Roja zimanê dayîkê û zimanê bavûkalan
Belê, di vî warî de du xebatên sereke ligel hev tên meşandin.
1- Di warê çalakiyên girseyî de, ji aliyê TZP Kurdî ve xwepêşandan hatin (û tên) lidarxistin.
2- Di warê hînkirina zimên a bi awayekî sîstematîk de jî di şaxên Kurd-Der’ê de xebatên atolyeyê tên çêkirin û ev xebat didomin.
Ji vir û şûnde ez bêhtir meyla xwe bidim ser xebata xala duyem û pê de herim.
Helbet hînbûna gramera zimanekî gelek girîng e. Û mirovê ku baş bi gramerê dizane, çi di axaftina xwe de, çi di xwendina xwe de, çi jî di nivîsandina xwe de hindik çewtiyan dike û bi awayekî hişyar û hayjêheyî têkilî bi zimên re datîne. Ligel vê yekê jî em dikarin bêjin ku her kesê ku bixwaze bi Kurdî bipeyive, ne şert e ku bi hemû aliyan ve bi gramerê bizanibe. Ger kesek bixwaze bi Kurdî biaxive, bes bi hin qaydeyan bizanibe, haya wî/ê ji hin rêzikan hebe, kêm zêde xwediyê/a ferhengekê be (ferhenga ku di hiş û bîra mirov de ye û peyv û gotin tê de dihewin) û bala xwe bide rojname û pirtûkên Kurdî û bi awayekî domdarî xwendinê bidomîne, dê bi hêsanî karibe di gelek waran de xwe bi Kurdî îfade bike.
Îcar, wexta ez bala xwe didim ser xebatên atolyeyên Kurdî-Der’ê, dibînim ku xebata zimên bi giranî li ser hînkirina gramera rût û hişk û hola didome. Û hê jî li ser slogana, ‘xwedîderketina li zimên’ û li ser gotina armancî ya, ‘pêşvebirina zimên’ ev xebat tê domandin. Helbet sedemên vê yekê hene (wekî mînak: têrnekirina mamosteyan û kêmbûna dokumentên hîndekarî û perwerdekirinê, hwd.) û ev sedem kêm zêde tên famkirin.
Min di nivîsên xwe yên berê de di warê slogana ‘xwedîderketina li zimên’ de, dîtinên xwe aşkera kiribû. Û ez gotina armancî ya, ‘pêşvebirina zimên’ bi awayekî dî jî fam dikim. Û dikarim wiha rave û îzah bikim.
Bi ya min ziman bi du awayan tê pêşvebirin.
A) Bi awayekî çikane. B) Bi awayekî berehî (berwarî).
A) Ger mirov bi tenê bala xwe bide ser qaydeyên gramerî û bi tenê pê re bilebike, çend pirtûkên li ser gramerê nivîsîbe jî, di vî warî de çi qas serkeftî be jî, ancax dikare wî zimanî heta radeyekê pêş ve bibe û ev pêşvebirin jî dibe ‘pêşvebirina çikane’. Helbet pêşvebirina bi vî rengî pêşvebirineke bi sînor û kêmmayî ye.
B) Ger mirov, ligel hînbûna gramerê, bala xwe bide awayên axaftin û awayên gotin û bilêvkirinên cuda cuda yên herêm bi herêm, devok bi devok, bala xwe bide hevwateyî û pirwateyiya peyv û gotinan, bala xwe bide qalib û biwêj û gotinên pêşiyan, ligel van hemûyan, a herî girîng bala xwe bide wêjeya wî zimanî, bi xwendineke baş û têr tekûz pê de çûbe û ji gelek hêlan ve ziman û wêjeya wî nas kiribe, wê hingê pêşvebirina zimên a wî mirovî ‘pêşvebirineke berehî’ ye û ji bo hînbûn, xurtkirin, geşepêdan û jîndarhiştina zimên, tu sînor li pêş wî mirovî tune ye, ev pêşvebirin û geşepêdan domdar e û her didome.
Piştî vê ravekirina kurt, dixwazim bêjim; hemin ku em dixwazin geşe bi zimanê xwe bidin, wî bi awayê ‘pêşvebirina berehî’ xurt bikin û bikin zimanê rojane, hewce ye em peyderpey hin xebatên spesifîk û taybet: ên wekî, ‘Têkilî û ligelheviya ziman û wêjeyê, zimanê bazarê û ya kirîn û firotinê, zimanê matematîkê, zimanê tip û zanistê û hwd.’ jî tev li xebatên atolyeyê ya di Kurdî-Der’ê bikin.
Ji bo ku karibim dîtina xwe ya di vî warî de baş rave bikim û bidim famkirin, dikarim wiha bêjim: Dîtina sereke ev e; li cîhanê, ji aliyê hemû kesên ku bi zimên re têkildar in ve tê qebûlkirin û tê parastin: ‘zimanê pêşketî ew ziman e, ku ji sedî şêst mirovên ku bi wî zimanî diaxivin, wekî xwînerên domdar, rojname û pirtûkên ku bi wî zimanî tê weşandin dişopînin û dixwînin û ev ziman di ragihandin û zanistê de tê bikaranîn.
Lê mixabin, gava em bala xwe didinê, ev yek di zimanê me de hê pêk nehatiye û ne kêmî pênc salan e ku xebateke wiha sîstematîk tê meşandin; lê ji sedî yek jî li xwînerên wêjeya Kurdî û li xwînerên rojnameya Kurdî zêde nebûne.
Ji ber vê yekê, em ancax bi meşandina xebatên wiha komplîke û bi tevahî dikarin geşepêdaneke hêjayî şabaşê bidin zimanê xwe û di paşerojê de hê zêde pê kêfxweş û dilxweş bibin.
Dilawer Zeraq