RÊWÎTİYA NİVÎSÊ
Sîdar Jîr
Rê û rêwîtî jî mîna gelek hêmayên din ên hunerî, felsefîk, dîrokî û hwd. dikare rêya gelek xalên ku em lê digerin an jî jê direvin nîşan bide. Rêwîtî yek ji babet û hêmayên sereke yên dîroka mirovahiyê ye. Mirov her dem dixwaze ber bi cî û warên nû ve biçe, ev yek di xwezaya mirovan de heye. Ji aliyê din ve jî gelek caran bêyî xwestek û vîna mirovan hin tişt diqewimin. Bi awayekî dîtir dîrok çîrokek e, çîroka koçberî, hejarî û terk-î diyariyê ye. Ji ber van sedeman rêwîtî di gelek beşan de bûye mijareke sereke ya mijûlahiyê.
Ji dîrokê bigire heta olê, ji mîtolojiyê bigire heta efsane, çîrçîrok û hwd… Rêwîtî, her wisa di deqên wêjeyî de jî xwedî heman girîngiyê ye û mijareke sereke ye. Di gelek berhemên wêjeyî de hêmaya rê û rêwîtiyê dertê pêşberî me. Ji Komedyaya Xwedayî ya Dante bigire ku rêwîtiyeke xeyalî ya ber bi Dojeh, Arafê û Buhiştê ve ye ku yek ji mînakên destpêkê yên di berhemên wêjeyî de tê hesibandin. Li Goristaneke Amedê ya Osman Sebrî jî rêwîtiyeke di ‘xewn’ê de ya ji biyanistanê ber bi Kurdistanê ve ye. Dante di berhema xwe de lêgerîn û gihîştinê derdixe pêş. Osman Sebrî jî di berhema xwe de li pey rastiyeke tehl e û ji ber wê tehliyê di xewnekê de dide rê û ber bi gerîneke welatê xwe yê ku bûye goristan rêwîtiya xwe dike. Ji destpêka nivîsandinê ve rêwîtî di heman demê de lêgerîn e.
Naskirina cîgehên nû, parzemînên nû, diyarên nû li aliyekî û ji milê din ve jî rê û rêwîtî bendewariya mirovan jî dide der. Mît a rê di gelek beşên hunerê de parçeyeke sereke ye. Her çiqas rê tijî talûke be û xeter be jî gelek caran, dîsa jî ji ber ku mirov xwe li rê azad hîs dike bêhtir girîngiya rê derdikeve holê. Her çiqas rê wekî gihîştina ciyekî, wekî lêgerînekê yan jî mîna reva ji deverekê were fêmkirin jî dikare bi awayê serborî yan jî bi awayê xeyalekê bide rû. Li Rojhilat sedema bingehîn a rê û rêwîtîyê “lêgerîn” e. Ya ku di rê(wîtiyê) de aktîf lêgerîn e, libendemayîn pasîf e. Wekî Godot û Sîmûrg. Li Sîmûrg tê gerîn û li benda Godot tê mayîn. Li Rojava ev yek anku rêwîtî bêhtir rûbirûmayîn an jî jêrevîn e. Dema ku em rêwîtiya Rojava û Rijhilat bidin ber hev, em ê bibînin ku yek li ser “rev”ê û ya din jî bêhtir li ser “berxwedan” an jî “tewekul”ê hatiye avakirin. Rojava li ser revê û Rojhilat li ser berxwedanê ye. Felsefeya wan jî wisa pêk tê… Sedema vê yekê jî di bingeha xwe de çandî ye ya rast cudahiya çandî ye ku di serî de baweriya her du şaristaniyan tê. Hemû rêwîtî bi vî rengî nêzî hev in di rastiya xwe de… Yek li ser riyekê ye diçe ya dîtir li ser riya vegerê ye li heman şîpê.
Di taliyê de dîrok û mîtolojî dibe rêwîtiya mirovahiyê. Wekî ku Joseph Campbell dibêje, ‘Mîtolojî we hîn dike ku li paş wêje û hunerê çi heye, jiyana we bi xwe hînî we dike.’ Lewma jî rêwîtî hinekî awêneya jiyana mirovan û civakan e. Li gorî jiyana civakî rêwîtî dest pê dikin. Di taliyê de jî em têdigihîjin ku nivîs anku wêje ji feraseta felsefîk, kozmogonî û dîrokî û bi giştî ji feraseta jiyana civakê ne qutkirî ye. Rêwîtiya nivîsê jî tim li ser wê şopê ye.
Azadiya Welat