Rêwiyê Demê!
Rêwiyê demê rehwana xwe rawestîne
Û kerem ke li vî warî rojekê bimîne.
Mebêje şevê xwe bi ser de berdaye,
Dengê stranên şahiyê jê naye!
Warê tu lê navê xwe Kurdistan e,
Xwediya gelekî kevnar û xwedan şan e.
Fermo tu bi xêr hatî vê stanê;
Sibe dihêt dawiya zivistanê.
Ma tu nabînî agirê li ser çiyan
Dibişkifîne şevê li hinek şûnan!
Mizgîna cejnê ye bo Kurdan:
Neviyên kardox û Mîdiyan.
Rêwiyê demê tu zanyar û mebestpak î,
Bêbextiyan û derewan tu nakî.
Fermo seyr bike: gelê nemir her maye,
Nerxê jiyanê bi xwîna xwe daye.
Bi hezaran sal li dû pêxemberan
Zindî ne li cîhanê Kurd û Kurdistan.
Rêwiyê demê Kurd yezdanî ye:
Ne bi kujtinê dawî dihêt, ne bi girtinê,
Ne jî bi derhanîn û sirgûnkirinê.
Neyar li hember wî şaş û mat e,
Çi dike çi nake nikare ji holê rake.
Siwaro daniştvanê vî warî sihirbaz e,
Geh dewlemend e geh belengaz e;
Geh nerm dibe wek hêvîr e,
Geh hişk dibe wek kêvir e.
Carine bêdeng e tu dibê qey razaye,
Hew dibînî li serê çiyê wekî baz e!
Mêvano kerem ke dakeve ji rehwanê,
Îroj bibe mêvanê Kurdistanê;
Roj li hilatê ye Newroz li pêş e,
Berên keç û lawan li kêş e.
Zimanê kurdî bo wan çavkanî ye,
Di dilan de agirê hêviyê zindî ye.
Şahînê Bekirê Soreklî