Rewşa birêz Ocalan
Kampanya Îmzeyan a ku komek nivîskar û rewşenbîrên kurdînûs di Amîda Kurd de ji bo rewşa birêz Abdullah Ocalan da destpêkirin destekek baş dît. Wisa xuya ye dê ev kampanya bigihîje armanca xwe. Rêveberên Amîda Kurd dê bi destê xwe van îmzeyan tesnîf bikin, bidin ser kaxezan û pêşkêşî hemû aliyên têkildar bikin. Çavên nivîskar û rewşenbîrên kurdînûs dê li ser vê kampanyayê be.
Çi Bû Ku Rewşa Birêz Ocalan Guherî ?
Em hemû dişopînin, tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin, pir giran e. Ev 10 sal in ku giliyê tunebûna oksîjenê dike. Bêhna ku ji boyaxa dîwaran dihat. Rengê odeyê. Tunebûna deng, rûyên cuda û xwezayê. Ev hemû dema bi salan de here forma mejiyê mirov xera dikin. Mirovekî ku her roj bi disîplîneke mezin li ber vê rewşê li ber xwe nede, dê gewdê wî bikeve rewşeke wisa ku hemû roja wî di nav nivînan de derbas bibe.
Tiştên ku mejiyê mirov şok bikin, bedena mirov jî li ser lingan dihêlin. Dengek, dîmenek û heta nûçeyek jî dibe. Carinan pirtûkek, an jî nivîsa rojnameyekê jî dibe. Ji ber vê, hemû tiştên ku mejiyê wî hişyar bikin nayên dayin. Radyoya wî tenê kanalekê dikişîne, nûçeyên wê kanalê jî bi taybetî ji bo wî tên amadekirin. Hemû sansurkirî ne. Rojnameyên ku behsa kurdan bikin nabîne. Di rojnameyên herî tirk de jî gotar, wêne û nivîsên ku bala wî bikişînin, bedena wî hişyar bikin, mejiyê wî hişyar bikin jê dikin.
Nameyên ku gotinên xweş tê de hebin, ku heyecanê jê bigire, nadinê.
Yanî, Îmralî cihê kuştina mejî, kuştina heyecan, balkêşiya bedenê û fizîka mirov e. Îmralî bi rastî jî "Kortika Mirinê" ye.
Lê van tiştan têr nekir.Ji ber vê jî bi hinceta ku CPT'ê xwestiye rewşa wî were guhertin, zindanek nû lêkirin. Di vê zindanê de hejmara 6 a ber navê TRT 6 bi zanebûn bi kar anîn. Bînin bîra xwe ku TRT 6 di destpêkê de TRT 7 an jî TRT 8 bû, lê piştre nav guhertin û kirin TRT 6. Ew şeş û ev şeş metreyên hucreya nû qet ne tesadufî ne. Heta 6 tîrên di alaya CHP'ê de qet ne tesadufî ne. Ev peyameke taybet a pergala dewletê ye. Aşkere aşkere dibêjin "em ê te di nav vê pergalê de tune bikin, heke tu teslîm nebî."
Tiştên ku dewletê bi ser vê hişkiyê de dajon hene.Ev tişt û sedem ne kurd in. Daxwazên qada navnetewî ne. Hinek ji Tirkiyeyê dixwazin ku Tirkiye kêmasiyên xwe temam bike, pêdiviyên xwe bi cih bîne, demokrasiya xwe pêşve bibe û pirsgirêkên xwe çareser bike. Mawe û dema ku ji bo tunekirina PKK'ê dabûn Tirkiyeyê jî diqede.
Ev ne bes bû.Îcar leşkerên Amerîka jî di meha 12'mîn de ji Iraqê derdikevin. Û ereban çavên xwe berdane şerekî. Ereb doza Kerkûk û Mûsilê dikin û dixwazin vê mijarê biqedînin. Dixwazin Herêma Kurdistana Federal jî bi tevahî bi Bexdayê ve girêdin.
Ev ne bes bû.Îran bi lez ber bi çêkirina bombeya Atomê ve diçe.Emperyalîzm ketiye krîzeke aborî ya kûr û nikare wekî berê razemeniya şer bike, divê navberekê bidê.Çîn û Rûsya ji vê rewşê zivêr bûne û dixwazin pergaleke nû bidin cîhanê.Îsraîl dixwaze xetereyên ku Îran derdixe holê ji holê rabe.
Tirkiye di navbera van pirsgirêkan hemûyan de ye. Di destpêka Rojhilata Navîn de ye û dîwarê Ewropayê ye. Nîvê kurdan di fermiyetê de li ser axa Tirkiyeyê dijîn û pirsgirêkek navnetewî ne. Lê li aliyê din di vê erdnîgariya krîtîk de herî pir Tirkiye dikare bi Amerîkayê re bibe alîkar. Dikare ereban rawestîne, dikare planên Rûsan li Kafkasyayê vala derxe. Dikare Îranê li Rojhilata Navîn bi tenê bihêle.
Lê nikare pirsgirêka li gor dilê xwe serast bike.Li Îmralî birêz Ocalan "Nexşerê" nivîsand û pêşî li ber xapandinekê girt. Got "an mafê rêvebirina kurdan bidin kurdan, an jî çareserî derew e".
Kurdên ku heta niha digotin "Ocalan û PKK tenê çendek mafên çandî dixwazin, teslîm bûne", ji nişka ve ev gotinên xwe avêtin aliyekî û gotin "Bijî AKP, bijî mafên çandî" û xwe avêtin ser TRT 6 û çendek tiştên wisa ku pere jê tên. Êdî rûyekî wan nemaye ku kesî rexne jî bikin. Dua dikin ku pergal wisa bidome, da ku ji cihê xwe nebin.
Wekî encam:Aşkere ye ku birêz Ocalan li pêşiya Tirkiyeyê bûpe pirsgirêkek mezin. Ji bo vê yekê dixwazin wî bi awayên xwezayî tune bikin.
Û ez gotina dawî bêjim:Bila kes nebêje ku haya Erdogan û hikûmeta wî ji vê planê tune.Ji we heye ku Erdogan çima dibêje "Em ê mal bi mal bigerin û ji wan re behsa projeya xwe bikin" ! Gelo li hêviya çi ne? Çima niha nagerin û radiwestin. Li hêviya çi ne, an jî li hêviya kengî ne? ! Dema li deriyê gel bixin dê deriyan bi kîjan kirin û serkeftina xwe vikin?
Cin ji şûşê derket !