Rewşenbîrî li gor kê û çi?
Têgeh, sêwirandina di bin navekê de komkirina taybetiyên hevbeş ên wanek, an jî bûyeran e. Avakirina têgehan taybetiyeke mirovan e ku di encama hezarê salan de gihîştinê. Bi daneyên ku me bi rêya organên sehkirinê bi dest xistine û di zîhnê me de, têgeh têne sazkirin.
Têgeh, berhemên afirîneriya ramanên mirovan in û ji derî qada ramanê, bi serê xwe, ne xwedî hebûnekê ne.
Bi pêşkeftina liv û tevgera jiyanê re, pêdiviya bilêvkirin û binavkirina wanek û bûyeran jî zêde dibe, lewra jiyanê tînine ziman. Bi rewş, pêşkeftin, liv û tevgerên nû re jî, têgehên nû diafirin. Hin ji van mîna têgehên şênber û hin ji wan jî mîna têgehên razber têne binavkirin. Yên şênber li deverekê ne, dikarin bi çavan bêne dîtin û bi destan bêne girtin. Bi rêya sehekan an jî venîgaşiyê dikarin bêne bîrbirin û dikarin bêne destnîşankirin. Mînak: Mirov, sor, xanî. Têgehên razber jî, mîna çawaniya wanekan hene û dikare ji wanekan bê deranîn û sêwirandin. Mînak: Mirovahî, zanyarî, hezkirin û hwd.
Pir têgehên razber hene ku ji tevlîheviyê nehatine rizgarkirin û zelal nebûne. Lewra ji ber, bi bîrbirinên mirovan dikare bêne sêwirandin, pirê caran mirov mîna hev bîr nabin û li gor xwe wate li têgehan bar dikin ango disêwirînin. Ev dibe sedema tevlîheviyan û ev tevlîhevî bi xwe re, nêrîn, bîr û boçînên cuda diafirînin. Ji ber jiyan bi xwe jî li ser bîr û boçûnan teşe digire, ev tevlîhevî raste rast bandora xwe li ser jiyanê jî dike. Ji lewre ye ku pêdiviyeke mezin bi zelalkirina têgehan heye ku ev jî bêtir karê rewşenbîran û zanyaran e. Jixwe pirsgirêk jî ji wir dest pê dike. Lewra têgeha ”Rewşenbîr”iyê bi xwe hîn jî bi taybet di nav civakên pêşneketî de pir şolî û tevlîhev e. Di civakên ”pêşketî” de jî, ev têgeh hîn baş li ser lingê xwe rûneniştiye. Bi tenê di hin demên dîrokê de, di kesayetiya hin nivîskar, hunermend, zanyar û şoreşgeran de xwe bi zelalî daye der ku ew kes jî ji xwe navên xwe li dîrokê nivîsîne.
Ev nezelalî, mixabin ku di civaka kurd de hîn bêtir e. Sedemên xwe hene bê guman. Lê di dawî de ev nezelalî bandora xwe bi rengekî neyînî li pêşkeftinên jiyana gelê kurd dide. Bi taybet jî di van demên dîrokî de, zelalî bi qasî jiyanê bi rûmet e û nezelalî jî ew çendî xwedî bandoreka neyînî ye ku pirê caran bi rengekî objektîf dikeve xizmeta dagirkeran.
Têgeha Rewşenbîriyê
Bi gotina herî klasîk dikare bê gotin ku rewşenbîrî bi rawestana xwe ya jiyanê, bi liv, tevger, reng û axaftinên xwe ve wijdanî û pêşengiya gel û civakê ye. Reng û pêşeroja gel û civakê pêşî di xwe de ava û amade dike. Ji bo vê jî, ji herkesekî bêtir amade ye bo berdêlên ku dê bêne dayîn an dikarin bêne dayîn.
Dostoyevskî ji bo ravekirina vê têgehê wiha dibêje ”Her mirov, li hemberî herkesekî û ji her tiştî berpirs e.” Jan Paul Sartre jî, mîna kesê sereke yê kiryarê vê gotinê tê dîtin û zanîn. Her wiha ev gotin û kiryar, bi giranî mîna helwesta herî rast a rewşenbîriyê têne dîtin û binavkirin.
Li gor min jî ev gotin ne şaş e, lê kêm e. Lewra dema mirov ji sehîtî, yeksanî û pêwendiya gerdûnê bawer bike, ev gotin bi giştî ras te. Tenê divê bê gotin ku, mirov beriya her tiştî li hemberî civaka ku mirov tê de gihîştiye, teşe girtiye berpirs e. Ji bo rewşenbîriya civakekî mîna ya me jî, ku bi sedê salan e têkoşîna man û nemanê dide û bi berdêlên gelekî giran û texrîbatan li ser lingan maye, ev yek hîn grîngtir û pêştir e. Her wiha rewşenbîrên civakên mîna yên me, taybetiyên li jor hatin nivîsîn, pir bêtir di xwe de dihewînin. Bi taybet jî ku di nav têkoşîneka man û nemanê de bin.
Rewşenbîr pirê caran mîna şervanên pênûsê têne binavkirin. Şaş e? Na bê guman, lê kêm e. Lewra di vir de jî dîsa tevlîheviyek derdikeve holê ku rewşenbîrî bi tenê bi qelemşoriyê ve, ango bi nivîskariyê ve tê bisînorkirin. Lê caran berhemeka hunerî -her cureyên hunerê- jî, dikare bibe mînak û bersiveka ji şerê çekdarî bi watetir û mezintir. Dîsa, her kesekî ku rahiştibe pênûsê û tiştek nivîsîbe, nabe rewşenbîr. Nikare bibe jî, heya ku wan taybetiyan neke reng û xeta jiyana xwe. Ji ber hemî van sedeman û gelek sedemên di vê çarçoveyê de ne û têne zanîn, berpirsyarî û berdêla rewşenbîriya welatê me, îroj ji yê her kesekî zêdetir û girantir e. Li gel vê jî, tê gotin ku rewşenbîriya welatê me, li gor welatên din pir li paş maye û heta ku hema bêje tuneye. Şaş e? Belê. Lewra em rewşenbîriya pêşkeftî ya welatê xwe nabînin. Em nabînin ku rewşenbîrî veguhezandin û pêşxistina civakê û pîvan, armanc, daxwaz, hêvî û xiyalên civakê û têkiliyên navbera civakê ye. Dema di vê çarçoveyê de û bêyî niyet û nêrînên subjektîf li van bi taybet 30-35 salên dawîn bê nihêrîn û civak bi van aliyên xwe ve bi wan deman re bidine ber hev, dê bê dîtin ku rewşenbîriya resen çi ye û di kesayetiya kî de tê temsîlkirin, bêyî ku mijara îdeolojî û partîzanî û rêxistiniyê derxine pêş. Bi tenê encamên hatine bidestxistin bêne dîtin, dê rastî hîn zelaltir xuya bikin. Lê ev ji bo bi taybet kesên li dijî Tevgera Azadiyê, hema bêje bêîmkan e. Lewra ne bi vî çavî û ne jî bi vê nêzîkahiyê nêzî civaka xwe dibin. Subjektîvîzmê û hesabên piçûk û ferdî, mora xwe li dil û mêjiyê wan daye. Ji ber wê jî, di destê wan de bi tenê dimînin ew bi xwe. Loma jî ”Mêr mêran nas dikin” û pesnên hev didin, li hev û du xwedî derdikevin, bazariya hev û du li piyasa kurd dikin. Lê wan hay jê nîne ku fiyetên li ser etîketên vê bazarê ji zû ve pir bilind bûye û ne qama dilê wan, ne jî qama mêjiyê wan nikare bigihêje û vê rastiyê bibîne. Pirê wan hîn jî ji welatên xwe bi dûr, di nav ”medeniyeta gewre” de, di salên 1980yî de asê mane. Xwedê alîkarê wan be. Lewra karwan dimeşe û ew her roj hinekî din ji rastiya xwe û civaka xwe bi dûr dikevin.
Mahabad Felat Arda 2013-10-20 [email protected]