Roja înê û melê gund
- Ka ji me re navên rojên heftiyê bihejmêrin.
Dest pê dikin navên rojan dihejmêrin: Du?em, ?êsem, çar?em, pênc?em, ?e?em, ?emî û yek?em.
Yek ji nav civatê pirs dike: Ma lawo îcar ka îna me?
Dibêjinê: Me ew wenda kir.
Axayê wan dibêje: Heke wisane, rabin em herin li înê bigerin.
Mêrên gund çi xort çi kal tevde radibin, ji zeraqa sibê heta terqa êvarê li înê digerin. Êvarkî quleke hirçê dibînin, ji hundir jî gumeguma hirçê tê. Axayê wan deng li wan dike:
- Bi xwedê ev îniya me ye. Em herine bale, ku qaîl dibe bila were gund.
Gundî jê re dibêjin: Axa tu bi ya me bikî, bila mele here cem, ji ber ew û mele ba? bi qedrê hev dizanin.
Tev razî dibin ku mele biçe û mele jî nemerdî nake û diçe dikeve qulê. Pi?tî qasekî dibe qareqara mele. Gundî dibên hebe tunebe mele û în di ber hev didin. Lê ji melê xwe jî bawer in ku wê înê razî bike û bîne derve. Qederek derbas dibe mele derdikeve, lê piçek rî li rûyê wî nemaye. Milet wî nasnake. Ji ber rew?a mele ya perî?an ji xwe re metel dimînin. Hinek dibêjin ku ev melayê wan e, hinek jî dibêjin na ew ne mele ye, în e, ji ber riyê meleyê wan hebûye. Dikin nakin ti?tek bi sere hev naxin.
Jîrikê gund jî li wir e û dibêje: Zarino, eger hûn bi xebera min bikin, a ba? ew e ku em herin ji jina mele pirs bikin. Riyê wî hebû an tunebû ew çêtir dizane.
Bi gotina jîrikê xwe dikin, mele digirin û wî ba? girê didin. Dikevin rê, tên ba jina mele û jê pirs dikin: Xwengê tu bi navê Xwedê bikî bibêje, ev sere bîst salan e tu bi mele re yî, ka tu bêje, riyê wî hebû an tunebû?
Jina mele dibêje wan: Wele heyra ez jî nizanim. Ti?tê ku ez dizanim, gava ku rûdini?t, nan dixwar, li bin devê wî mîna sifnikek (gêziyek) ti?tekî re? diçû dihat…