Rewşenbîrî
Rewşenbîrî ango ronakbîrî di heman wateyê de ne ku di kurdî de tên bikaranîn. Rewşen û ronak di wateya ronahîbûnê de ne. Gotina Rewşen ne tenê di nav kurdan de, her wiha di nav farisan, afganan, hînduyan û bangladeşiyan de jî bi taybet mîna navê jinan tê bikaranîn.
Di zimanên ewropiyan de Inteligent tê gotin ku koka xwe ji latînî intellego digire. Intellego di wateya têgihiştin û biryardanê de ye.
Bi hemû sazî û dezgehên civakê yên mîna çand û çandinî, avahîsazî, zanîngeh û hemû beşên perwerdehiyê û aborî, ol, parastin, dad, dadiya civakî û wd. û organîze û birêxistinbûna van hemuyan ve, bi kurtegotina wê, bi şaristaniyê, ango medeniyetê, an bi gotineke din sîvîlîzasyonê (her sê gotin jî di wateya şahirbûyîn, bajarbûyîn, ango bajarvaniyê de ne.) ve rewşenbîrî bi pêş dikeve û civakê bi xwe re pêş dixe.
Pêşketina sîvîlîzasyon û rewşenbîriyê ji hev venaqetin, bi hev re dimeşin. Yek a din bi pêş dixe. Lê her çendî weha be jî, ev rastî her dem dikare ne derbasdar be. Bi taybet di civaka kurd de ev rastî, mîna gelek rastiyên din berevajî, an jî çelexwarî bi pêş ketiye û bajar bûne qadên xweînkariyê. Giyana rewşenbîrî ku divê di bajaran de bi pêş bikeve û bajaran pêş bixe, di bajaran de hatiye kuştin û çalkirin. Bê guman ku sedemên taybet ên vê yekê hene. Ji van mirov dikare polîtîkaya dijwar a asîmîlasyonê û dejenerasyonê, ya çavtirsandinê, îdeolojiya fermî, dîroka derew û perwerdeya çelexwarî ku bi taybet 80 salên dawîn in li dibistanan berdidine ser mêjiyên teze, mîna sedemên sereke yên vê yekê nîşan bide.
Bajarvanî di ziman, sîstem û pîvanên serdestan de hatiye temsîlkirin û kurdayetî bi vî rengî piçûk hatiye xistin, mirovan ji xwe, ji nasname, hebûn û zimanê xwe şerm kirine. Ev û hîn gelek tiştên din ku bi dirêjahî û berfirehî mirov dikare li ser raweste, lê bikole, hene ku sedemên vê yekê ne.
Kurdî û kurdayetî di gund û bajarokên piçûk de hatine bisînorkirin. Ji lewre jî di civaka me de tiştekî çelexwarî bi pêş ketiye; çiqasî bi kurdî bizanî, an dewlemendiya bêjeyên bi kurdî çiqasî li ba te zêde be û hele ku tu hînî alfabeya kurdî jî bûbûyî, li bajaran jî dijî û te çend pirtûk jî xwendibin, temam e êdî tu rewşenbîr î, nivîskar î û pir bi hêsanî dikarî bibî helbestvan jî!.. Ji xwe çend quriş perên te hebin, kalîteya nivîs an helbestên te çi dibin bila bibin, pirtûka te amade ye û ji xwe wê demê êdî tu ji sedî sed rewşenbîr î, îsbat û delîlên te jî hene lewra. Êdî ne grîng e, ew dîtinên te ne, werger in an tiştekî din in. Lê tê jibîrkirin ku rewşenbîrî pêşî ji giyan û mêjiyan dest pê dike û bi tu awayî, giyan, jiyan, nêrîn û mêjiyên teng ên gundayetiyê di nav xwe de nahewîne. Dijberî wê, reda gundayetiyê ye rewşenbîrî û li ser vê redê şîn dibe û bi pêş dikeve. Lê mixabin, dijminên me, dagerkerên welatê me ew qasî bi me, bi jiyan û giyana me lîstine ku, heya bi şanikên me gemirîne, gundayetî di şanikên mêjiyan de cihê xwe girtiye, mina teniya bi don e jê nabe.
Li ser vê ez niha dixwazim hin mînakên berçav bidim. Min dixwest ev mînak berçavtir bin, lê naxwazim bi tu kesekî re bikevime polemîkan. Lê “Yê dizane dizane, yê nizane baqê nîskan e”.
Gelek ên ku ev nêzî 30-40 Sal in li Ewropayê ne jî û qaşo bi kar û barên rewşenbîrî re mijûl in, mina ku hîn doh ji gundekî paşvemayî yê Kurdistanê derketibin, li hember bûyer û qewmînan, di têkiliyên xwe yên malbatî û hevaltî de wisa tevdigerin. Lê di rastiya xwe de nikarin zarokên xwe jî ji ber bayê dejenere yê Ewropayê rizgar bikin û hinek be jî giyana kurdayetiyê bidine wan, an gotineke xwe bi wan bidine gohdarîkirin. Yanî bi kurtayî xwedî zarok bin jî, di rastiya xwe de ocaxkor in. Niha derfet jî çê bûne, pêyek wan li Amedê ye bi taybet û yek jî li Ewropayê. Li ba her kesekî ne û li ser her meqamî distirên. Pîvan û kesayetî û rewşenbîrî hemû di lingê berjewendiyan de bûne pêlavek xweşik û biriqî. Rewşenbîriya kurd li van welatên pêşketî û xwedî derfet, ji bo gelekan ev 30-40 sal in bûye deriyê debarê. Gelek ji wan li welat neçûne tu dibistanan jî, lê li ser gelek mijarî “pirtûk” nivîsîne, di heftiyekê de roman dinivîsin. Hestiyên Sholokhov dilerizînin ku di 16 salan de romanek nivîsiye. Xwenda, nexwenda, bi berhevkarî, wergêrî an rêyên din, bûne “rewşenbîr”. Piştî ku têkoşîna azadiyê ku di ware rewşenbîriya kurdî de hin rêyan vekir û derfetan afirand, ev nexweşîn li welat jî belav bû.
Zeviyekî beyar û bê xwedî ye. Kî ji ku derê radibe, bê ser û ber û hesabên pêşerojê tovek, baş an rizî, lê diçîne. Lewra ne pêşeroj e yê grîng, rizgarkirina rojê û tetmînkirina giyanê ye ku ji gelek aliyan ve birçî ye. Bi taybet li Ewropa, têrkirina zik e jî.
Mînak; li ser hin mijaran pirtûk dinivîsin ku li ser wê mijarê tu perwerde nedîne. Mumkun e bi tenê çend pirtûk xwendine û ji vir û wir de girtine. Lê ji ber, êdî xwedî pirtûk in, tu kesek din nikare li ser wê mijarê tu tiştek bêje ji wan pê ve. Ji xwe nabêjin jî, hev û du rexne nakin. Lewra tijî kompleks in, hev û du ranagirin, di bin de pê li hev dişemitînin û hezar lîstikî dilîzin. Dema hev aşkere rexne bikin, dê bêne rexnekirin jî û wê demê dê giraniya her kesekî diyar bibe. Kesek ji neynikan hez nake. Lê rewşenbîr divê bi neynik û rastiyan re heval bin, ne bi tariyan re. An na wê demê divê neyê gotin rewşenbîr, divê bê gotin tarîbîr, an jî şolîbîr. Pirtûkan dinivîsin, bi xwe pirtûkên xwe didine naskirin ku ev di nav yamyamên efrîkiyan de jî tune. Pirtûkên xwe derdixin ber perê asîmanan û dişînine ji hemû rojname, kovar û malperan re û bi vî rengî hewl didin ku rê li ber rexneyan jî bigirin. Êdî pir normal bûye ku ew bi xwe ji xwe re bêjin ”ez mîna nivîskarek...”, ”ez mîna rewşenbîrek...”. Û ji xwe mamostetî bernavkê hemuyan e ku bi giranî jî wan bi xwe li xwe kiriye, yên derûdorê jî neçar mane dibêjin ”Mamoste”. Ew qasî mamosteyên me hene, lê kanêne şagirt, an xwendekar?!.. Ez li Swêdê dijîm. Swêd mîna welatê herî pêşketî tê pejirandin, lê bi qasî kurdan mamosteyên wan nînin. Ew bêtir şagirt in.
Rewşenbîrên kurd beriya her tiştî ji xwe, ji kar û berhemên xwe ne bawer in, lê xwe bi awayekî din didine nîşan. Ev, yek ji problem ango nexweşîna herî mezin e. Rojek yek ji hevalê xwe re dibêje: ”Bira divê dinyayê de tenê du kesên baş û camêr hene, yek jê tu yî, yê din jî tu zanî!..” Em herî zêde mîna vê mînakê li hev dikin. Lê ev pêş naxe, difetisîne.
Di civakên pêşketî de rexnegir mîna sazî ne û ji nivîskaran, ji xwedîberheman bêtir rûmet dibînin, li wan bêtir tê gohdarkirin û ev çand û wêjeya wê civakê bi pêş dixe. Belê pêkan e ku em hêj hînê rexnegiriyê nebûne, di cî de dikujin, sedemek jî ev e. Lê rexnegirî jî di dawî de rewşenbîrî ye û mijara me jî rewşenbîrî ye. Em çawan divê bizanibin li rexneyan gohdar bikin û ji dil bigirin, kêmasî ew qas jî, heta ji wê jî zêdetir divê em bizanibim rexneyan jî bikin û divê hedefa rexneyên me ji sedî sed ji bo pêşketinê be. Ev dê kara me hemuyan be. Lewra bi vê re dê civak bi pêş bikeve û em jî bi civaka xwe re.
Bê guman ku gelek tişt dikarin bêne gotin û ez hêvîdar im ku li ser vê mijarê nîqaşeke baş bibe û gelek kes gelek tiştên berfirehtir û hêjatir bibêjin ku em jî jê sûd werbigirin. Lê mîna encam ji bo vê nivîsarê, dixwazim bêjim ku divê ronesansa kurd bibe. Belê li gel hemû kêmasî û nexweşînan jî, niha civaka kurd di nav civakên Rojhilata Navîn de, pêşketîtir e. Civakên Rojhilata Navîn, ji ber konjuktura nû ya cîhanê û ya herêmê, niha di warê rewşenbîrî û pêşketina civakî de berepaş diçin mixabin, lê civaka kurd di nav vê qiyamet û reşayiyê de, ber bi ronahiyê ve diçe. Belê carnan dilikume, ser û lingan dişkêne, dev û ruyan xwîn dike, lê dimeşe. Û ez di wê baweriyê de me ku çewan Ewropa bi ronesansa xwe deriyên şaristaniyê heya dawî vekir û ber bi ronahiyeke nû ve meşiya û pêş ket, dê Rojhilata Navîn jî di pêvajoyeke weha re derbas bibe û dîsa kurd ku çewan di dîrokê de serkêşiya pêşketinê kirine, dê car din serkêşiya ronesansa Rojhilata Navîn bikin.
Mahabad F. Arda [email protected] 2008-07-10