REWŞENBÎRÎ AN QEŞMERÎ?
Qeşmerî:
Qeşmer, nanê xwe ji durûtî û fesadiya xwe dixwe. Ew debara xwe bi dezînformekirin û manîpulekirina rastiyan û jîyanê û bi rûpoşa li ser ruyê xwe dike. Ji bilî kesên mîna wî/ê, tu kesek din ruyê wî/ê yê di bin rûpoşê de veşarî nabîne. Di nav xwe de çi jî bijî, ev yek, rastiya ku debara xwe bi çi dike naveşêre û naguhêre.
Qeşmer, di rengê çi de jî derkeve pêşiya gel, an li bazarê çi fiyetî bide xwe, bazariya xwe li ser çi jî bike, ew her qeşmer e û ji wî karî pêştir tu tiştekî din nayê ji destê wî/ê. Qeşmerî nebe, qeşmer birçî ye. Loma jî, divê karê xwe baş bike ku zikê xwe jî baş têr bike.
Berjewendî, reklam û kurê pîrê:
Kesên bi tenê ji bo berjewendiyên xwe yên ferdî dijîn, potansiyel qeşmer in. Ew, di mijara berjewendiyan de, ji herkesekî hişyartir, bileztir, pratîktir û jîrtir in. Ew ji her kesekî çêtir dizanin ku tu cudahiya reklama xirab û ya baş ji hev tune. Loma jî, ji bo derbarê wan de bê axaftin û navê wan hema bi xerabî be jî li piyaseyê belav bibe, tu canbaziyek, canbazariyek namîne ku dikin. Gav bi gav, kêlî bi kêlî li kaniyek, sarincek, quletengek digerin ku pê de birîn. Lewra ew ji me çêtir dizanin ku ev çendsedsal in em hîn jî kurê pîrê weke mînak nîşan didin û qala wî dikin.
Desthilatdarî û qeşmerî:
“Yek ji karakterê herî bingehîn ê desthilatdariyê û sîstemê ku di tu dem û serdemê de dev û dest jê bernedane û di nav herikîna dîrokê de bûne pisporên wê, durûtî ye. Bi profesyonalîteya durûtiya xwe re êdî ji ber ruyê xwe yê rastî karîne bi rê û rêbaz û amûrên din veşêrin,…”(1)
“Yek ji rêbaza durûtiya sîstem û desthilatdariyê ya herî grîng jî ew e ku kumê xwe dide serê kesên din û bi derfetên berfireh ên di destê xwe de jî, gel bi vê berovajîkirinê dide bawerkirin…”(2)
Gelek ruyên qeşmeran hene û bi vê taybetiya xwe ve jî pir nêzî desthilatdariyê ne. Ev taybetî ji ber yekane daxwaza wan a vê jîyanê, ji berjewendiyên wan ên ferdî tê. Ango di encamê de heman titşt in. Loma ye ku timî bi hev re ne û weke desthilatdar û qeşmer, hebûna wan a bêyî hev û bêyî civata hev ne pekan e.
Rîsk:
Rîsk ango metirsî ew e ku hêz û desthilatdarî li ku derê be ew li wê derê ne. Loma ye ku di serî de xwe û tu tiştekî din tuneye ku nikaribin li ser bazariyê bikin û bifroşin. Îcar sibe şoreş bi ser bikeve, dê hewl bidin beriya herkesekî xwe lê bigirin, dîsa bi manîpulasyonan, xwe ji herkesekî bêtir nîşan bidin. Lê!
Qeşmerî û rastî:
Rastî, aliyê herî lawaz ê qeşmeran e. Lewra jîyana xwe li ser derewan honane û bi wan dijîn. Loma ye ku her çendî demek, an serdemek debara xwe bikin jî, di dilê wan de her tim tirsa aşkerebûn û biserketina rastiyan û ketina rûpoşan heye. Ew her bi vê tirsê dijîn û loma jî tu carî di rastiyê de ne şa ne û tu şenseka wan a ku şa bibin jî nine. Lewra di jîyana li ser derewan hatiye honan û bi rûpoşan tê domandin de tu ciyê şahiyê tuneye.
Rewşenbîrî:
Wêjevan û rewşenbîr divê li hemberî bi taybet derd, birîn û rûdanên li welatê xwe û li nav gelê xwe ji herkesekî bêtir bihîstyar, xwedî helwest û rawestaneka xurt û zelal bin. Ji xwe dema ne wiha be, pêkan e bi karê wêjeyê re mijûl be lê ne pêkan e bikaribe bibe rewşenbîr û ne pêkan e bibe wêjevanê wî gelî û wê axê. Hele ku li hember zilma li ser gelê xwe û şewitandina welatê xwe bêdeng be û yekser û aşkere an jî bi çivbazî û sextekariya navlixwedana welatparêziyê li eniya dijminan cîh bigire, êdî wê demê navê wî/ê dibe tiştekî din. Ev li nav her gelî, li her welatî û di her dem û serdemên dîrokê de wiha bûye û ev pîvana rewşenbîrî û wêjevaniya resen a navneteweyî ango gerdûnî ye.
Şaşiya me:
Şaşiya me ya herî mezin ew e ku dema tiştek dibe em pirê caran bi gotinên hişk be jî, di rastiyê de gazinan ji van qeşmeran dikin ku ka çima deng ji wan dernakeve. Ango em li her civatê dibêjin ku kurê pîrê çûye bi ser kaniya gund ve rîye. Û bêyî em bizanin, bi her cara van gazinên me re, kurê pîrê li pişt deriyan (kompîturan) destê xwe li ser dilê xwe dide û pê şa dibe. Lê divê em bizanin ku ji xwe ew ev in û ne pêkan e bikaribin bibine tiştekî din ango tiştê ku em hêvî dikin. Belê her gazinek ji ber hêviyek dide der û ev hêvî li bejna wan û rastiya hebûn û jîyana wan nake. Loma jî em bi her gazin û hêviyekê re, bêyî hay jê hebin xizmeta “nav û deng”ên wan dikin.
Lê:
Bi taybet qeşmerên civaka me dê di nav gemara xwe de û li nav hembêz û li ser çoka eniya sunî ya gemar û dirinde têk biçin. Wê dîrok bibe şahidê vê yekê û binivîse, şik jê re nine.
2015-05-21
(1)http://www.amidakurd.net/qunciknivis/cuzama_bin_rûpoşê
(2) http://www.amidakurd.net/qunciknivis/cuzama_bin_rûpoşê