyê didê ku xwe di nava gel de karibe bide qebûlkirin û kompleksa wî/ê bitepisîne, heta bikaribe bibe siyasetmedar, parlamenter û rêveberê sazî û dezgehan.

Vê pozîsyona hanê rewşenbîriya kurdî ji erk û peywira rewşenbîriyê dixîne. Bi vî awayî nikare peywirên xwe yên rewşenbîriyê bîne cî.

1 Ferhengi Vajehay Avestaî, Îhsan Behramî (Vîrastar: Ferîdûn Cuneydî), Çap: Defter Sûm-1349, Tehran, Cild: 3, Rp: 1199

2 Ferhengî Başûr, Kurdî-Kurdî-Farisî, Taybete Be Nawçeyl Kirmanşan-Îlam-Lûrristan, Ebasî Celîliyan, Dezgey Aras-2004, Hewlêr Rp: 356

3 Ferhengî Başûr, Kurdî-Kurdî-Farisî, Taybete Be Nawçeyl Kirmanşan-Îlam-Lûrristan, Ebasî Celîliyan, Dezgey Aras-2004, Hewlêr Rp: 356

4 Ferhengi Farisî, Dr. Muhammed Mu’în, Çap: Sorayiş-1386, Tehran, Rp: 570

5 Gencînei Guftar Ferhengi Ziya, Ziya Şukûn, Çap: M.E.B. Istanbul-1996

6 Zazaca-Turkçe Sozluk, Mesut Ozcan, Çap: Kaynak Yayinlari-1997 Istanbul, Rp: 175

7 Ferhengê Dimilkî-Tirkî, Malmîsanij, Weşanên Deng-1992, Stenbol, Rp: 303

8 Ferhengî Kurdistan, Gîw Mukriyanî, Dezgey Aras-1999, Hewlêr, Rp: 502

9 Ferhenga Kurdî-Tirkî, Zana Farqînî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê-2004, Stenbol, Rp: 1588

10 Ferhengî Başûr, Kurdî-Kurdî-Farisî, Taybete Be Nawçeyl Kirmanşan-Îlam-Lûrristan, Ebasî Celîliyan, Dezgey Aras-2004, Hewlêr Rp: 356