Rewşenbîriya balon,Rewşenbîriya,balon

Rewşenbîriya balon

A+ A-

Her gotinek di nav xwe de gelek wate vedişere. Dema ez rewşenbîrî û nivîskariya kurdan a dîrokî û ya îroj didime ber hev bi  rastî jî çokên min dişikên.

Wêneyê kesekî ku ji xwe re bêje ez mele me û bi Quranê nizanibe tê ber çavên min. Di nav kurdan de, nivîskarî û rewşenbîrî mîna “ettehiyatû û çawa lê hatû” dimeşe.

Hin kes hene, kar û barên wan tenê ew e ku hema navên ku bi xwe li xwe kirine, dîsa bi xwe û der û dora xwe bidine qebûlkirin. Hin kes jî bi têkiliyên xwe yên bi TV, rojname, weşanxane,  an jî malperan re dibine “niviskar”, “helbestvan”, “wêjevan”, an jî “rewşenbîr”.

Navne qirase li xwe dikin û dertên ser rûpelên malperan û rojnameyan an jî ekranen TVyan. Lê mirov dema naveroka nivis û axaftinên wan camêran/canikan dinihêre di wir de qidûmê mirov dişikê.
Mirov tenê dikare bêje, “hey wax li min li ser wê dîroka kavnare û xurt ma ev şîn dibin?”. Carnan nivîsa kesekî/ê di bi dehan malperan de dibînim. İcar ev kes bi vî awayî jî namînin û ji rojnameyên kurd re jî heman nivîsî dişînin. Mixabin ew jî diweşînin. TVyên kurdan jî di wî derdî de ne ku wê rojê yekî bibînin û bernameya xwe pê dagirin. Grîngî nadine kalîte û naveroka berhemên wî/ê kesî.

Mixabin nivîsandina bi kurdî, karên bi kurdî di nav gele kurd de ne zêde ye. Ji ber vê yekê jî, hinek rojname an jî malperên kurd, hema kesekî bi kurdî karibe du pirsan bîne ba hev, dikin nivîskarên xwe. Îcar ew kes êdî çi hatiye bîra wî/ê, dinivîse. Carnan jî, derdikevin derveyî zanebûna xwe û bivir bilind dikin û li kevir didin.
 
Çawa be êdî wan ji bo nivîsên xwe yên qaşore, cihê weşanê dîtine. Îcar diçin ji nas û dostên xwe re qenciyan dikin, bi wan jî didine nivîsandin û tofaneke din li ser wê tofanê radikin. Dûre di nav civakê de rûdinên û pesnê hev û du didin. Ew dibêje: “nivisa te gelek balkêş e” ev ê din dibêje: “na wele nivisa te balkêştir e”. Îcar di dile xwe de û li pişt hev û du jî, kî çi zane kevirne çawan mezin davêjin hev û du. Ji ber, mixabin ku hîn jî kurd ji hev hez nakin. Bê guman mesele giyayê hewşê ye. Ev jî rastiyeke bi êş e.

Êdî rewşenbîrî, nivîskarî an jî wêjevanî di nav gele kurd de, ji zanebûn, zanyarî û zanistê derketiye, bûye mode û çav didin hev. Her wiha bûye malê bazarê, êdî ji kalîtê bêtir, navdan, reklam û têkilî derbas dibin. Ev jî pîvanên bazar û bazirganan in. 
Kesên ku wêje, helbest û dîroka kurd bi van nivîsên bê wate qetil dikin, her çiqas berpirsyar bin jî, li gor min, kesên ku di rojname, malper û TVyan de cih didine wan, bêtir berpirsyar in.
Bi taybet weşanxane di vî warî de gunehkarên herî mezin in. Lewra çend quruşên kî hebin, bi perên xwe diçin weşanxaneyan, pirtûka xwe didine çapkirin, dikin binê çengê xwe û dibine nivîskar. Êdî ew nivîskar in, ji ber pirtûka wan heye. Hinekên li Ewropayê jî, bi xwe weşanxane vedikin û pirtûkên xwe di “weşanxane”yên xwe de bi parên projeyan didine çapkirin, dibine nivîskarên qirase û “bi nav û deng”. Êdî kesek nikare şaşiyên wan jî bi wan bide famkirin. Ew êdî “niviskar”, “helbestvan”, “rewşenbîr” û di heman demê de gelek tiştên din in jî!.. Û kesekî şagirt tune ye, hemû mamoste ne.

Ev tişt hemû encamên bêjingnekirinê ne. Belê bêjingek di nav kurdan de tuneye. Loma jî çi tê bîra wan dinivîsin. Ji ber tirs tuneye, weşanxane jî, heman tiştî diweşînin. Ev jî tê wateya ku her çiqas ev kesen ji xwe re dibêjin nivîskar, di rastiyê de kujerên helbest, wêje, dîrok û zanyariya kurd in.

Divê bê fêmkirin ku her kesek nikare bibe nivîskar û her nivîskarek jî nikare bibe rewşenbîr.

Bê guman rexneyên min ne ji nivîskar û rewşenbîrên kurd re ne ku bi rastî karên xwe dikin.
 
Dil dixwaze ku kurd hemû xwenda û rewşenbîr bin. Lê rastî ne wisa ye. Di nav dîrokê de rewşenbîrî û zanyariya kurd ji ber gelek sedeman hatiye korkirin. Rê li ber bajarvaniya kurd hatiye girtin, bajarên heyî jî yan hatine talan û wêran kirin, an jî asîmîlekirin û ji rastiya xwe dûrxistin. Civak li şûna pêş ve biçe, bi paş ve, ber bi gundayetiyê ve çûye û gundayetî di nav demê de car din ketiye nav şanikên me. Niha em dixwazin dîsa xwe ji vê rewşê rizgar bikin, ji bo vê hewl didin. Ev ne tiştek xerab e, lê nayê wateya ku divê em bi nezaniyên xwe, dewlemendiyên xwe tar û mar bikin ango bilewitînin û nayê wê wateyê jî ku divê û dikare herkesek bibe rewşenbîr.

Divê di nav kurdan de rewşenbîrî û nivîskarî ji hev veqetin. Rewşenbîr di heman demê de rêberiya civaka xwe jî dikin û di rojên teng de jî li pêşiya her tiştî ne û bedêlên herî mezin jî ew didin. Rewşenbîr ew kes e ku bi her awayî xwe peş xistiye û gihîştiye asteke bilind. Rewşenbîr xwedî nêrîneke berfireh û asteke bilind e. Nivîskarek dikare ji aliyê nivîsan ve bi hêz be lê gelek caran gotin û kiryarên wan hev û du nagirin. Ji xwe dema kesek tiştek dinivîse, nayê wê wateyê ku ew bi xwe jî, di wî warî de bi ser ketiye.

Heya ev her du tişt ji hev veneqetin, ev gengeşî dê demeke dirêj weha berdevam bike.
Lê ez di wê baweriyê de me ku ev pêvajo Ronesansa kurdan e. Ev gengeşî normal e ku heya demekê hebûya, lê êdî divê zelal bibe. Dema ronesansê çiqas dirêj bibe, civak ewqasî nirxên xwe wenda dike.
Pêvajoya ku em tê de ne jî, pêvajoya nirxwendakirinê ye. Gelek nirxên ku li piyan mane û gelek tiştan jî li piyan hiştine, îroj di bin navê nivîskarî û rewşenbîriyê de tên talankirin û wenda dibin. Divê rojek zûtir rê li ber vê pêvajoyê bê girtin. Ji bo vê jî, divê bêjingek hebe. Ev kar jî dikeve ser milên, di destpêkê de weşanxane, rojname, TV û malperên kurd. Ji bo bêjing jî baş kar bike, divê bêjing di destê kesên vî karî baş fêm dikin de be.

2008-08-02
Bîrgul Ozbariş ARDA
[email protected]


Gotinên miftehî :