1. Tekst

  2. Rewşenbîrî

  3. Zeynelabidîn Zinar
  4. Rewşentî û Rewşenbîrî
Rewşentî û Rewşenbîrî,rewşentî,û,rewşenbîrî

Rewşentî û Rewşenbîrî

A+ A-

Dema ”rewşenbîrî” yan ”rewşen”tî tê gotin, di serê pêşî de ruhniya mejî tê hişê mirov. Ji xwe diyar e ku ”rewşenbîrî” hokera ”rewşenbîr” e.  Ev peyvik  ji "rewşen" û "bîrî"yê derketiye holê.

Çewa ku nemir Ehmedê Xanî jî gotiye: "REWŞEN: Ruhnî ye."  Îcar di warê zanîn û bîreweriyê de kesê ku zîrek be û pêşerojê dibîne, herweha xwe berpirsyarê gel û welêt jî dihesibîne, jê re rewşenbîr tê gotin.

Her kes dikare bêje ku ew rewşenbîr e. Lê pîvan û kêşaneke taybet heye ka ew kesê/kesa xwe rewşenbîr dibîne, bi wê pîvan û kêşanê re hevdeg e yanena! Pîvaneke din jî, xelk e. Ango xelk, ka ew kesên ku xwe rewşenbîr dibînin, erê kiriye yanena.
Rind tê bîra min, di salên Şêstî de, li Kurdistanê du tîp rewşenbîr hebûn. Yek kesên xweneda bûn, wek şêx, mele, feqî û hwd. Ya din jî, rîspî bûn û tîpên xwendinê jî nedinasiyan. Li her gundekî yek, du û zêdetir rîspî hebûn, siyaneta wan pir hebû û çi dozeke ku melê gund çareser bikira, diviya ew jî hazir bûne.

Zayendeya rewşenbîrî çi dibe bila bibe, barê li ser pişta rewşenbîrî pir giran e, xasma jî di berpirsyariyê de...

Helbet pîvanên rewşenbîr û nivîskarî ji hev cuda ne. Danasîna beyvika "rewşenbîr" ji xwe li jorê hatiye kirin. Lê belê nivîskar, ew kes e ku dinivîse, ango karker e û dişixule. Nivîskarî, pîşeya nivîskêr re. Îcar eger ew pîvanên rewşenbîrtiyê di nivîskarî de jî hebin, ew jî rewşenbîr e. Eger nebin, ne rewşenbîr e. Lê çi dibe bila bibe, nivîskar pir nêzê rewşenbîriyê ye.

Di rewşenbîrtiyê de jî, di nivîskartiyê de jî, hin tewrên kesayetî hete ku rûmeta wan zêdetir dikin an kêmtir dikin. Di nava xelkê de ji van tiştan re ”xuy”, ”exlaq”, ”têkilî” û hin tiştên wisa têne gotin. Îcar dema ku mirov rind bala xwe dide hin kesan, xasma jî dema ku mirov têkilî bi wan re dike, mirov di demekurtekê de biryara xwe dide ka ev kes ji aliyê exlaqê xwe ve hêja ye yanena.

Bi kurtî ez dikarim weha bêjim: Dibe ku nivîskar ne rewşenbîr be, lê rewşenbîr her nivîskar e.

Lê belê çi rewşenbîr be û çi jî nivîskar be, ew çanda malbatî ku mirov ji bav û kalên xwe girtiye, dilqekî pir mezin di jiyana mirovî de dide leyîztandin.
 
Di mesela ku mirov Neteweyê Kurd û van neteweyên pêşketî yên îro bide ber hevûdu, asta rewşenbîriya kurd çi ye jî, pêşî divê mirov li rewşa jiya Kurdan bisêwire û piştre pîvanekê derxîne holê.

Bêguman her miletek, civatek û neteweyek, rewşenbîrên xwe li gor asta bipêşketina çanda xwe ya netewî derdixe holê. Eger pileya zanîna civatê bilind be, civat rewşenbîrên bilind diafirîne. Lê eger civat li paş mabe û di nezanînê de hatibe gemirandin, helbet rewşenbîrên kêmbala diafirîne.

Îcar dema em li dîroka Kurdistanê dinihêrin, em dibînin ku Neteweyê Kurd di sedsalên 11, 12, 13, 14, 15, 16, 17 û heta ya 18an de jî, rewşenbîrên balaberz afirandiye. Lê di sedsalên 19 û 20î de, Neteweyê Kurd di vê bindestî û bêhaviltiya xwe de nikaribûye rewşenbîrên bala biafirîne. Niha hijmareke hindik ya rewşenbîrên Kurd ger heye jî, bi piranî li maciriyê afirîne. Ji ber hindê mirov bi awayekî giştî, nikare rewşenbîriya kurdî rûqalê rewşenbîriya van welatên pêşketî bike. Mesela li Swêdê, piraniya rewşenbîrên swêdî di warê aborî de ketine binê garantiyê. Lê yên Kurd di tavila xwedîkirina zarûkên xwe de ne.

Rewşenbîr çi dibe bila bibe, roleke xwe ya sereke û pir jî  mezin heye. Lewra xwediyên asasî yên welat û milet, rewşenbîr in. Siyasetvan, memûr in û karker in, ew xwediyê program û destûran in. Dema hesabê wan bê, kar dikin, dema hesabê wan neyê kar nakin; dikarin navê xwe biguherin, dikarin xwe bifelişînin jî... Lê rewşenbîr tenê xwediyê progran û destûrekê ye ku ew jê welat û milet e. Gelek caran niheqî jî li rewşenbîran tê kirin, lê rewşenbîr nikare dest ji xebata xwe berde û stratejiya xwe biguhêre. Lê belê rewşenbîr û siyasetvan ji hev cuda nabin, dive hertim pêwendiyên wan digel êk berdewam bin. Yanî eger em welat bi traktorekê bişûfînin, eger rewşenbîr şifêr e, siyaservan jî tekelên wê ne.

Herweha rola rewşenbîrî di çareserkirina pirsgirêkên welat û milet de, pir mezin e. Rewşenbîr riya çareseriyê dibîne û dîtinên pak ji tunehiyê diafirîne, û siyasetvan jî wan tiştan di jiyanê de bi cih tîne.
 
Sed mixabin, ji ber ku rewşenbîrên Kurd zêdetir bi pirsgirêkên xwe yên taybetî re mijûl in û şev û roj bi kul, derd, dilêşan, xem û mitale, belengazî û destengî û gwd re dilipikin,  nikarin berekî zêde rind biafirînin.
Yanî ji bo ku rewşnbîrên Kurd ên niha jî bibin afirmend û wek Îmail Cizîrî (1136-1206) rubotê biafirînin, divê xwendingeha wan jî wek Medreseya Sor be û rewşa wan a aborî rind be.


Gotinên miftehî :