1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Rojhilata Navîn ango Axgevzka Deveyan
Rojhilata Navîn ango Axgevzka Deveyan,rojhilata,navîn,ango,axgevzka,deveyan

Rojhilata Navîn ango Axgevzka Deveyan

A+ A-

DYE BER BI BIRYAREKÊ VE DIÇE


Çapemeniya cîhanê daxuyand ku roja 24'ê gelawêjê Serokê DYE'yê Barack Obama ji bo nirxandina rewşa Sûrî koma Ewlekariya Netewî vexwendiye civînê. Der barê civînê de Qesra Spî daxuyaniyek wiha da:


"Serok Obama, ji bo nûçeyên ku ji aliyê rêveberiya Sûrî ji alî rêveberiya Sûrî ve çekên kîmyewî hatine bikaranîn ewlekariya netewî dicivîne. Wekî me berê jî gotibû, Obama ji bo em biryarê bidin bê li Sûrî çi dibe, ferman dabû dezgeyên Îstixbaratê ku delîl û îsbatan berhev bikin. Dema me ev rastî derxistin holê dê Obama der barê bersiva xwe ya mijarê de biryarek bi zanebûn bigire. Li pêşiya me gelek vebijêrk hene. Ji bo em li Sûrî armancên DYE'yê bi pêş ve bibin û biryarên bi berjewendiyên xwe yên netewî re lihevkirî bigirin, em ê baş bifikin û tevbigerin."


Heman 25'ê mehê jî her wisa nûçeyên ku keştiyeke nû ya leşkerî ber bi Behra Spî ve bi rê ketiye derketin. Der barê bikêrhatiyên keştiyê û çekên wê de gelek agahiyên ku parçeyên şerê psîkolojîk in jî hatin weşandin.


ÎRAN NIKARE BÊDENG BIMÎNE 


Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Ebas Îraqçî der barê daxuyanî û tevgerên dawî yên DYE'yê de daxuyaniyek daye çapemeniyê. Pêşî divê mirov bêje ji ber paşnavê xwe Îraqî kesekî hilbijartî ye. Wekî "Siniroğlu" yê 

Tirkiyeyê ku li Başûr dîplomasiya navbera Başûr û Tirkiyeyê pêk tîne. Îraqî wiha got:


"Daxuyaniyên rayedarên leşkerî yên DYE'yê ku halanan hildidin, an jî şandina keştiyê ya herêmê dê ji bo pirsgirêkên nebin çareserî û dê rewşa herêmê pirtir bajo nav xetereyan."


Îran dizane ku Sûrî winda bike dê ew jî winda bike, yanî dema dor hate ser wê dê pirtir bi tenê mabe û nikaribe çêtir li ber xwe bide. 


Sûriyeyeke wekî Îraqê dagirkirî helbet tê wateya dorpêçkirin û bitenêhiştina Îranê.


Îran belkî dixwaze bêje "heke mudaxaleyek leşkerî ya li dijî Sûrî dest pê bike, em ê bê helwest nemînin." Lê niha naxwaze ew qasî bi dengê bilind bang bike û difikire ku hîn dema wê heye.


Di dema mudaxaleyek leşkerî de Îran heke beşdarî şer bibe dê dîroka têkçûna xwe bi pêşve nîne, belkî taxîr bike. Lê mudaxaleya Îranê dê bibe sedema ku hinek dewletên din jî wekî Îranê biryareke krîtîk bistînin. Bi taybetî jî yên ku dizanin dora wan e.


RÛSYA JÎ NIKARE BÊDENG BIMÎNE 

Çawa ku Îran dizane Sûrî dagir bibe dê rewşa wê hîn xerabtir bibe, Rûsya ji Îranê çêtir dizane ku têkçûna Sûrî tê wateya birrîna têkiliyên Rûsya û Behra Spî. Piştî Sûrî dê rojekê dora Îranê jî were û DYE dê digel hemû baregeh û biryargehên xwe bibe cîranê nû yê Rûsyayê. Hingê dê hinek dewletên biçûk ên Kafkasyayê ku niha têkiliyên wan bi Rûsya re baştir in, dê bikaribin di navbera Rûsya û DYE'yê de hilbijartinekê bikin. Felaket û tofan ji bo Rûsya dê îcar roj bi roj bên.

Helbet her wekî Îranê, Rûsya jî mecbûr de hevkariya Sûriyeyê bike. Heke şerek ango mudaxaleyek çêbibe û heger Îran bi biryar têkeve nav vî şerî, wê demê Rûsya jî dê biryara xwe ya dawî bigire.

Carinan hinek şerê xwe di ser yekî din re dikin. Lê carinan ew jî hew diserife û xwediyên eslî yên şer dikevin nav şer. Îran û Rûsya jî dibe ku bi wê rojê re rû bi rû bimînin. Sûrî, Îran û Rûsya, kîjan kîjanî bi tenê bihêle, dê hemû têk herin. Wekî gotina pêşiyên kurdan: "An bibin yek, an jî hûn ê têk herin, yek bi yek."

HINEK DEWLETÊN DIN JÎ DÊ BIRYARA XWE BIDIN

Di şerekî wiha de, ku mudaxaleyek leşkerî li dijî Sûrî pêk bê Îran û Rûsya jî nikaribin dûrî vî şerî bimînin, helbet dê hem dewletên hevalbendên wan hem jî yên dijberî wan jî nikaribin li dervî vî şerî bimînin. Nexwe ew kî ne?
Aliyekî şerê Rojhilata Navîn wekî şerê mezheban xuya dike, lê parçeyê mezin ê rastiyê ji armancên NATO ango DYE'yê pêk tê. Wekî Qesra Spî gotiye: "berjewendiyên netewî yê DYE'yê" rûyê vî şerî aşkere dike.
Îran dewletek ku serdestî di dest şîeyan de ye. Îraq jî wisa ye. Sedema ku Îranê li ser navê berdevkê xwe yê bi navê Ebas Îraqçî daxuyanî daye jî, peyamek wiha dihewîne. Wekî bêje "em li gel Îraqê ne û Îraq li gel me ye." Îraq jî dewletek ku rêveberiya wê di dest şîeyan de ye. Sûrî jî. Ji ber vê yekê tiştekî ku li Şamê pêk tê, niha Bexda û Tehranê jî têkildar dike.

Rûsya, ji ber ku yek ji wan dewletan e, ku ji bo berjewendiyên xwe yên netewî nikare destê xwe ji Behra Spî bikişîne, xwe di nav vî şerî de dibîne. Dewletên Kafkasyayê yên ku berjewendiyên xwe yên netewî digel Rûsya dibînin, di şerekî wiha de belkî nikaribin xwe ji Rûsya dûr bigirin.

Tirkiye dewletek hevkar û endamê NATO ye. Hîn gelekî dûrî vî şerî, li Meletiyê bi bicihkirina radar û çekên pêşparastinê, ku destê NATO xurt dikin, xuya kiriye ku parçeyekî vî şerî ye û nikare xwe jê dûrtir bixe. Belkî ew jî rasterast xwe di nav vî şerî de bibîne, digel NATO.

ÊDÎ KURD LÎSTIKVANÊ SEREKE NE

Li Rojhilata Navîn gotina "êdî tu tişt bêyî kurdan nema dibe" tê gotin. Yewkîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) jî her roj hewl dide ku fam bike sînorên vê gotinê heta ku ye. Wekî ku Qesra Spî gotiye: "Obama ferman da ku îstixbarat li Sûrî delîl û agahiyan berhev bike", DYE van demên dawî ji rojnamegeran bigirin heta bi riya CIA û hin wekî din hewl dide ku rewşa kurdan a Sûrî çêtir fam bike, da ku hesabekî şaş li ser wan jî neke. DYE li Sûrî lêkolînan du tiştan dike; yek ji van rewşa Sûrî û muxalîfan e, yek jî rewşa kurdan a navxweyî û hêza wan e.
Kurd bi sedema ku di navbera çar dewletên wekî Tirkiye, Îraq, Sûrî û Îranê de parçe bûne, tu ji van dewletan nikare bêyî hesabkirina kurdan bi ser bikevin. Rûsya jî, yek ji wan dewletên ku digel Îran û Sûrî tevdigere û ji ber ku kurdên Sûrî xwedî parçeyek axa ku digihîje Behra Spî ne, nikare wan hesan neke.

Li beramberî van jî NATO nikare hevkarê xwe yê herî mezin ê Rojhilata Navîn Tirkiyeyê, ku parçeyê herî mezin ê digel pirsgirêka herî mezin xistiye nav xwe nehesibîne. Mecbûr e rewşa Tirkiyeyê û her wisa kurdên nav Tirkiyeyê bihesibîne, ji ber ku dema şaşiyekê bikin dê ew kurd bibin sedema çi û hesaban çawa têk bibin ne belî ye.

PIRSGIRÊKÊN NAVXWEYÎ YÊN KURDAN GIRÎNG IN

Kî çi dibêje bila bêje, pirsgirêkên navxweyî yên kurdan dikare bibe sedema têkçûna wan jî. Lê çareserkirina van pirsgirêkan di rewşeke wiha krîtîk de, dikare bihêle ku ew di rabûna van pêlan de keştiya xwe ya azadiyê jî bi rê bixin, ango ji reşahiyê derxin avê: Behra Reş.

Ji ber cîraniya kurdên Rojava ya Behra Reş ev yek pir girîng e. Ev jî dibe sedem ku du hêzên girîng ên kurdan li ser heman armancê bi du hesabên cuda tevbigerin.