Rono û Ronoya Ehmed Huseynî
Feratê DENGIZÎ
Ku axeke ziwa ya bê baran bibe çar wesle, rûyê axê ji bêavî biqelişe û bibe telte, ku dilekî çar pêtên agir li çar aliyê dinyaya te belav bibe, ku warekî hişzêrîn bi bayê xezeba zilmê bûbe çaryana jiyanê, ku hiş û ava dilevîniya te bûbe çarav û çarhîmên aşî qorikşikênî û masûrê pişta te bi çar-rengê zilmê bikin mîna çar tiliyên pelixandî, yek dinyaya te bibe dinyayeke tarî ya çar qat di binê erdê de û yek rohnayî bibe stêrka Zardeşt a qîrîna te yî azadiyê; wê demê navê te Ehmed Huseynî ye. Her çiqas binxeta ziwa wargeha jiyanê ya sewî mayî be jî, ew ê Rono û Ronoya Huseynî bibin stêrka te ya bakur an jî stêrka sibê ku berê te bide azadiya hemdemî û abadîn.
Nizanim ji ku destpê bikim ji bo Mîrê Helbestê yê hemdem. Bila yê min jî çend dilopên rohnayiyê bin û Sêçira helbestvanê hêja mîna Feratê bejndirêj, hêvî dirêj, têmen dirêj ê evîndarê evînê ango evîndarê azadiya warê pîroz ango Kurdistan ew Kurdistana dilşîrîna Ceqerxwînî…
“Sêçira/Mem û Zîn/Tiliyên we yên bê xelekên nîşaniyê/bi ser ava Botan de diweşiyan..
dîwarên Birca Belek dilên bêkelek/li gel tac û gulwaza Komarê dimeşiyan..
pelên gulbuhar û lalan/winda dibin bi cobaran/birûsk, payîz, hevdîn, rojên bitîn
bi ahengên we re dinalîn û diêşiyan/şev e Zînê '/tevlihev im/dûrî te me/ji xwe direvim
were dînê carekê binoş/vê şêniyê/ji min bidoş/çavên te bûn bo dîlokan/bo rojhilat û pîrhevokan/çirên te bûn.. ewrên rûreş/ji gavên te
bûn/ronahî bû/bendemana spehî bû..”
Û evîneke demdirêj û duvdirêj, jê re xewna azadiyê ye nizanim jiyana azadiyê. Gelo kesî bi gulîkên azadiyê girtiye û stêrkên şevên biharan pê ve neqişandine, nizanim… lê bi ya min stêrka bakur tim berê min/me dide Sîpanê Xelatê, bera çima evîna me kurdan her bi kul û elem e, ma “Qeda” her tim qedaye qedera me ye li ser navê Siyabend. Bi ya min ez ê her dem lêgerê qedera xwe/me bim ku ji hesab bipirsim, ji bonî ku kesera Xeca Birîvî û hêviya birûska çavê Siyabendê Silîvî venemire û her bibiriqe ji çiyê, ew çiyayê afirîna jiyane. Bêlome me, gazin êdî ne gotinên dilê min in û va bila dilê bi evînê qemirîn bidomîne…
“Sîyamend û Xecê/Sîpanê Xelatê/Di ser dev re çûye/bi pirsan, û muzîk û seyranê/qonaxa bê tevzînok di xwêdana/gavên Demilqiran de, winda
bûye/pezkovî ne, li deşta dîrokê diçêrin
bêrîkirinê.. rojhilata xewnê dihêrin/şevên we, ava reş ji denê rokê vedixwin/stêrkên ne xuyayî
mirina çiran û oxiran,/perda hawarê li ser Silîva radixin/Lê lê Xecê!/Ne gelî ye/ne gilî ye
ne xwelî ye/ne jî sî ye/xwe dadidin şax û xêzên vê evînê/Lê lê Xecê!/Lê dayîka vê birînê
Siyamend e/ji elind e/xwe dipêçe li giyanê vê zemînê.”
Em lêgerînê heqîqetê ango lêgerînê rohnayiyê ne, va Rono û Ronoya Ehmed Huseynî rêwiyê me ne, delîl û qelawiz in. Ew ê me ji “gura” biparêzin û me hişyar kin. Ne va Kobanî-Kobanêye evînê ye, ya parastina jin û jiyanê bi destên jinên dilşêr ên karxezal û milyaketên Zagrosîn… Wele layiqbûna vê evînê ne hêsan e ha..!
De bila vê sibeha şewqzêrîn a berbanga evîna emirqut bibe zarê şêrîn, Edûlê bangî Dewrêşê dilê xe bike. Fermo derbirina hinguvîn diyarî we ye.
Noş be…
“Vê sibehê ji min nepirse çima ji destê te yê ku li ba dibe ditirsim?
Ji min nepirsa çima her ku tu bêdeng dibî hespên qederê di xwîna min de dibezin?
Ji min nepirse çima tirên çavên te ji dilê min hez dikin?
Ji min nepirse bêyî te çawan ez dê bikaribim bimirim?
Ji min nepirse di zikê vê ronahiyê de li çi digerim û çi dikim?”
Û ez napirsim… Hûn jî nepirsin!