RÊBAZİYA RAMANA ANALÎTÎK Û KRÎTÎK FAM Û FIRASET
Firaset, hişyariya zên ê, çika zû famkirin û fêrkirinêye. Ango hînbûna tişta û bûyeraye. Firqa vê çikê ewe ku di mêjî de zû çîk bide. Bi awayekî din mirov dikare bêje ku vekirina çavê dil û mêjiye. Kiroxê ragihandina navbera hest, çav, guh û hemû lebatên mirovan e. Ev peyv gelek caran wek “feraset” tê bikaranîn. Wateya ferasetê, siwarî an siwarê jêhati ye. Jiber ku feraset bi vê wateyê di ziman de bikar nayê, bi yekwate weka “firaset” tê bikaranîn. Hinek dibêjin firaset, hinek jî dibêjin feraset. Ez bixwe wateya kûr û dûr dîtina zû jê derdixim. Ji bo bidestxistina kûrdîtinê pêwiste ku mirov rêbaziya afirandina ramanê bizanibe.
Dema ev peyv tê gotin, fam jî pere tê ziman. Firaset bi taybetî di zimanê Kurdî de bê fam pir bikar nayê. Weka kû dibêjin “pir bi fam û firasete” an “ ew kes bê fam û firasete”. Bi rastî ez jî fam û firasetê ji hev naqetînim. Ne cîhgirê hevin, bes nikarin bê hev jî bijîn. Fam têgihîştina bûyeran û tiştane û bi taybetî bi mêjî ve girêdayîye. Firaset, sehkirina bi hestê xwezayiye û bi taybetî bi dil ve girêdayiye. Bikaranîna herdûya bi hevre ji mirovan re nîşana wesfekî bilind e. Jiber ku mirov bigîhêje wê merhaleyê, dibê gere armancek mirov hebe û mirov jiyana xwe bi giranî dabe ser serkeftina wê armancê. Armanc bûbe wekî dozekî jiyanî. Dibê mirov ji bo serkeftina armanca xwe û gihandina doza xwebawerbend be. Lewma ku Pêxemberê Xweda Mihemmed gotiye; “xwe ji firaseta bawermenda biparêzin”.
Gelek zanyarên dînê Mihammed vê gotina Pêxember bi piranî bi maneviyatê ve girêdidin. Hinek ji wan jî bi nêzî fambûnê ve dikşînin. Yek ji vana firaseta wehbiye, yek jî firaseta kesbiye.
1- Firaseta wehbî: Wehb gotineke bi Erebiye û tê wateya diyarîkirinê an hîbê. Ew jî bi yezdan ve tê girêdan. Yezdan wê diyariya bawermendên xweyê rast û sadiq dike. Wekî ku di nav gel de tê gotin, em jî dikarin jêre bêjin keramet.
2- Firaseta kesbî: Kesb, destxistina bi ked û xebatê ye. Wek ku mirovekî hemû quwet û qudreta xwe bide ser karekî. Vê firasetê bi xebatekî zanyarî tê holê. Bi keda dil û mêjî, hestên xwezayî têne xurt kirin û biryar tên dayînê.
Li ser firaseta îlahî ku me jê re got keramet, gelek mijar hene. Li hemû cîhanê bawermendê gelek baweriyan behsa xwediyê van marifetan dikin. Li welatê me jî hene. Hema behsa kîjan şêxekî an weliyekî bikin, miheqeq çend keramet jî pêve datînin. Rastiya vî çiye niha ne mijara meye. Hinek bûyer hene kes nizane ku ji aliyê kî ve bûye jî, herkes dixwaze bi şêxê xwe re girêbide.
Êmê behsa bûyerekî ku di demeke pir dûr de derbas bûye bikin. Wek ku ez dizanim ev bûyer di dema Cuneydê Bexdayî de derbas dibe. Lê belê gelek kes ber bi xwediyê terîqetên xwe ve dibin. Bila dîrokzan wan ji hev biqetînin. Buyer ev e : “ Cuneydê Bexdayî rojekê bi murîdê xwe re li ser firaset û kerametê hevpeyvin li dar xistiye. Di dema sohbeta wan de, xortekî cuwan, di şeklê dewrêşekî bawermend de, bi şalik, tizbî û eba xwe tevlî wan dibe. Xortê cuwan gotina şêx bi awayekî narîn û bi zanebûn dibire û pirsa wê gotina Pêxember ya ku me li jorê gotibû dike. Gelo ma çima Mihemmed ev gotin gotiye. Cuneydê Bexdayî bi awayekî pir acisbûyî lê dinêre û dibêje: tu pêşî ew zunnarê pişta xwe derxe. Lê belê li ser xort zunnar xuya nake. Eba û îşlikê wî jê dikin û dibînin ku di binê cilên xwe de zunnarekî bi pişta xwe ve girêdaye. Murîd bi heyret ji şêxê xwe dipirsin, ka çawa zanibûye ku zunnar li xwe girêdaye. Şêx li murîdê xwe dinêre û dibêje “ hûn jî zunnarê qelbê xwe derxin û bibînin”. (Li gor hinekan Ne Cuneydê Bexdayî ye, Hacî Abdulhalik Gûcduvaniye.)
Bûyer bi vê rewşê hatiye heta îro. Armanca me ya ku me vê çîrokê got, dîtina rastiyekiye. Ev rastî eve ku mirov zunnarê dil û mêjiyên xwe derxe ewê çavê dil û mêjî vebin. Zunnar ew tişte ku keşeya ji bo nikaribin herin rukû û sejdê li pişta xwe girêdidan. Weka ku di vê çîrok an bûyerê de me dît, ji bo firasetê pêdiviya herî mezin di paqijkirina dil de ye.
Ger firaseta wehbî, diyariya Xwedê be, bê şik ew xwezayiye jî. Jiber ku xweda hemû însanan ji xwe re wekî xelîfe afirindiye. Yanî em dikarin bêjin xwedê ku bi wekhevî mirovan afiriandiye, bê guman ewê kesî bê diyarî nehiştibe.
Li gor min Xweda diyariyên xwe li xwezayê belav kiriye û kî bixwaze bidest bixe, ger bixebite ewê bi dest bixe. Firaseta wehbî bixwe jî bê kesb nayê holê. Di dîrokê de em dikarin bibînin ku gelek mirovên qenc û baş jiyana wan hemû di rêya xwedê de derbas bûye, pêşeroja gele xwe nedîtine. Ji ber ku xelaxbûna xweya şexsî di bawermendiyê de dîtine, wusa bawer kirine ger îmana wan xelas bibe û herin bihiştê ji wan re bes e.
Di dîroka me ya nêzîk de jî gelek bûyer hene kû dibin mînaka fam û firasetê. Mirovên ku li ber çavan wekî pêşeng, rewşenbîr û rêber xuya dikirin, fama pirî tiştan dikirin, bes firaseta wan têrî dîtina pêşeroja gelê wanê bindest nedikir. Ne didîtin an nedixwestin bibînin ku nîjadperest li ser navê dîn çawa welatê wan dagir dikin û gelê wan dikin dîlê xwe.
Dema Mele Selîm, Şeyh Şehabettîn û Seyyît Elî ku di nav gel de jê re digotin “Hûtê gewr” biryara serhildanê didin, li dora wan, 8000 kes dicivin û bi wan re bi rêya azadiyê dikevin. Sal 1914 ye. Di wan sala de, gelek rêber û pêşengên Kurd alîkarî nadinê û dibêjin mîliyeta osmaniya mîliyeta me ye. Îro jî gelek mirov dibêjin Turkiyelilik navê hemû neteweyên li ser vê axê ne. Bê farasetî, korbûne jî.
”Bê şik ji evên ku bixwazin bifikirin û bibînin re di ayetan de hîkmetên mezin hene”.(Hîcr;75). Ayet, elametên tişt û bûyerane. Dema ku mirvov bikeve rêyekî û qet wê rêyê nizanibe jî pêwiste mirov li gor hinek elamet û nîşana rêyek ji xwe re biecibîne. Hemû bûyerên ku dibin, elametê bûyerên pêşiya jiyana mirovin. Lewma şertê herî girîng ewe ku mirov elameta û nîşana baş bibîne û baş bixwîne.
Xelîfetî rabûbû. Dugela Turkiyê hemû mafên Kurda rakiribû. Qelandina gelekî neteweya bi awayên hovanê hatibû kirin. Sitemkariya li ser Kurda aşkere xuya bû. Li ser serhildana Mele Selîm de deh sal derbas bûbû. Gelek şêx û mele û zanyarên dîn di şerê Şêx Sêîd de jî alîkarî nekirin. Pir ji wan kesan di nava gel de hê jî wekî weliyan tên bibîranîn. Tu gotina min ji welîbûn an newelîbûna wan re tune ye. Dixwazim bêjim ku, firaset ne karê weliya tenêye.
Lê bi hêsanî em dikarin bibêjin ku firaset karê rewşenbîr û ramanbîraye. Fam û firaset pêdivînê rewşenbîrîne û bê wan ev wesif nayê bikeyskirin. Fêrbûna tişt û bûyeran bê xebat nabe. Ji bo ku mirov hîn bibe, gere mirov bixebite; Bikole, bigere, bixwîne, guhdarî bike hwd… û li gor xwe şîrove bike. Ne pêwistê ku ila bê serê mirov. Mirov dikare hê nehatiye serê mirov jî, bibîne ku ewê bê serê mirov û li gor wî tedbîra xwe bistîne.
Fikir bixwe xwezayiye. Rêbaza fikrên rast, di dîtina rastiya fêrbûnê de ye. Ji bo rastiyê jî pêwiste ku mirov kesbeka kûr û paqij bike. Lewma em mijara xwe li ser firaseta kesbî didomînin. Çima Pêxember ew gotin gotiye? Dema mirov bixwaze sedema vê gotinê binine, bi hêsanî tê ber çavan, ku di dema Mihemmed Pêxember de baweriya bawemend û rêhevalên wî ku bi dil û mêji xwe dabûn ser doza xwe, zêdeyî destxistina armanca xweya hevpar tu armancên wan tunebûn. An din jî, perwerde dibûn. Bi hevre difirikrîn û analîza rêbaziyên teblîx û ragihandina mirovan dikirin û herweha hemû tiştan didan ber çavên xwe. Lewma mir miqate û bi firaset bûn. Pêxember jî bi vê gotinê him pesnê wan daye û him jî ewê xwestibe giraniyeke psikolojik bide ser dijminên doza xwe.
Ev karê dîtina ramana rast, ji aliyê perwerdeyê jî mijarake girînge. Ev xebat îroj li Yekitiya Neteweyên Amerîka û li gelek deverên cîhanê tê bikar anîn. Gelek ramanbîr ji bo stratejiyên nuh bikar bînin bi şev û roj dixebitin. Ji bo wan dibistanên taybetî ava dibin. Jiyana wan hêsan dikin û karê ser pişta wan, ên ku wan ji armanca hevpar dûrdixin hiltînin.
Berî her tiştî ji bo ku mirov bikaribe ramanêke rast bibîne, gere mirov armancakê bide ber xwe. îro armanca me azadkirina gelê meyê bindeste û rizgariya welatê me ye. Rêbaziyên ramanê, yên zanyarî hene.
Rêbaziya ramana analitik (dahûrînî, helsengî) û krîtîk (xeterdarî, rexnekarî)
Rojekê yekî nasê Sokrates diçe cem wî û jê re dibe ezê tiştekî hevalê te ji te re bêjim. Sokrates jê re dibêje ka berî ku tu bibêjî bisekine, ezê te di taqî (test) de derbas bikim. Taqiya me di sê pirsa da ye. Navê vê taqîye “sê palavke (Filtre)”. Sokrates dipirse; ” Ew tiştê ku tuyê ji min re bêjî, gelo tu jê bawerî, raste?” Zilam dibêje : “Na xêr, min jî ji yekî din seh kiriye”. Wusa be, tu jî ne bawerî ku raste; ev nebû”. Sokrates dîsa dipirse; “Gelo tiştê ku tuyê bibêjî, tiştekî baş e an xerabe?” Zilam dibêje;”ne tiştekî baş e. Mixabin xerabe”. Sokrates cara dawîn dipirse ;”Gelo tiştê ku tu dixwazî bibêjî, ewê bi kêra min bê an na?” Zilam dibêje ;” Na, bi kêra te nayê” Li ser Vê rewşê Sokrates dibêje :”Tu dixwazî tiştekî hevalê min bêjî. Ew tişte te nedîtiye, seh kiriye. Ne tiştekî başe û gotina wî tiştî ku tuyê ji min re bêjî bi kêra min nayê, tuyê çima ji min re bêjî?” Armanca herî mezin dîtina ramana raste. Ger em van palavka bi rêz bikin ewê çi derkeve holê. Dema em guhdariya bûyerekî bikin emê van pirsan ji xwe bipirsin û di van palavkan de derbas bikin.
1 – Pavka rastiyê: Gelo ev tiştê ku em agahdar dibin rast e an na?
2 – Palavka qenciyê: Gelo ev bûyera ku ez pê agahdar dibim, qenc û başe an xerabe. Gelo ewê çi vejenê bide min. Vejena baş (enerjiya pozitiv) dide an vejena xerab (enerjiya negativ).
3 – Palavka kêrhatinê: Gelo ev bûyera ku ez pê agahdar dibim, çi xêr û kêrhatina wê ji min an armanca min re heye?
Bê guman her kes li gor xwe palavka bikar tîne. Bes ji bo ramana rast pêdivî di bersîva palavka de heye.
Raman têgehîştina kiryarê ango bi dawî karê şîrovekirinêye. Ji bo ramana rast gere di destê mirov de danêrên(veri) xurt û rast hebin. Danêr bi xebatan tên berhev. Armanca vê rêbaziyê, dîtina karê kesên ku li hemberê mirov dixebitin û şer dikin, mirov bibîne û betal bike. Ev bi awayekî xweparastine. Parastin jî bi du şekla ye. Parastina tebatî (pasîf) û Parastina çist (aktîf).
Xweparastina lebatî ewe ku mirov ji dijmin derbe nexwo.
Parastina çist planên dijmin û dijberiyan betal dike û ji bo ku careke dinê nikaribe rabe destê dijberiyê gire dide. Jêhatîbûn û hunere.
Lê em Kurd, hema çi were sere me, em dibêjin “xwedê tebatê bide”. Mixabin jibo ku ji xwedê aram bixwazin tebat dixwazin. Çi zanim belkî lewma em bi piranî ewqas bitebatin.
Rêbaziya ramana analitik û kritik liser sazûmaniyekî (sîstem) dimeşe. Emê wê sazûmaniyê bi hevre bikar bînin.
a- Dîtina mijarê,
b- Jihevqetandina perçeyên mijarê bi serekeyên mezin
c- Ji mijara sereke qetinandina perçeyên biçûk, qitqitkirina hemû beşan
d- Ji têkdebûna mijarê dîtina perçeyên biçûk
e- Dîtin û tehlîla nav perçeyên biçûk
f- Şîrovekirina dîtinan li ser mijara sereke û girêdana wan
Gotineke me Kurda heye. Dibêjin “ez ji we re bi kurmancî bêjim”. Ezê jî vê mijarê bi kurt û kurmancî ewha şîrove bikim. Dema em mijarekî bidin pêşiya xwe, dibê em pêşi li seradê bixin. Dû re li bijingê, dû re jî di moxilê de derbas bikin. Piştî ku li moxilê ket, emê dîsa xwe bigihînin perçeyê mezin û emê nane xwe bipatînin. Lê belê ji bo ku nanê me bi ekleka xweş bê patandin, pêwiste di tehma xwe de bê pijandin. Ji bo pijandinekî di tehm de, hewceyî bi tendûrekî baş û agirekî geş heye. Ji bo ramanê jî ev hemû pêwistin. Ji bo ramaneke bi feyde û xweş pêwistî bi bîr û bawerî heye. Agirê gihiştina armancê ji dil û mêjî qet sar nebe.
Di vir de girîngiya herî mezin rastşîrovekirina mijarêye. Dema ku mijar rast bê dîtin, ewê rast bê şîrovekirin. Bes, dîtina rastiyê bi serê xwe ne bese. Dibê bi zanebûn û bi xwestin mirov bifikire. Gere mirov di dema fikrê de hemû danêra rast bibîne. Çawa ku lîztika kişê (setrenç) bi yek alî nayê leyîstin, danêr jî bi yek alî nayên şîrovekirin û şîrovekirina subjektîv jî ramana rast nayine holê.
Dahûrîna (analîz) danêra li ser xebata sazûmanî be, ewê raman jî bixwe derkeve holê. Dema armanceke mirov hebe û mirov bixwaze bi gihîştina wê armancê biserkeve, dibê mirov dikaribe hemû bûyerên rojane jî şîrove bike. Ji bo bikaribê ji bo pêşeroja xwe planên zelal bidamezrîne. Mirov dikare bi gelek awayan li bûyeran binêre. Çend ji wan ev in.
Her tişt û her bûyerek şîreteke. “Ji xeynî evên ku aqilê wan paqijin, nikarin şîreta bigirin û bifikirin”. (Qur-an, 2;269)
1- Meraqa tişta û lêkolîna li ser wan.
2- Naskirina pirsgirêkê (problem) û nav danîna wê.
3- Mirov mêjiyê xwe ji fikrên nûh re veke.
4- Pirsa rast. Pirsa rast, bixwe re bersîva rast jî tîne.
5- Ji hev vekirina hestên pêşî û karê mêjî. Dema ku mirov bi hestên pêşî mêjî betal bihêle, ne mumkine ku mirov, di heqê wê mijarê de rast bifikire.
6- Wêra (cesaret) li dijî xeterê. Dibê mirov netirse ku ewê mirov xetera bike.
7- Cîhguhertina (empatî) li hest û fikrên din.
8- Berpirsiyariya fikren xwe bike. Xwedî li ramanê xwe derkeve.
9- Mirov heta tiştek nizanibe şîrove neke.
10- Jihevqetandina pirsgirêkê.
11- Li dijî nezaniya mirov dilnizmî. Ger mirov tiştek nizanibe xwe dilnizm bike.
12- Dûrbûna ji ramana bê birhan (delil). Birhanên mirov tunebin, mirov nikare rama xwe bi pêşve bibe.
13- Girêdana bi armancê ve.
14- Dewlemendiya peyva.
15- Vekirina pirsgirêkê.
16- Bê pêşderazîbûn
17- Taqî kirin (test)
18- Objektîvî
19- Afirandina ramanê
20- Damezrandina ramanê
21- Pêdiviya çalakiyê. Piştî raman hat damezrandin, dibe gere bê bikaranîn(pratik).
Hûn çiqas dirêj dikin, bikin. Bi rastî jî dema ku mirov hemûyan bi hevre bikar neyne, ramana rast nayê afirandin. Ji van tiştên ku me hijmart û ên ku hunê jî bijmirên deynên serê re fam lazime.
Fam hişyarbûna aqil, firaset dîtina mêjiyê. Fêrbûn bi xebatê û ceribandinê dibe. Bê fêrbûn fam hişyar be jî alikariya firasetê nake. Weka ku mêjî ewha bibêje; “dil heye taqet tuneye”. Kesê bê fam û firaset be, nikare karê feraşetê (karê paqijandina kabê) jî bike; dibe fera. Kesên bi firaset, ramanên xwe bi fam û fesahat (vekirî, aşkere) tînin ziman. Xwedê bixwe ayetên xwe vekirî şandiye ji bo ku mirov aqil bigîhîninê (Qur-an; 2;242). Mezinên me gotine “pêşî bipêje, dû re bibêje”.
Dema gotin di tendûra hest, mêjî û dil de bê pijandin, ewê tehmek xweş bide guh û ziman. Ev tehm ekla ramanê jî xweş dike. Firaset ekla ramanêye û pêşeroja mirovahiyê paqij û zelal dike. Êmê mijara xweya li ser tehma gotinê di nivîsareke din de parve bikin.
Ên ku bê fam bin, ne dikarin jiyana xwe birûmet bidomînin ne jî dikarin ji bo serkeftina armancên xwe yên kesanetî û gelêri tiştekî qenc û baş bikin. Li dijî bûyera dest û nigê wan lihev dikevin û çavên wan tê girtin. Lerz bi dil û mêjiyê wan dikeve û laşe wan dibe wek şiva nav avê. Dema bûyereke nuh tê serê wan, xwe rût û tazî dibînin û nizanin çi bikin. Li dijî bûyerên nuh gelek caran bi nexweşinên psîlokolojîk dikevin. Depresyon û travma dijîn. Di nav civakê de cîh nabînin. Pirî caran dema xwe bi paşbêjî, kurtûpistî, zexelî û çavnebarî derbas dikin. Di jiyana xwe de xêra wan ne ji wan re, ne jî ji civaka wan re heye.
Hinek kes jî hene zanin fam çiye, bes dibên qey ji xeynî wan tu kesekî famber tuneye. Ew jî dixwazin bikevin pêşiya civakê û herkesi bidin dû xwe. Qaşo rêya rast rêya wan e û dibê hemû kes li paş wan herin. Li dijî zanaya dertên û ji bo ku armanc bê bandora wan bi sernekeve çi ji wan tê dikin. Van kesan him zirarê didin xwe him jî didin civaka xwe.
Gelek kes hene ku famberin. Zana ne. Di gelekî babetan de ramanên wanên zanyarî û rast jî hene. Bi tebatin; temaşe dikin, bes ji bo guhertina bûyeran tiştek nakin. Ji newêrekî an ji tiraliya xwe di quncikê xwe de sekinandî dimînin. Dibe ku ji hinek kesan an ji civakê xeyîdîbin. Ev jî bi awayekî din xesarê didin ramana rast.
Ramana negihiştî valaye. Gelek kes, hema ji hişk ve li dijî her tiştî dertên. Hinek kes jî hene kî bibêje çi serê xwe dihejînin û dibêjin rast e.
Em gelek caran di jiyana xwe de leqayî van kesan dibin. Xwedê ji xeynî çavên dil û mêjî du çav û du guh daye mirovan. Lewma gotina “bi çar çava miqate bûn” hatiye gotin. Ev gotin ne valaye. Dibê mirov wan baş bikar bîne. Çawa ku ji bo dîtinê hewceyî bi çav heye, her wusa ji bo dîtina pêşerojê û şîrovekirina bûyeran jî pêdivî bi zanebûnê heye. Rêya zanebûnê xebata raste. Rêya rast, ya yekemin xwendine. Ew fermana Xwedêye jî.
Ji bo firasetê pêwistiya herî mezin bi baweriyê heye. Bawerî bixwe jî bi famê ve girêdayiye. Lewma ruknekî îslamê li ser aqil rûniştiye. Madem em bi aqilê xwe dikarin qencî û xerabiyê, rastî û xeletiyê ji hev bineqînin û biqetînin hewceye ku em serada mêjiyê xwe zexm girêdin. Dema ku em li ser her tişt û bûyerê baş bifikirin bawerim emê dikaribin ramanên baş bînin holê.
Mijar pir dirêj dibe. Lê belê ez dixwazim pêşniyariyekî bikim. Hevalên xwestek dikarin di nav hev de bi van teknîkan civatên ramanê bidamezrînin û teknîkên nû dozîn (kifş) bikin. Di rewşa îroyîn de firaset bê ramana rast bikar neyê holê. Di hemû jiyana mirov de hewceyî bi ramana analitik heye. Dema mirov fêrî vê teknîkê dibe, di çareserkirina hemû astengî û pirsgirêkan de ev teknîk bixwe alîkariya mirovan dike. Mirovên bi fam û firaset bi gelemperî difikirin û li gor derfetên (îmkan) xwe alîkarî dikin ku bi hevre jiyaneke birûmet û xweş û geş bijîn.
Jîr Jan Amed