1. Tekst

  2. Rewşenbîrî

  3. Roşan Lezgîn
  4. Roşinbîr yan Rewşenbîr?
Roşinbîr yan Rewşenbîr?,Roşinbîr,yan,Rewşenbîr?

Roşinbîr yan Rewşenbîr?

A+ A-

Di dewama nameyê de bona têgihîştina mijarê hinde pirs dipirsî û dixwest ku darbareyê roşinbîrîyê de bo malperê ez nivîsekê bişînim.

Ez hêvîdar im ku nivîskarên me yên hêja di vê mijarê de fikrê xwe bibêjin ku bîra me roşn/rohn bibe.

Di vê kurtegotarê de, ez ê bixebitim ku di çarçoveya standardîzekirin û polîtîkaya bi hev nêzîkkirina lehçeyên kurdî de wekî form têgehên “roşinbîr” û “rewşenbîr” munaqeşe bikim.

Ev peyva ku di zimanê rojavayîyan de wekî “entellektuel”, di tirkî de “aydın”, di erebî de “munewwer” û di farisî de jî wekî “roşenfikr” tê şuxulandin, kurmancên me yên Bakur û Başûrê Piçûk bi piranî vê peyvê wekî “rewşenbîr” dişuxulînin. Hindek kes jî, carînan, wekî “ronakbîr” dişuxulînin. Kurdên Soran û Behdînanê, kurdên Kurdistana Rojhelatê jî wekî “roşinbîr” dişuxulînin. Kirmanc, ango kurdên zaza jî, vê peyvê wekî “roşinvîr” dişuxulînin. Ez nizanim, gelo di hewramî û lûrî de çi dibêjin?

Ev peyv, peyveka hevdudanî ye. Zimannasên (lînguîst) me, yan jî xelkê me, peyvên “roşn” û “bîr” dane ber hev, kirine peyveka xweser û wekî têgehekê/termekê jê wateyeka nuh afirandine.

Roşinbîr: Yê ku bîra wî roşn/rohn e, yê ku bîra wî roşnîye/rohnîyê belav dike, yê ku bi lebatên xwe meseleyê roşn dike…
Peyv, xwerrû bi kurdî ye û li gorî qaydeyên peyvsazîya kurdî çêbûye. Wekî têgeh gelek estetîk e, wateya xwe bi hêsanî dide têgihîştin.  

Forma ku kurmancên Başûr û yên Rojavayê (jêrîn û jorîn) wekî “roşinbîr” dişuxulînin û ya ku kurdên zaza wekî “roşinvîr” dişuxulînin, yek in. Tenê dengek (b dibe v) têde diguhere. Ev, ji ber taybetmendîya lehçeyê ye. Çunke gelek dengên “b” yên kurmancî di kirmanckî de dibin “v”. Yan jî, dengê “b” yê kirmanckî di kurmancî de dibin “v”. 

Peyva “roşn” a kirmanckî (kurdîya zazakî), di wateya “rohnî”ya kurmancîya jorîn de ye. Tenê dengek (ş bûye h, yan jî, h bûye ş) têde guherîye. Ev jî li gorî hinde qaydeyên denguherînê çêdibe. Wekî mînak, “des”a kirmanckî di kurmancî de dibe “deh”.
Di kirmanckî de peyva “aydınlık” a tirkî wekî “roşnayî” tê gotin. Di kurmancîya jorîn de jî “rohnayî” tê gotin. Di kurmancî de formine din ên xirabûyî, yên wekî “ronahî” û “ronayî” û hindekên din jî hene.

Ew forma kurmancî ku wekî “ronakbîr” tê gotin, ji layê wateya ku li vê têgehê hatiye barkirin, bi ya min, nisbet bi peyva “rewşenbîr” hîn rastir e.

Peyva “rewşenbîr”, herçendî bî vî awayî di eynî wateyê de tê fêmkirin jî, belam ger ji peyva “rewş” hatibe çêkirin, ji layê koka peyvan de bi qasî peyva “roşinbîr” dê sehîh nebe.

Peyva “rewş”, di kurdîya kurmancî û kirmanckî de wateya “durum” a tirkî dide. Hingê, ez li gorî texmîna xwe dibêjim ku, her kî cara pêşî vê peyvê çêkirîye, îhtîmal e ku di wateya “kesê ku ji rewşê hayedar e” de çêkiribe, ango kesê ku “bîr bi rewşê dibe”.

Ger wisa be, ev wateya peyva “entellektuel; munewwer; aydın” tam têde rûnane.

Lê bi îhtîmaleka mezin, peyva “rewşen” ji forma farisî “roşen”ê hatiye çêkirin. Di kurdî de carînan dengên “ew” dibin “o”, yan jî “o” dibe “ew”. Wekî mînak, li hin devokan peyva “vewre (befr; berf)” bûye “vore”. Yan jî, “oda” bûye “weda”. Li gorî vî mentiqî, peyva “roşen” bûye “rewşen” û peyva “bîr” jî pê ve hatiye çespandin û bûye “rewşenbîr”.

Di ferhenga Tirkî-Kurdî a Zana Farqînî de peyva “aydın” a tirkî, di vê wateyê de, bi peyvên “rewşenbîr” û “ronakbîr” hatiye îzehkirin. Peyva “aydınlık” a tirkî jî, di vê wateyê de, wekî “ronak” “rewşen” û “rewşendar” hatiye îzehkirin. 

Ger wisa be jî, ango beşa “rewşen” a vê peyvê di wateya “roşn/rohn” de be, ji layê wateyê de muşkile namîne lê ji layê havparbûna forma peyvan a di nav lehçeyan de muşkileyeka piçûk çêdike. Ango li gorî polîtîkaya bi hev nêzîkkirina lehçeyên kurdî dibe muşkile.

Niha, em giş dizanin ku zimanê kurdî ji gelek lehçeyan pêk tê. Ango têgeha “zimanê kurdî” navê hevpar yê hemî devok û lehçeyan e ku grûbên civakî yên ku xwe wekî kurd dibînin pê diaxifin.

Ji lehçeyên zimanê kurdî yên ku kêm-zêde niha xwedîyê standardekê ne û di warê nivîsînê de têne şuxulandin, kurmancî (jêrîn û jorîn) û kirmanckî (zazakî) ne. Ger zêde nebe jî, bi hewramî jî xebatên nivîskî hene, kovar derdikevin. Ez baş nizanim, gelo lehçeyên mîna lûrî (feylî?) û lekî jî di warê nivîsînê de têne şuxulandin, gelo mîna van lehçeyan xebateka zimanî li ser wan jî çêdibe?

Ji van lehçeyan, kurmancîya jêrîn û jorîn û kirmanckî (kurdîya zazakî) ev demeka dirêj e ku di nav prosesa standardîzekirinê de ne û di vî warî de gelek rê girtine. Wisa xuya ye ku van lehçeyan muşkileyên xwe yên nivîsînê heta dereceyekê hel kirine…

Wekî mînak, Grûba Xebate ya Vateyî ku ji gelek kurdên zaza pêk tê, ev serê 12-13 salan e bi awayekî sîstematîk di nav hewldanên standardîzekirina kirmanckî de ye. Heta niha bi qasî 5-6 hezar peyv û têgeh standardîze kirine. Li ser her peyvekê munaqeşeyên dûr û dirêj çêdibin, li gorî hinde qayde û krîterên zanistî xebata îslehkirina kirmanckî berdewam dibe. Ji nav gelek formên ku hatine berhevkirin formek bona nivîsînê wekî standard tê qebulkirin. Em bibêjin, di kirmanckî de formên mîna “êdî”, “indî”, “hêdî”, “endî” “hendî” ku di cihê peyva ku di kurmancîyan de wekî “êdî” û “îdî” tên şuxulandin de hene. Ji nav van forman, îhtîmal e ku forma “hendî” ya orîjînal be. Lê di xebata standardîzekirina kirmanckî de, ji ber ku wekî polîtîkayekê bi hev nêzîkkirina lehçeyên kurdî jî êdî bona grûbên kurd amanceka grîng e, lewre forma “êdî” wekî standard hatîye qebulkirin û di warê nivîsînê de êdî ev form tê şuxulandin.

Di xebata standardîzekirina lehçeyan de şuxilandina polîtîkayeka bi vî awayî, dê me kurdan ji layê neteweyatîyê de bigihîne amancên gelek girîng ên pozîtîf. Yanî, ger em di warê tesbîtkirin yan jî tercîhkirina peyvan de meyla xwe bidin ser hevparbûnê, dê ev yek bona yekîtîya neteweyî bibe pêşveçûneka gelek girîng. Niha otorîteyeka me ya navendî nîn be jî, qet nebe, em nivîskar ger bi vê têgihîştinê peyvan/têgehan/terman bişuxulînin, di eynî demê de “Standardbûna Kurdî” jî dê çêbibe. Di warê ji hevûdin têgihîştina navxweyî de, qet nebe heta dereceyekê dê muşkileyên me ji navê bêne hilanîn. Li gorî min, ev awa fikirîn û lebat, divê yek ji polîtîkayên me yên zimanî yê neteweyî be.

Di vî layî de ez bawer im kurdên zaza hîn bi zanebûn û maqultir dixebitin; kurdên zaza, nisbet ji kurdên din hîn bêhtir bala xwe didin ser lehçeyên din ên kurdî. Di şuxulandina zimên de hîn bêhtir bala wan li ser vê xalê ye. Ji xebatên wan ên nivîskî û ji xebatên standardîzekirina kirmanckî ev alîyê wan baş dixuye.

Di nav kurmancên jorîn de, di warê xebata nivîskî de pirnavendî heye, yan jî, bêotorîtebûnî heye. Ji vê çendê, carînan rewş vediguhere anarşîzmeka zimanî. 

Di xebata nivîskî ya kurmancîya jêrîn de jî, ez wisa texmîn dikim ku li hemberî lehçeyên din, bi taybet li hemberî kurmancîya jorîn, piçek şovenîzma lehçeyî heye. Ez dibêjim qey di paşxaneya vê şovenîzmîyê de hinde sedemên psîkolojîk hene.

Wekî ku tê zanîn, li Kurdistana Başûr du grûbên sîyasî yên sereke hene: PDK û YNK
PDK, zêdetir li herêma Behdînan serdest e. YNK jî, zêdetir li herêma Soran serdest e. Di navbera ev her du grûbên siyasî de salên dirêj hemberî hebû. Îcar, ji ber ku kurmancîya jêrîn li Başûr bûbû xwedîyê hinde mafan, vê yekê kir ku îmaja wê li hemberî kurmancîya jorîn bilindtir bibe. Ji vê çendê, di xebata xwerrûkirina ziman a kurmancîya jêrîn de, bi taybet di van 20-30 salên dawîn de, ji ber hestên siyasî yan jî hestên şovenîya lehçeyî, ew polîtîkaya nêzîkkirina lehçeyan ji ber çavê lînguîstên soran dûr ma, yan jî, berevajîya nêzikkirinê, dûrkirin çêbû.

Ez ji metnên wan vê yekê têderdixim. Metnên ku berîya salên 1980yî hatine nivîsîn, ez bi hêsanî têdigihêm lê ew metnên ku li salên dawîyê hatine nivîsîn, têgihîştina wan zehmettir dibe. Ango kurmancîya jêrîn bi xebata standardîzekirinê re ji lehçeyên din dûr dikeve.

Di standardîzekirina kurmancîya jorîn de, rola prosesa kovara Hawarê wekî destpêk gelek grîng e. Xebata Hawarê li Başûrê Piçûk çêbû. Ez dibêjim qey li ser pêşketina kurmancîya nivîskî bandora devoka vê herêmê zêde çêbû. Ev herêm (Berrî), ji herêma kurdên zaza û ji herêma kurdên soran dûr e. Nisbet bi kurmancîya Başûrê Piçûk, kurmancîya Serhedê û Behdînan û derdora gola Wirmê û ya Qafqasan ji kirmanckî dûrtir dimîne. Herwisa, ji kurmancîya jêrîn (soranî) jî dûr dimîne.

Ez bala xwe didim, pirranîya kurmancînîvîsên Bakur û Başûrê Piçûk zêde hay ji devokên kurmancî yên din, herwisa, hay jî lehçeyên kurmancî yên din jî nîn in, ango ez dixwazim bibêjim ku, baş nas nakin. Herwisa, ev polîtîkaya bi hev nêzîkkirina lehçeyên kurdî jî zêde nayê zanîn. Ji vê çendê, kurmancîya jorîn, a ku li van salên dawîn di warê nivîsînê de geş dibe, herçendî gelek peyv ji kurmancîya jêrîn girtibe lê bi awayekî giştî ji lehçeyên din ên kurdî dûr dikeve.

Wekî gotina dawîn, madem ku malpera amîdakurd.com munaqeşeyek li ser wateya “roşinbîrîyê” daye destpêkirin, ez hêvî dikim ku bi vê helkeftê em pêşî di forma peyvê de li hev bikin, Dû re, helbet dê li ser naverok û wateya wê jî hinde tişt bêne gotin. Lê wekî şexs, li ser vê têgehê (roşinbîr) bona min ev gelek girîng e ku, ji agahîyên ansîklopedîk û peyvên biriqandî yên gilover wêdetir, bi mînakên musbet kêmasî û zeafîyet, herwisa, serketinên roşinbîrîya kurdî bêne munaqeşekirin dê hîn maqultir û bikêrtir be.

Roşan Lezgîn
Diyarbekir - 10.07.2008


Gotinên miftehî :