Rexne,rexne

Rexne

A+ A-

Rexne, ji bo hemû warên jiyana hemû civakan pir grîng e. Lewra rexne pirsan û pirs jiyanê dibişkêfin. Jiyan, li gor radeya bişkaftina xwe bi pêş dikeve. Zêdebûna pirsan radeya paşvemayîna jiyanê ye.

Li gor vê, dikare bê gotin ku rexne, bêtir jî ji bo civakên paşvemayî û civakên di pêvajoya pêşkeftinê de ne grîngtir e. Dîsa ji bo van civakan talûketir e jî. Grîngtir e, lewra pirsên jiyana van civakan zêdetir in. Talûketir e, lewra şaşiyên di civakê de hene, rê li ber rê, rêbaz, şewaz û asta rexneyê digire, li ser rê, rêbaz, şewaz û asta rexneyê bandoreka neyînî dike. Ev jî, li şûna dîtina bersivên rast ên pirsan, pirsan bêtir dike gilok û aloziyên jiyanê zêdetir dibin. Dîsa talûketir e, lewra civakên paşvemayî bêtir hestyar in. Ango bêtir bi hestên xwe tevdigerin. Hestyariya zêde û bê ser û ber, rê li ber bihîstyariya rasteqîn digire. Dema bihîstyarî jî tunebe, mirov di jiyanê de pir hêsantir dikarin bikevine şaşiyên mezin ku bandorên mezin ên neyînî li ser hemû jiyana wan bike. Bi rêya rexneyan û bersivdana pirsan re jiyan bi pêş dikeve. Bi vê pêşkeftinê re jî, hestyarî her ku diçe, cihê xwe dide bihîstyariyê û ew jî pêşkeftinê xwedî dike.

Wateya ferhengî ya rexneyê, ”rûmet û nirxdayîna tiştekî an kesekî ye”. Li gor vê rastiyê, pesindana tiştekî an kesekî jî, dibe rexne. Lê rexne, ne tenê pesindayîn, bêtir destnîşankirin û bilêvkirina kêmasî û şaşiyan e. Loma ku pirê caran mîna têgiheke neyînî tê sehkirin û ev têgihiştina şaş, ji ber hestyariya zêde ya civakên paşvemayî, êdî dibe mîna çek. Êdî di bin navê ”rexne”yê de, êrîş têne kirin. Lê xwediyê rexneyê, vê ”rexne”yê mîna ku bi niyeteka baş kiribe dixwaze bide zanîn. Di rastiyê de ji hewldana tetmînkirina hin hestên paşvemayî pêve tiştekî din nîne ku ev zirarê beriya her tiştî dide xwediyê rexneyê. Lewra tetmînkirina hestên paşvemayî, wan hestan xwedî û qewîn dike. Ev yek di heman demê de dibe sedema ku mirov şaşî û kêmasiyên xwe nabînin û loma jî dixwazin herkesî mîna xwe bibînin. Dema kesek an tiştek ne mîna wan an li gor dilê wan be, pir bi hêsanî mafê ”rexne”kirin û mahkûmkirina wî kesî an tiştî di xwe de dibînin. ”Yan mîna min î, yan tune yî. Yan divê mîna min bî, yan divê tune bibî.” Dîsa bi rêya ”rexne”kirinê, wisa dizanin ku rastiya xwe îsbat dikin ku ev jî şaşiyeka mezin a din e. Bi vê şaşiyê re, hay jê nînin ku rastiya xwe didine der. Lewra kesên wiha herçendî xwe bi rengekî din bidin xuyakirin jî, jixwenebawer û bi xwe re ne di nav aştiyê de ne. Lomaye ku di nav hewldanên xwetetmînkirin û xweîsbatkirinê de ne. Li aliyekî din jî, kesayetên wiha, pirê caran kes û tiştên ku dixwazin bibin an bi dest bixin lê nikarin bibin û bi dest bixin rexne dikin. Ev jî rêbazeka din a şaş e ku di bin navê rexneyê de tê kirin.

Em rexne dikin an dadirizînin? Ev pirs grîng e ku beriya nirxandin û rexneyekê divê her kesek ji xwe bike. Ji ber darizandin, mirovan ji hev bi dûr dixe, empatiyê ji holê radike. Hest û ramana ”Em” ji holê radibe. Dema empatî û têgeha ”Em” ji holê radibe, çi dibe? Li dîroka desthilatdariyê, dîktatoriyê û zilm û êşkenceya li ser gelan binihêrin, dê baş bê dîtin ka çi dibe. Lê li ser rexneyeke berçav û objektîf kûrbûn, enerjiyeke pozîtîf diafirîne û mirovan bêtir nêzî hev dike.

Dema ”rexne” li gor van rê, rêbaz, usûl û uslûbên şaş ku li jor hatine ravekirin bê kirin, pir xwezayî ye ku kesê bi vî reng û şêwazî ”rexne" lê dibe jî, nerazîbûn nîşan dide û wê ”rexne”yê napejirîne. Pirê caran, ji ber ”rexne”ya lê hatiye kirin jî, ew jî dikeve heman kêmasiyî û ev dibe sedema aloziyan di navbera her du aliyan de. Bi vê şêwaza şaş dema ”rexne” li tiştekî jî tê kirin, derbarê wî tiştî de jî, lihevkirineke bi gelemperî çênabe, bêtir dîsa alozî xwe didin der. Lewra tişta tê kirin di rastiyê de ne rexne ye û helwesta li dijî wê ”rexne”yê tê nîşandan jî ne helwesteka rast e ku ev jî di wê mijarê de dibe sedema fetisandinekê.

Rexne, bi ziman, tevger an helwestan, li ser bingeha naskirin û zanyariyekê, bi argumantên berçav û bi armanca pêşxistinê, nirxandina erênî yan jî neyînî ye ku ji aliyê kes an derdorek ve li tevger an jî şêwazan tê kirin. Mabesta rexneya çêker, bi rêya destnîşankirina kêmasî û şaşiyan û pêşniyazên çareseriyê, kêmkirina kêmasî û şaşiyan e û pêşxistina wî karî an tevgerî ye.

Derbarê kesek an tiştekî de bi tenê pesindan an jî bi tenê rexnekirin jî, ne şêwazeka rast e. Lewra piştî ku di vê jiyanê de her tişt û her kes xwedî kêmasî ye û bi temamî ne kamil e, wê demê bi tenê pesindan an jî bi tenê rexnekirin, ji destnîşankirina rastiya wî kesî an wî tiştî bêtir, niyeta xwediyê ”rexne”yê dide der ku ev jî şaşî û kêmasiyan xwedî dike. Wê demê dikare bê gotin ku di vê jiyanê de her tişt û her kes dikare bê nirxandin û rexnekirin. Ya grîng pêkanîna usûl, uslûb, rê, rêbaz û şêwaza rastiya rexneyê ye. Dema rexne li ser bingeha rastiya xwe bê kirin, dikare bibe rexne û bigihêje armanca xwe. Dijberî wê, mîna her tiştê ku ji rastî û armanca xwe bê bidûrxistin, êdî dibe gotegot û zirarê dide. Ji lewre jî, gotina ”rexne” her çendî bi xwe neotral be jî, me got ku pirê caran mîna neyînî tê dîtin û hilgirtin.

Rexnedan ango xwerexnekirin: Ev yek mîna kiryar her çendî ji zû ve ye bêtir di nav ola xirîstiyaniyê de mîna ”gunehderxistin”ê tê pêkanîn jî, lê mîna têgeh û bi reng û armanceka pir cudatir, bi derketina bîr û boçûnên çep ên şoreşger û têkoşînên ku li ser vê bingehê şîn bûn re derkete holê. Di civaka me de jî, bêtir bi Têkoşîna Azadiyê re xwe da der û bi pêş ket. Rexnedan, dîtin, destnîşankirin û bilêvkirina şaşî û kêmasiyên xwe bi xwe ye. Lê ew jî dema ne li gor prensîb û armancên rastiya rexneyê bê kirin, ferqa wê ji gunehderanîna li dû perdeyekê ji papazên xirîstiyanan re namîne. Ango heman şaşî û kêmasî bê şik û guman dubare û sedbare jî dibin û bi tenê ji bo tetmînkirina xwe û îknakirina hevalên xwe têne bikaranîn. Ev jî piştî demekê dibe sedema dejenerebûna vê sîstema ku di bingeha xwe de rast e û ji bo pêşxistin û li ser bingeheka rasttir veguhezandinê ye.

Gotina dawî: Piştî ku her kes û her tişt rengên dîrok û çîroka jiyana xwe û ya civak û derdora xwe di xwe de dihewîne û li ser wan rengan şîn dibe, teşe û reng digire, wê demê rexne û nirxandina li ser wî kesî an wî tiştî jî, divê bi van rastiyan ve girêdayî, li gor van rastiyan, berfireh û kûr bê kirin ku rexne bigihêje wate û armanca xwe.

Rexne hêz e. Hêza veguherandina jiyanê ye. Loma jî li ser bingeha zanyariya li ser mijarê, ehlaq, pîvan û prensîban şîn dibe.

Mahabad Felat Arda 2014-04-28 [email protected]


Gotinên miftehî :