Rexne û Parastina Şaş a BDP´ê
Ji dema HEP´ê û ta niha, Tevgera Siyasî ya Legal xwedî kevneşopiyeke 23 salan e. Di van 23 salan de gelek tişt qewimîn. Gelek bedêlên giran di rengê lehengiyê û fîdakariya asta herî bilind e jî bûn lê gelek şaşiyên mezin jî hatin kirin. Şaşî, bêtir ji kesên bi awayekî di nav vê kevneşopiyê de cî girtin rû dan û gelek caran bûne sedema pirsgirêk û têkçûnên mezin. Mijar kûr û dirêj e û her kesek ku ji nêzîk ve vê pêvajoyê şopandiye, baş an xirab bi van mijaran dizane.
Min got kes, lê xeta vê kevneşopiyê bi xwe jî ketiye nav şaşî û kêmasiyên grîng. Her çendî dîsa kesên di nav de bi giranî bûbûne sedem jî, ev rastî nikare bê înkar kirin, lewra bi dehan mînakên wê hene.
Ji bo dirêj nebe ez mijaran kin digirim: Ev hemî jî dîsa bi giranî ji diyarkirina berendamên şaş qewimîne heya niha. Lê caran berendam her çendî heya wê demê rast bûne jî, dema bilind bûne, li ber bayê felekê li ber xwe nedane û yan şikestine, yan jî tewiyane.
Ev 23 sal in gelek kes hatin û derbas bûn û ji kesên hatin û çûn, gelekên wan niha dijayetî dikin. Li gel ku parlamenterî û şaredarî dikirin û di navenda partiyên hatine damezirandin de cî digirtin. Pirên ji wan niha di çarçoveya polîtîka û daxwazên Fethullah Gulen de dixebitin. Ev hemî encamên nêzîkahî û biryarên şaş in.
Divê bê zanîn ku di çarçoveya usûl û uslûbê de û bi argumantên rast û berçav, dikare rexne li herkesekî bê kirin. Tu kes, sazî, dezgeh û rêxistin ji vê yekê ne azad in, divê ne azad bin. Lê dema ji çarçoveya usûl û uslûbê derket û nirxandin, pîvan, armanc û polîtîkayên dijminan û medyaya wan pîvan hat girtin û ew mîna argumant hatin hilbijartin, wê demê navê vê dibe tiştekî din bê guman û dikare di asteka din de bê nirxandin, an jî hêjayî nirxandinê jî neyê dîtin.
Îcar dema mirov bêje; ”BDPê rexne nekin ez qebûl nakim”, ev helwest beriya her tiştî ne helwesteka demokratîk e û ji lewre jî xizmeta pêşkeftin û ji şaşiyan rizgarbûna BDPê nake.
Ne hêjayiyek, an serbilindiyek, an îmtîyazekî ye ku mirov li gel parlamenterên BDPê rûniştibe û rû bi rû axivîbe. Her wiha, ji bo mirov rexne an piştgiriya hin kesan bike, ne divêtiyeke mecbûrî ye ku divê mirov bi wan kesan re rû bi rû axivîbe. Eger pîvan ev be, tu kesayetiyek dîrokî ku niha najîn û çi başê wan çi nebaşê wan, divê neyê rexnekirin an destekkirin, lewra ne li jiyanê ne û tu derfet nîne ku mirov bikaribe bi wan re rûnê. Ya din, ev camêr dengê ji sê milyon kesî zêdetir girtine, lê gelo çendên ji wan wê derfetê dîne ku bi parlamenterên xwe re yek bi yek rûnên û nîqaşan bikin? Dema ev derfet nedîtibin, ev divê bê wê wateyê ku mafê wanî rexneyê jî tuneye gelo? Ev çewa mantiq e ez fam nakim bi rastî. Va em bi R.T. Erdogan û tu wezîr û parlamenterên wî re jî rûneniştine û rû bi rû nas nakin. Ma em ê tu tiştek derbarê wan de nebêjin wê demê? Ya din; bi taybet jî siyasetmedar pirê caran di axaftinên xwe yên yek bi yek û rû bi rû de tiştek din in û di daxuyanî û civîn û helwestên xwe yên çi parlamentoyê û çi jî nava gel de tiştek din in mixabin. Ev dikare taybetiya siyasetmedariya di nav sîstemê de be jî. Lê çi jî be, dawî rastî ev e. Ji bilî vê rastiyê jî; her çendî axaftina rû bi rû caran derfetê bide mirov ku mirov yê/a hemberî xwe objektîftir û rasttir nas bike jî, dîsa pirê caran dikare mirov pê bixape jî. Lewra girêdayiyê wî kesî ye ka dixwaze çi bide, çewa bide, çiqas bide û ji bo çi bide!.. Loma jî tu garantiya wê nîne ku ji sedî sed mirov digihêje encameka objektîftir, dema mirov rû bi rû bi siyasetmedaran re biaxive.
Min dixwest vê nivîsê li bin dîwarê wî camêrî binivîsim, lê dîsa bi helwesteka tund rê li ber digire da ku kesek ne BDPê rexne bike û ne jî li bin parvekirina wî tu şiroveyî jî bike. Ez vê helwestê jî bi rojnamevanêkî kurd naxim. Lewra ne helwesteka rast e. Dema mirov tiştek nivîsî, li ku dibe bila bibe dema ji raya giştî re hat pêşkêşkirin, êdî mafê herkesekî bi xwezayî çê dibe ku derbarê wê nivîsê de nêrînên xwe, rexne û pêşniyazên xwe bîne ziman. Dema nivîskar bi xwe rê li ber vê yekê bigire û bi tundî li dij derkeve, ev nikare mîna helwesteka rast ku bi nivîskarî û rojnamegeriyê dikeve bê nirxandin.
Li gel ku ez dildarekî BDPê me û li gel hemû şaşî û kêmasiyan jî vê yekî diparêzim ku divê bi her awayî bê destekkirin jî, yek ji rexnegirên BDPê jî ez im. Ez BDPê bi xwe, ji ber di dema diyarkirina berendaman de bi biryarên wan ên şaş rexne dikim û ez çend parlamenterên di nav BDPê de jî, ji helwestên wan ên şaş ku dibine navgîn di destê dijminan û xêrnexwazan de, rexne dikim. Ev mafê min e û yê herkesekî ye jî. Lê mîna min got, di çarçoveya usûl, uslûb û argumantên rast û baş de.
Ez li pişt hemû rexneyên xwe me. Ji niha û bi şûn ve jî ez ê rexneyên xwe jî, parastina xwe jî bidomînim, ta ku alternatîfeka ji wan baştir ku xwe bi gelê xwe jî dabe pejirandin derkeve.
Îcar va min ev nivîs parvek kir. De ka fermo hûn çi dibêjin, serbest in.
2013-10-13 Mahabad Felat Arda