Rojî û cejna Xizir / Xidir Nebî
Hem li ba yarsaniyên bakur (Piranî alevî bibêjin jî, ji ber ku "ALEVI" bi aliyê T.C. yê ve ji bo tirkîzekirina baweriya Yarsanî / Ehlî Heq hatiye çêkirin, ez wê peyvê bi kar naynim. Di cihê wê de peyva rast "Yarsanî" bi kar tînim û hem jî li ba kurdên Êzidî ev rojî di meha sibatê de tê girtin û piştê rojiyê xwarina qawitê tê çêkirin. Find tên vêxistin.
Di destana Gilgamêş de „Uta Na Pîştim“ kesekî bêmirin e, nîv xweda ye. Gilgamêş di tengasiyê de ye, ji bo ku xwe bigihîne Uta Na Pîştim li keştiya „Ur Şa Nabî“ siwar dibe, li cihekî du çem, yan jî derya û çem digihêjin hev rastê Uta Na Pîştîm tê û alîkarî jê dixwaze.
1 – Li Dêrsimê Gola Çeto heye, çemê Munzur û Pilemoriyê li vir digihîjin hev û ji vê golê re gola Xizir jî tê gotin. Ev ne tesaduf e.
2 – Di dîrokê de tenê Uta Na Pîştîm bê mirin e û di roja teng de tenê ew dikane alîkarî bike. Ji ber vê rastiyê tenê ew dikane Xizir be.
3 – Li gor baweriyan du kesên bêmirin hene û di roja teng de dibin alîkar. Yek li ser deryayê ye, yek jî li bejahiyê ye. Di destana Gilgamêş de „Uta Na Pîştim“ li bejahiyê ye û „Ur Şa Nabî“ jî li ser keştiyê ango deryayê ye.
4 – „Ur Şa Nabî“ yekem navê herî kevn e ku navê „Nabî /Nebî“ (Xidir Nebî) tê de derbaz dibe.
5 – Di Quranê (3 hezar sal dû destana Gilgamê re hatiye nivisandin) de tenê di mijara Musa de bi awayê "xasê xwedê" nîşaneyek heye.
Gelek aşîkar û zelal e ku ev baweriyeke kurdistanî ye.
Bi vê bibîranîna dîrokê, ez cejna Xizir /Xidirnebî (Uta Na Pîştîm, Ur Şa Nabî) di kesayetiya gelê me yê Êzidî û Yarsanî de li hemû mirovahiyê pîroz dikim. Hêvî dikim ku hêdî hêdî ev navên orjîn werin bikaranîn.
Têbinî: wêne ji diwarê Mêran Hassan hatî girtin.