Roj roja diyarkirina çarenûsê ye
Samî TAN
Li ser rûyê vê dinyayê serê sed salî carekê pergala heyî serobino dibe. Di wê demê de kî di bin de bimîne, êdî ji bo careke din bi ser bikeve, divê ked û xebateke zêde bike. Her wekî pêşiyên me gotiye, “Kî şemitî, ew şewitî.” Di destpêka sedsala çûyî de herêma ku em tê de dijîn serobino bû, di wê medûcezîrê hêz û amadekariya me têrê nekir û em jî bi nav û nîşana xwe li ser avê bimînin û ala xwe li ser axa welatê xwe berz û bilind bikin. Ji ber vê yekê gelê kurd ev zêdetirî sed salî ye ku ji bo parastina hebûna xwe tê dikoşe û xwe li ber xwe dide.
Heke di sala 1921’ê de hêvî û daxwaza Elîşêr û Zerîfe Xanimê bi cih bihata, dê ala kurdayetiyê li Qoçgîriyê berz û bilind bibûya. Lê pêk nehat, hêza kurdan têrê nekir, ew bi komkujî û şerê qirêj ê Topal Osman re rû bi rû man û têk çûn. Her wiha ku Şêx Mehmûdê Berzencî li hemberî hêzên dagirker ên îngiliz têk çûya, hingê dê ala kurdiniyê li Silêmaniyê berz û bilind bibûya. Heke hêvî û daxwaza Xalid Begê Cibirî biçûya sêrî dê ala kurdateyetiyê li ser bircên Amedê berz û bilind bibûya. Lê dîsa hêza kurdan têrê nekir û kurd bi qirkirin û koçberiyê re rû bi rû man. Îhsan Nûrî Paşa bang li çiyayê Agirî kir û got, “Hilbe Agirî, hilbe Agirî!” lê belê kurd li hemberî dek û dolabên kemalîstan têk çûn û rojnameyên wan di rûpelên xwe de cih da karîkatûrekî ku tê de goreke li ser çiyayê Agirî heye û li ser kêla gorê “Muhayyel Kürdistan burada meftundur” nivîsandibû..
Piştre li Dêrsimê û li Mehabad û hwd.
Kurdan di wê serdema avabûna netewe-dewletan de nekarî ala xwe li ser bircên kel û kelatên welatê xwe daçikînin. Di wê demê her kesî li gorî hêz û şiyana xwe statûya xwe diyar kir, di wê hercûmercê de kurd bê statû man. Xaka welatê wan di navbera çar dewletan de hate parvekirin.
Dema ku li ser rûyê vê cîhanê statû dihat belavkirin, kurd ne xwediyê gotina xwe bûn, piraniya gelê kurd di xeweke giran de bû, ew ên hişyar jî hêza wan têrê nekir û statûyekê ji gelê kurd bîter bikin.
Îro di destpêka sedsaleke nû de dîsa herêma me serobino dibe, qalikê hişk ê pergala kevnare dişikê. Kurd îro hişyar in, ji ber ku ev sed sal in, li ber xwe didin, ev sed sal in êş û jana bêxwedîtî û bêstatûbûnê dikêşin, îcar naxwazin ji mafên neteweyî bê par bimînin. Ji ber vê yekê bi hezaran kes li ser sînorên ku dagirkeran di navbera kurdan de kêşane payîgeh ava kirine. Dîsa ji ber heman sedemê îro dilê hemû kurdên azadîxwaz ji bo
Koban û Şengalê lê dide.
Lê belê bi tenê hişyarî têrê nake, divê em zana û têgihîştî bin. Divê haya me ji dek û dolabên ku digerin hebe. Ev sed sal in em li ser hesabê xelkê tên nivîsandin; em bê pasaport û bê nasname ne. Dema ku em dibin penaber jî dîsa li ser hesabê hinekên din tên tomarkirin. Îro li Ewropayê jî kurd ne bi nasnameya xwe, bi nasnameya serdest a dewletê tên tomarkirin. Vê rewşê malik li me wêran kiriye, em ji hev parçe kirine, nakokî û dubendî xistine navbera me. Gelek ji me bûne dûvikê dûv hebanê. Em li ser hesabê xelkê şerê hev dikin.
Em ê dîsa çarenûsa xwe diyar bikin, ji bo vê yekê divê em pir bi zanatî tevbigerin, em xwe baş perwerde bikin, dek û dolabên dagirkeran baş nas bikin. Tiştê ku divê em serê pêşîn bizanin ev e; siyaset bi hêzê tê kirin, tu çendî mafdar bî jî heke hêza te tune be, kes te bi tiştekî nahesibîne.
Lewre jî divê em bibin xwedan hêz, ji bo vê yekê jî divê em bibin yek, em bi hemû rengên xwe, bi hemû bîr û baweriyên xwe, bi hemû devok û zaravayên xwe mîna kulîlkên baxçeyê rengîn hevgirtin û ahengê pêk bînin. Divê em jî wekî hinek tirkan bibêjin, “Heke mijar welat û azadiya welat be, tiştên mayî kitekit û teferûat in.”
Helbet em ê li gorî bîr û ramanên pêşverû yên mirovahiyê, li gorî rêgezên demokrasiyê tevbigerin û bernameya xwe li ser vê bingehê ava bikin. Lê divê cudatiyên siyasî û bîrdozî li ber yekgirtina me nebin asteng.